Hûn ê di vê nivîsa ku çaxê amadekirina
şîveke bêtehm, derengmayî-spagettî, tenê spagettî- û rojeke pir sar de hatiye
nivîsandin de hin têbiniyên min ên li ser xerîbiya li Moskovayê bixwînin. Û
dixwazim we haydar bikim ku îro va bû 29 roj ku ez li van waran jiyana xwe
didomînim. Gelo çawa dikarim dest bi nivîsandina têbiniyan bikim, nizanim. Dibe
ku mirov pêşî bibêje ku ka ‘xerîbî’ çi ye? Wek Rûs dibêjin; Что это? (ji bîr nekim
û bibêjim Rûsên Moskovayê ve ‘что’ wek ‘şto’ ên Petersburgê jî wek ‘çto’
dixwînin. Ev jî têbiniyek e lê ne li ser
xerîbiyê ye. )
Xerîbî, bi kurt
û kurtasî dikare wek ‘’ji malê dûr bûn’’ bê pênase kirin. Erê, me got çi;
-ji malê
dûr bûn.
Xwendina wê
hêsan e, jixwe ji çar peyv û 12 tîpan çi derdikeve?
Bersiv;
-Tu tişt.
Ez, filankes
keça filankes, kengê bi xerîbiya xwe ya xerîb hesîm? Ev pirseke girîng e ku ê me
bibîne hinceta vê nivîsê. Rojek dîsa ji wan rojên ku min piştî avek li serê xwe
kirinê ji xwe re du hêk kelandine û ew xawarine. Nayê bîra min belkî min du heb
jî ji Michel re kelandibin, bersiva vê pirsê nehat dîtin. 404 not found.
Welhasil û kelam haya min ji bayê felekê tune bû. Min hêk xwaribûn, cil û
bergên xwe li xwe kiribûn, çanteyê xwe yê giran danîbû ser pişta xwe û rêya
zanîngehê girtibû. Îhtîmeleke mezin min Mp3a xwe jî vekiriye û stran guhdarî kirine.
Lê ger hûn bibêjin te kîjan stran guhdarî kir, ez ê bibêjim, welle -bi navê
xwedê- nayê bîra min. Ji mala me heta rawestgehê herî zêde 17 deqqe ye.
(17 deqqe
derbas bûn)
Li ber
têketina metroyê me, hêdî hêdî dikevim hundir. Di vê navberê de lepikên xwe ji
destên xwe derdixînin, taxe dikim û dixim bêrîka xwe.
1.
Têbiniya yekem: Li xerîbiyê her tişt pir bi qedr e, min heta neha 21
zivistan dîtin lê ev sitana yekem e ku piştî derxistina lepikên xwe wan taxe
dikim û wek ku qetek ji min bin, miqateyî wan dibim.
Gihîştim cihê ku divê qertê xwe bidim xwendin û ber bi trenê
ve biçim. Qert ji berîka xwe derxist, da xwendin û li metroyê siwar bûm. Deriyên
trenê hatin girtin, hin kesan ji bo rûniştinê cîh dît, hin kesan jî ji bo pê
girtinê qetek hesin dît. Êdî bila rêwîtî dest pê bike!
Trenê bi teq
û reqeke dest bi çûyîne kir, tren diheje bi wê re, em jî, en di nava wê de jî
dihejin. Ez çente tînim pêşiya xwe, qopçeyan vedikim, destê xwe dirêjî pirtûka xwe ya Kurmancî
-Gava Ku Masî Tî Dibin- dikim, derdixînim û dest bi xwendinê dikim. Dixwînim, dixwînim
û ji xwendinê têr nabim. Hevala min a hêja ku em ji zimanên hev fêm dikin. Di nav
rûpelên wê de xwe wenda dikim û ji nişka xwe di nav tîqetîqekê de dibînim -di nav
tîqetîqa navbera min û kitêbê de-. Paragrafek heye, kêfa min pir jê re tê. Serê
xwe radikim, dixwazim şanî yekî/ê din jî bidim û em bi hev re bikenin heta ku
em ji kenan zikopişto bibin. Lê mixabin ew jî 404 not found.
2.
Têbiniya duyem: Li xerîbiyê, divê tu hînî tenêtiyê bibe.
Acis dibim û pirtûkê dixim çente. Vê carê jî dest bi
guhdarîkirina muzikê dikim. Mp3a min, hevala min a din a biqedr, rêhevala min,
me çend war dîtin bi hev re. Di dawiyê de jî me xwe bavêşt vî welatê seqemgirtî.
3.
Têbiniya sêyem: Li xerîbiyê, serma di dilê mirov de hest pê kirin, ji
derên sar dûr bikevin.
Vedigerim rêwîtiya xwe ya di metroyê de, li derdora xwe
dinêrim. Kengê yekî/e piçkî reşik bibînim li nava devê wî/ê dinêrim û di nav
şitexaliya wî/ê de gotineke nas digerim.
4.
Têbiniya çarem: Li xerîbiyê, mirov peyveke nas, nêrîneke aşîna digere.
Tê bîra min dema ku min li Meydana Sor di nav wê xiregirê de
ew du mêrikên kurd dîtibûn û çawa bi eşqeke pirsîbû;
-Hûn Kurdî zanin?
Yê pîr li min nêrî û wek ku ji qûna xwe bavêje bersiv da min;
-да. (Belêya Rûsan)
Di nava serê min de : Ez heyran, min gotineke nas digeriya. Да jî ji ku derket.
Û paşê bi avayeke me dest bi axaftina Kurmancî-Soranî kir.
Çiqas xweş bû ew hîsa ku tu dizanî ger tu çi jî bibêjî yê/ya hember wê be xeletî fêm bike û ew jî bi
zimanê ku tu fêm dikî biştexile. Ew pirsa ku, ez ê vê ji wî/ê çawa rave bikim? tune
ye, bêsansur xeberdan, çiqas xweş bû.
5.
Têbiniya pêncem: Li xerîbiyê, mirov heta ku aciz bibe dixwaze bi zimanê
xwe biştexile. Ji serê sibê heta êvara dereng bi zimanên ku ne zimanê te ne
xeberdan piştî demeke dike ku tu bêriya her peyva zimanê xwe bikî.
Kasım 17, 2017
2
şîrove
Min bloga xwe vekir -Madam
Quzzilqurt û jehrên wê-, pê li ser bişkoka ‘Yeni Kayıt’ê dikim. Rûpêlekê qasê
dilê nizamçik paqij vebû. Navekî pir
xweşik jî ji bo nivîsa xwe dît. Û min wêneyekî têrî xwe otantîk jî bar kir – ev
wêne li zikê Kurdistana bêbext hat kişandin-. Û hûn xwînerên min ên zehf hêja,
hûn anha de destekî de çayek an jî qehweyek û di destê din de cixareyeke
xweş-pêçandî li benda min in. Min qala cixare kir û macerayên min ên li
Moskovayê ên li ser kişandina cixare hatin bîra min. Ez, filankes keça
filankes, hebe nebe rojê tenê cixareyeke dipêçim û heta êvarê ew cixare di
destê min de digerim. Serê sibê piştî,
taştê –(bnr: taşteyên tehmsar ên Moskovayê) divegerim odeya xwe hêdî hêdî dest
bi pêçandina cixareya xwe dikim. Qasê kaxiza Ereb nebe jî çarşeva min têrî xwe
tenik e. Carna di destê min de dimîne lê divê îtîraf bikim ku êdî xweş dipêçim.
Armanca min ya li ser pêçandina cixare ev e ku, çaxê rêveçûnê di destekî min de
tûrikê min ê firaxên pêçandina cixare û destê min ê din de cixare, wisa bipêçim
û bimeşim. Zanim, armanceke beredayî ye lê hin kes hene û ji armancên beredayî
hij dikin, heyra! Welhasil û kelam, min we zêde girt. Divê ez bêm ser mijara
xwe.
Temam, ji bo nivîseke
mikemmel her tişt amade ye.
Na! Bisekinin. Milyaketên îlhamê nehatin. Li
ku man ev sebbav, divê saet 00.56an de li vir, li ser milên min amade bisekinîbana.
Li derdora xwe dinêrim. нет, pêjna tu kesî nayê. Acis dibim, jixwe kengê planeke min bê taloqkirin
ji vê jiyanê, ji milyaketên îlhamê û ji nivîsandinê nefred dikim.
Kasım 14, 2017
No şîrove
Her tiştî wê şevê destpê kir, şeva ku bi dengekî qels te ji min re got;
-Ez heyran, tu li wan deran çi dikî, zimannasî jî çi ye? Were em vegerin axa xwe, Kurdistana xwe, ez ê sê golikan bistînim û heta mirinê em ê di mala xwe de bijîn, bi hev re bin!
Paşê min li te nêrî, min ferq kir ku bêriya te kiriye...
Heta niha nizam çend kesan ji min pirsî, gotin;
-Jiyana te çawa ye? Tu bêriya van deran nakî?
Min jî bi avayeke ji xwe bawer, digot;
-Na, bêrîkirina çi? Moscow pir xweş e...
Lê anha fêm dikim, min derew kiriye. Mîn bêriya te kiriye.
Paşê, Xelefcan dibêjim,
-Ma sê golik ne hindik in?
Tu dikenî û dibêjî;
-Ca tu were ez ê ji te re deh heb golikan bistînim.
Dikenim, kêfa min tê.
Û paşê ji te re dibêm;
-Ka wê stranê dîsa veke, min pir jê hij kir.
Çawa bûn gotinên wê, digot;
Min got ez Ararat im, te jî got ez Sîpan im.
Kasım 11, 2017
2
şîrove
Serê sibehê ji malê derdikevim, deriyê derve vekir û hewayeke cemidî xwe li ber çavên min xist. Dest bi meşê dikim, li ser giyê berfê dibînim, diyar e êvarî bariyaye. Piştî her bêhn kişandina xwe hilma xwe dibînim, çawa belav dibe. Li derdora xwe dinêrim, pêjna tu kesî nayê. Gihîştim rawestgehê û jinikekê dibînim li benda otobêsê ye, diyar e ew jî dicemide. Lê dizanim otobês zû nayê, ez ber bi metroyê ve dimeşim. Jixwe dûr nîn e, hebe nebe 15 deqqe.
Rêyeke xweş li benda min e, her ku dimeşim avahiyeke din ferq dikim, dibêjim; hummm... ecêb, ev jî li vir e û ez nû dibînim. Rêwitiya xwe didomînim, li mir(h)ovan dinêrim, zerik, dirêj, cemidî û piranî çav-reng in. Ez çiqas ji wan cihê me xudê!! Kinik, reşik, xwîngerm û çav-reş. Kî/ê min ji ku ve bibîne dizane ku ez xerîb im. Hebkî li min dinêrin û divegerin ser karê xwe. Welhasil, ez li ku mabûm, li ser rêya ku min dibe Metro Pervomayskaya. Dimeşim û ha dimeşim, dicemidim jî. Qasê ku dibêjin sar e lê bi gotina wan hê ''zivistana heqîqî'' nehatiye. Ca em ê binêrin ka çawa dibe!!
Ez ji vê mijarê aciz bûm, dixwazim ji we re qala tişteke din bikim. Îro, êvarî di saet 7.30an de ji mala Yulia derketim. Mala we jî hebkî dûr î mala min e. Navê taxa wê Novye Ceheremushki ye. Divê ji vir metroyê siwar bibim, biçim Oktyabrskaya ji wir jî herim Kurskaya û ji Kurskaya jî herim taxa we. Yanî rêwitiyeke dirêj li hêviya min e. Erê, ji mala we derketim lê cara yekem e ku ez ê bi tena serê xwe biçim metroyê. Ketim kolanekî û piçkî wenda bûm. Li Moskovayê wenda bûn pir hêsan e ji ber ku hemu avahî mîna hev in. Ji şiklê pacên wan bigire heta rengê deriyên wan. Li derdora xwe dinêrim, dar û avahî.. nas tê lê dizanim ev rê naçê metroyê. Paşê li parqeke jinikeke dibînim, bi zarokên xwe re dem derbas dike. Çûm ba wê û min got;
- Sorry! Do you speak English?
Xatûnê got;
- So, so...
Min got baş ê, dikarê rê şanî min bide û min jê re derdê xwe got;
- I am trying to find the metro but I think I am lost...
Jinik wisa li min dinêre, min ferq kir ku xatûn ji min fêm nake û min bi kur û kurtasî got;
- Where is the metro?
Vê carê fêm kir, çavên wê dibiriqin lê ê çawa bibêje, ev jî pirseke din e.
Haaa! Li vir çîrok destpê dike. Bêriya çîrokê ez dixwazim tişteke ji we re bibêjim. Di zimanê Rûsî de peyvek heye ku tu dikarî li her derî bikarbînî lê dema ku tu wateya vê peyvê dipirsî wek ''So, Well''a Îngilîzî verdigerînin. Ev peyv "так" e. Wek ku tê nivîsandin tê xwendin ''tak''.
Jinikê destê xwe rakir û peyva xwe ya yekem got ''так'', baş e. Got this way ''так'', bi destê xwe aliyê rastê şanî min da û dîsa got ''так''. Paşê, xwest nîşanî min bide, divê ez ji ku, çawa herim filan fîstan... Devê xwe vekir û şitexilî ''так'', ''так'' and ''так''.
Kasım 03, 2017
5
şîrove




