Rojnivîskên Moskovayê volume 2

by - Ekim 22, 2017


    Li Moskovayê roja min a sêyem. Li teqsiyekî siwar bûm û ber bi mala Maksim ve diçim. Ajotkar lawikekî ciwan e, ji stranên ku guhdarî dike diyar e, Azerî ye. Min got li Moskovayê ez ê ji Tirkî xelas bim. Na. Nebû. Di trafiqa Moskovayê de, min bi xêra vî lawikî têrî xwe stranên Tirkî guhdarî kirin. Û bi dengekî bilind. Welhasil dev ji lawik diberdim û dixwazim piçkî ji we re qala Moskovayê bikim.
Avahiyên bilind hene le qet mirov acis nakin, bilakîs xweşik in. Û kolanên gelekî fireh. Û darên ku ji bo zivistanê xwe amade kirine û rût li benda berfê ne.
   
                                     Min li Moskovayê berfa xwe ya yekem jî dît!
      Li Moskovayê hema bêje navê hemû rawestgehan bi paşgira -skaya xelas dibe, mînak: Pervomayskaya , Dmitrovskaya, Mayakovskaya, Kievskaya filan bêvan. Zayenda rawestgehê mê e ji ber wê jî ev nav paşgira -skaya digire. Her wiha zayenda parqê jî nêr e û navê parqê jî bi paşgira -skî digire, mînak Parqa Izmaylovskî. 

Û jina Mayakovskî jî helbet dibe Mayakovskaya 











You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!