Bûyina birca kevan tiştekî zehmet e. Ez wek kevaneke orîjînal, ji dil vê tiştê dibêjim. Gellek mirov te wek robotekî dibînin û dema ku tu diweste an jî rûyê te nakene ecêb dimînin. Heyraa, em jî mirov in, hîs dikin, dixwin, divexwin, dixwinin, diwestin, gêj dibin, hez dikin û filan bevan. Erê rast e, di nava me depoyeke tijî enerjî heye. Lê dîsa jî gelek caran ev enerjî jî têrî mirov nake û ji hal dikeve.
Erê, wek ku ji navê nivîsê jî tê fêm kirin em hatin dawiya çîrokekê. Qebûlkirina xelasbûyîna çîrokekê wisa hêsan nîn e haaa, divê nebê jî. Ma çîrokên ku em dibêjin jiyana me nîn in? Belê, gellekî dirêj nekin û bibêjin erê, jiyana me ye. #herşeyemuhalefetolmayın.
Em her çiqas nexwazin çîrokek xelas bibe jî, ger wext hatibe -xala jî rabe- ew çîrokê bi awayekî xelas bibe. Divê meriv hin caran destûr bide ku çîrok xelas bibe. Serborî îbadetek e û divê destpêkirina serborî û çîrokên nû, yên berê werin xelas kirin an jî ji bîr kirin.
Bu hêsanî peyva jibîrkirinê dinivîsim lê dizanim wisa rehet nîn e. Ma di vê jiyanê de çi rehet e, ka ji min re bibêje dilê min bibêje...

Nisan 15, 2016
No şîrove