Bîraya yekem, Falafela duyem û Rêwîtiya nizam çendan

by - Ağustos 26, 2017


   Em gelekî meşiyan û westiyan, ya bi rastî hewa hebkî germ jî bû. Te got ez hinekî birçî me, te anî bîra min ku min jî sibê ve tiştek nexwariye. Meşa me didome, me pirê derbas kir. Kaşê Şişhaneyê jî têrî xwe dirêj e, xelas nabe bêbav.
   Em gihîştin cihê ku Falafelê çêdikin. Cara te ya yekem e ku tu ê vê tiştî bixwî û heta Falafel Burgera me tê tu ji me re cixareyekê dipêçî. Ji cixareya ku tu dipêçî pir hij dikim. Xweş bû! Falafel Burger hat, û patat jî. Pardon hûn dibên ''kartol''. -Ürünlerimiz yüzdeyüz vegandır!-
   Me zikê xwe tije kir, tu cixareyeke din jî dipeçî û em dikevin ser rêya xwe. Em cihekî digerin ji bo bîra vexwarinê. Me dît ''Janya''. Bila kurd qizinc bikin ne wisa? Bîrayên me hatin, stranên pir xweş jî tên gotin. Bextê me vekiriye: Bîra + Stranên xweş. Bîraya min xelas nabe û tu ya duyem dixwazî. Noşnoşa me ya yekem ji bo Kurdî a duyem jî ji bo xeyalên me ye. Di vê navberê de nizanim çend çîrok, bîranîn hatin gotin û çend cixare hatin pêçan. Gêj dibim, giraniyek dikeve ser laşê min. Bîraya min xelas dibe. Çepppik çeppik!!! Radibin, piçkî din jî dimeşin. Te got cixareyeke din jî bipêçim? Bir kêfa min hat. Jixwe min nedixwest ev şev zû xelas bibe. Diçin parqekê rûdinin. Hewa pir xweş e, te cixareya me pêça. Me dîsa dest bi kişandinê kir. Çi hevalekî baş!!! Cixara yekem xelas, yeke din jî ji aliyê te ve tê pêçan. Êdî bes e, ne wisa? Divê ez jî hînî pêçanê bibim. Lawik westiya :)
  Dem derbas dibe û em naxwazin rabin lê belê rê hene, rêyên dirêj hene.

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!