Rojnivîskên Moskovayê Volume 5

by - Kasım 17, 2017



   Hûn ê di vê nivîsa ku çaxê amadekirina şîveke bêtehm, derengmayî-spagettî, tenê spagettî- û rojeke pir sar de hatiye nivîsandin de hin têbiniyên min ên li ser xerîbiya li Moskovayê bixwînin. Û dixwazim we haydar bikim ku îro va bû 29 roj ku ez li van waran jiyana xwe didomînim. Gelo çawa dikarim dest bi nivîsandina têbiniyan bikim, nizanim. Dibe ku mirov pêşî bibêje ku ka ‘xerîbî’ çi ye? Wek Rûs dibêjin; Что это? (ji bîr nekim û bibêjim Rûsên Moskovayê ve ‘что’ wek ‘şto’ ên Petersburgê jî wek ‘çto’ dixwînin. Ev jî têbiniyek e lê ne li ser xerîbiyê ye. )
Xerîbî, bi kurt û kurtasî dikare wek ‘’ji malê dûr bûn’’ bê pênase kirin. Erê, me got çi;
 -ji malê dûr bûn.
Xwendina wê hêsan e, jixwe ji çar peyv û 12 tîpan çi derdikeve?
Bersiv;
-Tu tişt.
Ez, filankes keça filankes, kengê bi xerîbiya xwe ya xerîb hesîm? Ev pirseke girîng e ku ê me bibîne hinceta vê nivîsê. Rojek dîsa ji wan rojên ku min piştî avek li serê xwe kirinê ji xwe re du hêk kelandine û ew xawarine. Nayê bîra min belkî min du heb jî ji Michel re kelandibin, bersiva vê pirsê nehat dîtin. 404 not found. Welhasil û kelam haya min ji bayê felekê tune bû. Min hêk xwaribûn, cil û bergên xwe li xwe kiribûn, çanteyê xwe yê giran danîbû ser pişta xwe û rêya zanîngehê girtibû. Îhtîmeleke mezin min Mp3a xwe jî vekiriye û stran guhdarî kirine. Lê ger hûn bibêjin te kîjan stran guhdarî kir, ez ê bibêjim, welle -bi navê xwedê- nayê bîra min. Ji mala me heta rawestgehê herî zêde 17 deqqe ye.
(17 deqqe derbas bûn)
Li ber têketina metroyê me, hêdî hêdî dikevim hundir. Di vê navberê de lepikên xwe ji destên xwe derdixînin, taxe dikim û dixim bêrîka xwe.

1.     Têbiniya yekem: Li xerîbiyê her tişt pir bi qedr e, min heta neha 21 zivistan dîtin lê ev sitana yekem e ku piştî derxistina lepikên xwe wan taxe dikim û wek ku qetek ji min bin, miqateyî wan dibim.

Gihîştim cihê ku divê qertê xwe bidim xwendin û ber bi trenê ve biçim. Qert ji berîka xwe derxist, da xwendin û li metroyê siwar bûm. Deriyên trenê hatin girtin, hin kesan ji bo rûniştinê cîh dît, hin kesan jî ji bo pê girtinê qetek hesin dît. Êdî bila rêwîtî dest pê bike!

Trenê bi teq û reqeke dest bi çûyîne kir, tren diheje bi wê re, em jî, en di nava wê de jî dihejin. Ez çente tînim pêşiya xwe, qopçeyan vedikim, destê xwe dirêjî  pirtûka xwe ya Kurmancî -Gava Ku Masî Tî Dibin- dikim, derdixînim û dest bi xwendinê dikim. Dixwînim, dixwînim û ji xwendinê têr nabim. Hevala min a hêja ku em ji zimanên hev fêm dikin. Di nav rûpelên wê de xwe wenda dikim û ji nişka xwe di nav tîqetîqekê de dibînim -di nav tîqetîqa navbera min û kitêbê de-. Paragrafek heye, kêfa min pir jê re tê. Serê xwe radikim, dixwazim şanî yekî/ê din jî bidim û em bi hev re bikenin heta ku em ji kenan zikopişto bibin. Lê mixabin ew jî 404 not found.

2.     Têbiniya duyem: Li xerîbiyê, divê tu hînî tenêtiyê bibe.

Acis dibim û pirtûkê dixim çente. Vê carê jî dest bi guhdarîkirina muzikê dikim. Mp3a min, hevala min a din a biqedr, rêhevala min, me çend war dîtin bi hev re. Di dawiyê de jî me xwe bavêşt vî welatê  seqemgirtî.

3.     Têbiniya sêyem: Li xerîbiyê, serma di dilê mirov de hest pê kirin, ji derên sar dûr bikevin.

Vedigerim rêwîtiya xwe ya di metroyê de, li derdora xwe dinêrim. Kengê yekî/e piçkî reşik bibînim li nava devê wî/ê dinêrim û di nav şitexaliya wî/ê de gotineke nas digerim. 

4.     Têbiniya çarem: Li xerîbiyê, mirov peyveke nas, nêrîneke aşîna digere.

Tê bîra min dema ku min li Meydana Sor di nav wê xiregirê de ew du mêrikên kurd dîtibûn û çawa bi eşqeke pirsîbû;
-Hûn Kurdî zanin?
Yê pîr li min nêrî û wek ku ji qûna xwe bavêje bersiv da min;
-да. (Belêya Rûsan)
Di nava serê min de : Ez heyran, min gotineke nas digeriya. Да jî ji ku derket.

Û paşê bi avayeke me dest bi axaftina Kurmancî-Soranî kir. Çiqas xweş bû ew hîsa ku tu dizanî ger tu çi jî bibêjî  yê/ya hember wê be xeletî fêm bike û ew jî bi zimanê ku tu fêm dikî biştexile. Ew pirsa ku, ez ê vê ji wî/ê çawa rave bikim? tune ye, bêsansur xeberdan, çiqas xweş bû.

5.     Têbiniya pêncem: Li xerîbiyê, mirov heta ku aciz bibe dixwaze bi zimanê xwe biştexile. Ji serê sibê heta êvara dereng bi zimanên ku ne zimanê te ne xeberdan piştî demeke dike ku tu bêriya her peyva zimanê xwe bikî.

You May Also Like

2 şîrove

  1. Destxoş Gulê Heyran xwezka çivîkek bûma danîma ser moskova bêbext.Berketim. Têbiniya 5.em ez bixwe jiyabûm,te dîsa xist bîra min. Bêhna bêrîkirinê difûre ji nivîsa te. Selav û hesret ji Farqînê...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ji Taxa Pervomayskaya silavên germ ji bo Farqînê, lê divê mirov ji bîr meke ku ji bo nivîseke xweş divê tu piçkî derewan jî bikî :) Lê helbet ez bêriya hin tiştan dikim ;)

      Sil

Ev jî nû derketine!