Rojnivîskên Moskovayê Volume 3
Serê sibehê ji malê derdikevim, deriyê derve vekir û hewayeke cemidî xwe li ber çavên min xist. Dest bi meşê dikim, li ser giyê berfê dibînim, diyar e êvarî bariyaye. Piştî her bêhn kişandina xwe hilma xwe dibînim, çawa belav dibe. Li derdora xwe dinêrim, pêjna tu kesî nayê. Gihîştim rawestgehê û jinikekê dibînim li benda otobêsê ye, diyar e ew jî dicemide. Lê dizanim otobês zû nayê, ez ber bi metroyê ve dimeşim. Jixwe dûr nîn e, hebe nebe 15 deqqe.
Rêyeke xweş li benda min e, her ku dimeşim avahiyeke din ferq dikim, dibêjim; hummm... ecêb, ev jî li vir e û ez nû dibînim. Rêwitiya xwe didomînim, li mir(h)ovan dinêrim, zerik, dirêj, cemidî û piranî çav-reng in. Ez çiqas ji wan cihê me xudê!! Kinik, reşik, xwîngerm û çav-reş. Kî/ê min ji ku ve bibîne dizane ku ez xerîb im. Hebkî li min dinêrin û divegerin ser karê xwe. Welhasil, ez li ku mabûm, li ser rêya ku min dibe Metro Pervomayskaya. Dimeşim û ha dimeşim, dicemidim jî. Qasê ku dibêjin sar e lê bi gotina wan hê ''zivistana heqîqî'' nehatiye. Ca em ê binêrin ka çawa dibe!!
Ez ji vê mijarê aciz bûm, dixwazim ji we re qala tişteke din bikim. Îro, êvarî di saet 7.30an de ji mala Yulia derketim. Mala we jî hebkî dûr î mala min e. Navê taxa wê Novye Ceheremushki ye. Divê ji vir metroyê siwar bibim, biçim Oktyabrskaya ji wir jî herim Kurskaya û ji Kurskaya jî herim taxa we. Yanî rêwitiyeke dirêj li hêviya min e. Erê, ji mala we derketim lê cara yekem e ku ez ê bi tena serê xwe biçim metroyê. Ketim kolanekî û piçkî wenda bûm. Li Moskovayê wenda bûn pir hêsan e ji ber ku hemu avahî mîna hev in. Ji şiklê pacên wan bigire heta rengê deriyên wan. Li derdora xwe dinêrim, dar û avahî.. nas tê lê dizanim ev rê naçê metroyê. Paşê li parqeke jinikeke dibînim, bi zarokên xwe re dem derbas dike. Çûm ba wê û min got;
- Sorry! Do you speak English?
Xatûnê got;
- So, so...
Min got baş ê, dikarê rê şanî min bide û min jê re derdê xwe got;
- I am trying to find the metro but I think I am lost...
Jinik wisa li min dinêre, min ferq kir ku xatûn ji min fêm nake û min bi kur û kurtasî got;
- Where is the metro?
Vê carê fêm kir, çavên wê dibiriqin lê ê çawa bibêje, ev jî pirseke din e.
Haaa! Li vir çîrok destpê dike. Bêriya çîrokê ez dixwazim tişteke ji we re bibêjim. Di zimanê Rûsî de peyvek heye ku tu dikarî li her derî bikarbînî lê dema ku tu wateya vê peyvê dipirsî wek ''So, Well''a Îngilîzî verdigerînin. Ev peyv "так" e. Wek ku tê nivîsandin tê xwendin ''tak''.
Jinikê destê xwe rakir û peyva xwe ya yekem got ''так'', baş e. Got this way ''так'', bi destê xwe aliyê rastê şanî min da û dîsa got ''так''. Paşê, xwest nîşanî min bide, divê ez ji ku, çawa herim filan fîstan... Devê xwe vekir û şitexilî ''так'', ''так'' and ''так''. 
5 şîrove
Her berdewam ke Gulsuma. Me ji xwe haydar ke bê ka tu li wan deran çi dikî. Sihet xweş
YanıtlaSilMala te ava Ûsiv, heta ji destê min hat ez ê binivîsim.
SilSihetxweş Gulêxan, min zewqek mezin ji xwendina rojnivîskên te girt. Em di teqîbê de ne :)
YanıtlaSilSpas ji te re ku te wext veqetandiye û xwendiye :)
SilBu yorum yazar tarafından silindi.
YanıtlaSil