Rojnivîskên Moskovayê Volume 6

by - Kasım 29, 2017


  
   Her ku tê bîra min dikenim û dikenim. Hin caran wisa dibe ku, ji bo ku li cihên pir qelebalix -pirtûkxane, metro, otobês  filan fîstan- neyê bîra min serê xwe bi hin tiştên din mijul dikim û ji nav meseleyê derdikevim. Mesela mirovan temaşe dikim di metroyê de. Kî çi dike, çi dixwîne, çi temaşe dike? Yên ciwan piranî muzîkê guhdarî dikin, keç û xort ferq nake. Kesên gihaştî jî pirtûk dixwînin an jî bi telefona xwe re mijul dibin. Lê min ev dît ku li vira gelek kes e-book readeran bikartîne. Û kesên pîr çi dikin? Piraniya wan -jin û mêr ferq nake- di çentê xwe de, bêrîka xwe de ji wan pirtûkên sudokuyê digerînin û dema ku yekî/ê ciwan ji bo rûniştinê  cîh da wan zû zû wê pirtûkê derdixînin û dest bi lîstine dikin. Hin caran jî min temaşe dikin ji ber ku em kurd reşik in xweşik in :) 

  Erê, çavdêriya tiştên wisa dikim û wê meseleya ku min dikenîne ji bo kêliyekê ji bîr dikim. Lê dema ku tena bi serê xwe di nav wan kolanan de digerim têrî xwe tînim bîra xwe û pê dikenim. Mesele çi bû? Ca ji we re bibêjim.
  Otobês hat, ber bi otobêsê ve meşiyam. Hatim ber derî, pêl pişkokê kir û dêrî vêbû (li vir ji bo peyabûn û siwarbûnê li ser deriyan pişkok hene, şofêr xwe aciz nake, yanî tu kes nabêje 'kaptan orta kapı'). Qertê xwe da xwendin û ji bo rûniştinê cihekê nêrî. Her der tije ye, li ser piya mam. li derdorê dimeyzênim, dibêjim ka bila yek peya bibe herim cihê wî/ê rûnim.
Ahaa! min jinikek dît, bawerim ê peya bibe. Hêdî hêdî diçim wî alî ve. Jinik rabû, kurkê xwe, kumikê xwe sererast kir û peya bû. Ez cihê wê rûniştim. Ecebiyek heye!! Qoltik zêde zêde germ e. Halla halla dibêjim, ma vê jinikê çi kir wisa? Ji ku vê tê, wa çend saetê di rê de ye? Welhasil hebkî fikirîm, paşê min got, dev jê berde lê, cihê qûna xwe xweş bike û kêfa xwe binêr. Min wisa jî kir. Di vê seqema Moskovayê de ev qoltixê mîna sobê bûye nesîbe kî/ê. Dîsa rojeke xweş li benda te ye! Xwe wisa uyanix, wisa çavvekirî hîs dikim. Li xelqê dinêrim û dibêjim, feqîra binêr vêga qûna wan qeşa girtiye. Di nav vê gengeşiyê fikiran de ferq dikim ku hatimê rawestgeha peyabûnê. Radibim, li qoltixê xwe dinêrim, xemgîn im, naxwazim dev jê ber dim. Lê mixabin, divê herim. Bi xatirê te....
  Peya bûm, çûm zanîngehê, ketim dersa xwe, xwarineke bêtehm xwar, çûm pirtûkxane, piçekî xebitîm, nêzî saetekî li wir raketim, rabûm, dîsa dest bi xebatê kir, berf bariya, bû dereng û ez ji zanîngehê derketim. Çûm metroyê,  siwar bûm, muzîk guhdarî kir, li derdorê nêrî, derdorê li min nêrî, gihîştim Pervomayskaya, peya bûm anha jî li rawestgeha otobêsê me. Numre 11 hat. Siwar bûm, ne qelebalix e. Qoltixekî vala dibînim û dirûnim. Halla halla!! Ev qoltix çima germ e? Qoltixê sibehê tê bîra min, jinik tê bîra min... Paşê destê xwe diavêjim binê qoltix û tişta ku van qoltixan germ dike digerim. Ahaaa!! Min dît, borî. Boriyeke mîna tenûreke germik. Tabîî ya dibêjim, marîfet ne di jinikê de bû, marîfet di borî ye de bû.
  Û ew Gulêya sibehê ewa uyanix, diçilmise diçilmise, dibêje, welle ev gawir qedrê qûna xwe zanin.  


   





You May Also Like

2 şîrove

  1. min nivîsên te gelek :ecibandin, ya volume 6 ez dam destên xemgîniyê lê wekî bi plankirî bi vê nivîsa te ya qelemgerm jî te ez bişirandim, xwedêjiteraziyê :) bi qûrtekî nivîsên te vedixwim û bi te re hisên te dijîm, yên ku te da me; gelek binivîse, pir, mişt, têr :))

    YanıtlaSil
  2. Ji vira silav, silavên germ, silavên dûr lê silavên ji dil.
    Heta ji destê min tê dinîsîm. Lê belê, qaşo ez 'nivîskareke' wilo me ku tenê dema ku pir xemgîn dibim an jî pir bextewar bibim dikarim binivîsim. Hevalên min dibêjin -öngörülemeyen mutluluk ve mutsuzluklar-. êdî pêşeroja ve blogê çawa dibe, em ê bi hev re bibînin.
    Di nav xêr û xweşiyê de...

    YanıtlaSil

Ev jî nû derketine!