Rojnivîskên Moskovayê volume 1

by - Ekim 20, 2017


    Axir saet 2an de gihîştim Balafirgeha Zhukovsky - balafirgeha herî piçûk a Moskovayê û navê xwe ji ji navçeya ku jê re dibêjin Zhukovsky stendiye. Dimeşim li pişta min çenteyê min î tijî pirtûk û di destê min de turikê tijî hêjîr, mewîj û benî. Ji balafirê peya bûm û ber bi otobêsa ku ê me bibe cihê kontrola pasaportan ve diçim. Otobês heta qiriqê tije dibe, dikevin ser rê. Cîhê ku em ê biçin pir dûr nîn e. Otobês disekine û hin kes baz didin, meraq dikim gelo ji bo çi baz didin?  Paşê dibînim ku van kesa ji bo dorê ecele kiriye. Ên ku xerîb in, mîna min, diçin dawiya dorê li benda dora xwe disekinin. Welhasil û kelam dora min hat. Pasaporta xwe dirêjî memûrê xanim dikim. Pirseke dipirse, îhtîmalake mezin dibêje Ma tu Rûskî dizanî? Ez jî dibêjim No, I can not speak Russian. Û memûrek tê, zilamekî dirêj û zerik. Gelek pirsan dipirse; tu ji bo çi hatî?, Bilêta te ya vegerê heye? Tu yê kengî vegerî?, Tu kî nas dike? Numreya wan kesan çi ye? Belgeyek te filan heye? hebkî ditirsim ya bi rastî. Paşê belgeya ku Zanîngehê ji min re şandibû şanî wî didim, têr nabe. Numreya mamosteyê min dixwaze didim. Lê digere.Û hin pirsan ji wî jî dipirse. Pasaporta min di destê wî de dikeve odeyeke. Ji min re dibêje bisekine. Disekinim nêzî pênc deqqe. Paşê zilamekî din ji odeye derdikeve, pasaporta min di destê wî de. Li pasaporte dimeyzêne û li min dimeyzêne. Dibêje were, wî dişopînim. Min dibe serê dorê, diçim ba memûrê xanimeke din. Pasaporta min dide min, ez jî dibêjim spasiba û diçim valêzê xwe digirim. Li ber deriyê derketine Alexey, di destê wî de kaxizek, Gulsuma hatiye nivîsandin, li benda min e. Wî nas dikim, destê xwe dihejînim. Min hembêz dike û dibêje Rojbaş, bi Kurmancî.
 Ber bi erebeya wî ve diçin. Li caketê wî dinêrim, tevî bûye mû, dipirsim, kitika te heye? dibê na kûçikê min heye. Li erebeyê siwar bûn. Erebe jî tijî mû ye. Li mala ku ez ê lê bijîm jî du kitik û kûçikek heye, divê ez hînî mûyan bibim. 
  Dikevin nav kolanên Moskovayê, û dikevin nav trafîka Moskovayê ku a bi qasî Stembolê navdar. Rê wisa dirêj dibe, hema bêje di rê de bi xêra Alexey hînî tîpên Ruskî dibim û wateya hin peyvan jî dielimim. Mesela, êdî dizanim peyva мороженое tê wateya berfeşîrê û wek morozhenoye tê xwendin. 







You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!