Tirsa Tirsê
Ji bo ‘Tirs’a Zweig û ji bo tirseke din
‘Dîsa ew tirsa bêmane ket dilê wê, dema ku
Îrene Xanim ji daîreya berdilkê xwe derketibû û ji derencayan dadiket.’’
Piştî xwendina van hevokan, dengê têlefonê
hat û ne wek tirsa Îrene be jî tirsek ket dilê Zê, ji Q peyam hatibû. Zê
parçeyek kaxiz ji ser masê girt û xist navbera rûpela ku dixwend. Rahişt
têlefona xwe –ya ku ji destketinê çargoşeyên wê birîndar bûbû- û bi çavên xwe
yên kilkirî ku dîtina hin tiştên bêdew û kêfxweş ew çav dibiriqandin, li peyame
nêrî. Ew çav hatin ber biriqandinê lê nebiriqîn, wek ji mirinê di cih de
bifilite, mirin kengê xweş dibe? Ger pirs tune bin, mirin xêra
xwedeyê;
Cana min tu çawa yî?
Zê demeke sekinî, tiştek nedifikirî –hişê
wê qasê ezmanên sayî vala bû- lê hema wisa ketibû nav gêjitiyeke û demeke din
dîsa bi wê gêjitiyê bêhîs bersiva peyamê nivîsand. Teqteqa dengê pêlkirina
tûşan hin stranên kevin anîn bîra wê. Çi rojên xweş bûn yên bi sitranên kevn.
Li taxa me hin jin û mêrên qehpik jî hebûn. Xwest dengê xwe bilind bike û wê
kêlîke çi ji serê wê derbas dibe biqîre. Lê nebû. Ket ber bersiva peyame, ew jî
nebû. Nivîsandina bersiva vê peyamê jî tirseke cuda dida wê. Ne tirseke qasê
tirsa mirinê jî be tirseke bihêz bû. Hê jî dixwest biqîre lê peyam xelas û
stran jî çûn…
-Baş im, gelek spas tu çawa yî?
Peyam çû, lê ez mam. Li bin maseya ber
behrê ew pisîka reş jî ma. Ya ku piştî xwarina sê-çar perçe kezebê çavên xwe
yên mirmirkî rehet dikir. Pêjna bayekî hînik dihat ji derveyî bajêr. Naskirina
kesekî/ê her tim bi xwe re xapandina kesekî/ê –kevin- din tîne. Gelo xapandin
çi bû? Min ev law çawa naskiribû? Kengê hatibû û bûbû sitûnê konê min di
nav vê geremola jiyanê de û wek her kes jî dizane geremola bajarên mezin ji wan
geremolên din cuda ye. Dijwartir e. Barekî giran e. Qasê hechecikekî li pişta
kevokekî pîr, giran e. Bersiva peyama min hat;
-Ez jî baş im. Anha li kar im, dixebitim. Di vê navbere de tu çend salî
bûyî û te çi kar dikir?
Ji bo destpêka axaftineke ev peyv normal
in –wek li ba nan pîvaz were xwarin- ne wisa? Divê axaftinek çawa destpê bike;
bi peyvên xweş û xapînok an bi peyvên bêhîs û rasterast? Van rojan hin zaroyên
xweş jî hatin kuştin. Ji xwe li gundê min hewa qasê mirine girane û qase
giraniya dile wan zaroyên xweşik jî sivik e. Meblaxa giraniya dilê wan kesên
xapînok çend kilo derket. Hêja ye? min jî got;
-Ez xwendekar im û nozdeh salî me. Ciwan im yanî, qasê bajarên piçûk yên
dinya nedîtî. (Emotion: Rûyekî ku bi dêmên sor dikene.) Ji bo jiyanê di
destpêka rê de me.
Rojeke dîsa ji ser Whatsappê ji min re
peyam şand; li benda bersive nesekinî û li min geriya (ji xwe dengê wî jî westiyayî
dihat wek piştî hilkişîna kaşekî dirêj bêhna xwe bide, kî dizane belkî piştî
pevşabûna bi jina xwe re dengekî cûda xwestibe; zewac bi xwe re acizbûyinê jî
tîne. Belkî jî nayîne, nizanim);
-Merhaba ji te re (bi dengekî westiyayî lê ji xwe bawer). Tu guncav î ne
wisa, bibore nîvê şevê li te digerim lê di vê navbere de dê û bavê te tişekî
nabêjin ji bo axaftina ser têlefone di vê saete de (bi dengekî xapînok).
Min jî got; Bi baweriya Vîrgînîa ez ji wan
jinên bibext im ku odeyeke min heye…
Hêdî hêdî ketibû jiyana min û
roja ku peyam nediavet –tenê peyamên hal û xatirê- min ew meraq dikir. Min
qebûl nedikir lê min zanîbû ku li ba xoşevîstê xwe X jî –yê poz mezin, çav
piçûk ku ev çav li ber rojê venedibûn- êdî ez şa nedibûm. Xerib e ev hîs. Her
tim serê min bi fikrên vala mijûl dibû –tiştên kelevajî. Bi dilxwaziyeke mezin
û bêtarîf li benda peyamên wî yên du-peyv-kî disekinîm û diyar jî nedibû carna
saet di yeke şevê de, carna jî hê qijikan gûyê xwe nexwarî –serê sibê- peyam bi
lerizînekî dihat têlefona min.
Bersiva peyama min hat;
-Himmmm… Ji bo yên wek te li gundê me dibêjin ‘çitir’ (Rûyekî biken –wek
nîve havînê aveke cemidî dîtibe- bikêf û bizimanekî derketî).
Zê piçkî sekinî û ji xwe re
got Q çawa dikare tiştên wisa bibêje –rûye wî sor nabe-, çênd dem e em xeber
didin, bû du meh? Zivistan derbas bû û havîn dihat? Wext çawa diherike, wek
diya min gotî "ya ku diçe ji emrê me diçe". Na na bila neçe. Ew jî
here em ê çi bikin. Ji bo neçûyîna wext, dixwazim xwe li erdê bixim. Bixim,
bixim û bila qetek ji min nemîne. Bila li perçeyên min bigerin li geliyan
û li girên spî. Ez dernakevim. Derneket û bersiva peyame nivîsand;
-Ma tu çend salî yî? Peyam şand û dîsa ket ser xwendina pirtûka xwe…
‘’Hi ji we re… Kerem kin… Lê min berdin…
Careke din qet nayêm vir… Sond dixwim’’ Jinikê bi nêrînên xirab lê mêzand û
pere stand. Dema ku pere girt, got; ‘Aşifte’. Îrene Xanim piştî vê peyvê
veciniqî lê dema ku dît jinikê derî vekir, wek merivekî ku ji bo intîxarê xwe
ji bircê baveje bêhîs û bêhilm xwe avet devê derî.’’
Zê bi dengêkî ku mase
bilerizîne ji nav çîroka Îrene Xanim xwe zor zehmet avêt derve. Zê ji nav van
ramanan bi dijwarî derket. Hatibû jiyaneke din. Havîn jî derbas bûbû û payîz li
ber derî bû. Li têlefona xwe nêrî.
-Ez jî bîst û heft salî me. Weke ku ez dizanim çıtır ji mêrên bîst û
heft salî hez dikin (Rûyek ku çavên xwe diqirpîne ).
Zê li ser van hevokan fikirî lê heta niha
xoşevîstê wê yê herî pîr 23 salî bû û ew jî ewqasî pîr nîn bû ha… Û bersiv
nivîsand;
-Bawerim kal xwe wisa dixapînin. Tu here bi qermîçonkên rûyê xwe met û
xaltîkan bixapîne (Bi rûyek devken).
Piştî vê bersivê kêfa Zê hat cîh û ji bo
kêlîkekî jî be tirsa Îrene jibîr kir –anha dengê zarokên neqenc dihat guhên wê
û dengê bayekî hînik jî dibihîst-. Têlefon di destê wê de, hêjand û wek
ku jê re bibêje ‘’serfirazî ya me ye’’ bi xweşikî danî ser masê. Her çiqas
çavên xwe ji pirtûkê dûr bixe jî ew li benda wê bû. Îrene, feqîra xwedê, çawa
ji yekî din hez kiribû –ger tu bi serî heta binî lê binêrî ev tişt hezkirin nîn
bû, tişteke wek hînbûyînê; xwarina nan, nivîsandina çîrokekî, ajotina
erebeyekî- . Çawa çavên wê kor bûbûn, zar û zarok, mêr, pere, zêr û malê
dinyayê çawa ji bîra wê çûbûn. Tenê ji bo du saetan. Erê Îrene; wî
berdilkê te yê bedew çi da te; maçek, kulmek şekir, hembezek, tenetî an jî
hevşabûneke bi eşq û şehwet. Binêre ew tişta ku tu jê ditirsiyayî hat serê te.
Ma Rênas negotibû xwedê û wext xelet
hatiye xetimkirin. Tu hatî girtin, tu anha çi bikî? Tu yê
birevî welatekî dûr, tu yê dev ji zarokên xwe berdî, tu yê jiyana xwe ya kevin
jibîr bikî, tu yê careke dawî berdilkê xwe bibînî, maçî bikî –belkî hevşabûneke
dawî jî bibe- û xwe bikujî, an heta hetaye tu yê pera bidî wê jina ku sebeba
jiyan û mirina te dizane. Tu dibihîze dengên zarokên te tê. Axxxx Îrene
xwelî li serê jiyanê…
Zê piştî van fikrên xwe yên sêwî, bêhneke
kûr kişand û li têlefona xwe nêrî;
-Ez li gora tecrûbên xwe xeber didim. Û min li wêneyên te nêrî pir
erotîk bûn (Rûyeki bicuretkarî).
Ev jî ji ku derketibû. Îrene dikir ji
tirsa bimire; Q qala wêneyên erotîk dike. Êşa Îrene li ku mabû? Di vê navbere
de Zê wêneyên xwe dianîn bîra xwe lê hertişt normal –wêneyekî ber behrê, yekî
rûniştî, yekî bi hevalan re- xuya dikir. Qasê piştî baranê ji daristanan bêhna
axe bifûre alalade bûn wêneyên Zê jî. Wê gavê bersiva peyame nenivîsand
–axaftina bi Q re jî wisa bû geh dişewitî ji bo axaftine geh jî dilê wê jê
dixeliya- û ket ser çîroka Îrene…
‘‘Mêrê Îrene ji wê pirsî: Çi bû? Çima tu
wisa hersokî xuya dibî? Çima tu şewqa xwe ji serê xwe dernaxî? Îrene wek di nav
şaşbûyîna dîsa hatibe girtin de veciniqî û ji bo derxistina şewqe zûzûka çû
mezela xwe. Demekê dirêj di eynikê de çavên xwe yên bi endîşe temaşe kir, heta
ku dît çavên wê bi xwebawer bûn di cîhê xwe de ma; paşî çû mezela xwarinê.’’
Gelo mêrê Îrene tişt fêm kiribû? Îrene ne
Îreneya kevin bû. Nikarîbû wek berê bi zarokên xwe re dem derbas bike, rûyê
mêrê xwe binêre û here bi pereyên mêrê xwe ji bo xwe tiştan bistînî. Tiştek
ketibû navbera wan qasê maça berdilkê wê hesan û qasê tirsa xapandine giran (
bi rastî jî divê ez lir vê hevoke bifikirim. Min gotinên ji xwe meztir kirine).
Zê ji bo jibîrkirina tirs û xemgîniya Îrene bersiv da peyama Q;
-Te ev jî ji ku derxist. Anha ez li wêneyên xwe dinêrim wek te gotî ez
wan erotîk nabînim.
Bi şandina peyamê jî Zê tirsa Îrene jibîr
nekir berevajî tirsa Îrene di dilê wê de hêdî hêdî dibû birînek û êdî xwe wek
Îrene’ya bêbext didît. Tenê cûdahiya wan Îrene hatibû girtin –lîstik xelas
bûbû- Zê hê di serê rê de bû. Ev tişt giran hatin ji bo fikirînê û hûremûrkên
xwe yên li ser masê zûzûka da hevdû, avêt çentê xwe yê sor ku te çi bixwesta tê
de hebû. Xirxê xwe girt. Sola xwe xist piyên xwe û wek xwe ji tirsa Îrene xelas
bikî avêt devê derî. Bêhneke kûr kişand. Tirs piçkî jê dûr ketibû. Nizanîbû dê biçe
ku derê? Hema wisa derketibû. Di rê de navê kûçeyan şopand–kûçeya masiyan,
kûçeya kaşê fireh, kûçeya beqalê tarî, kûçeya dara benîşt, kûçeya bocurgat- ev
tişt destpêke de pir xweşa wê çû, ji bo jibîrkirine serê xwe bi tiştên wisa
mijûl dikir. Lê dema ku berdewama xwendina van navan kir, tirsek mezintir ket
dilê wê –kûçeya evîndaran, kûçeya odeyên piçûk, kûçeya goristanan- te digot qey
êdî kûçe jî tirsa wê û Îrene haydar in. Bi destên xwe serê xwe firkand û got;
Zê van tiştan jibîr bike. Îrene tenê çîrokek e û tu jî bi Q re wek hevalekî
diaxivî. Tu çima serê xwe bi êşa Îrene diêşînî? Û di dawiye de got;
Ez ê herim ba
xoşevîstê xwe X. Çawa ji sibê ve nehatibû bîra wê. Evqasî dûr ketibû ji
xoşevîstê xwe. Ji bo vê tişte xemgîn bû. Divê X bihata bîra wê. Gelo ew jî ne
Zê ya berê bû? Bela xwe ji kûçeyan berda û dest bi çavderiya kesan kir; li nava
çavên van dinêrî? Pirsa duristiyê ket mejiyên wê wek mêşeke ku heta sibê di
nava sere te de vizzviziiye bike. Dîsa Îrene hat bîra wê û wek Îrene têrî neke
mêrê Îrene hat, X hat, Q hat, jina Q hat. Kî/ê ji van duristir bû? Çima ev rê
xelas nedibû û her tiştên xerab ser hev dihatin bîra wê? Ji xwe mala X dûr jî
nebû. Dema ku hiş tijiye rê dirêj dibin an fikr rêyan dirêj dikin?
Zê li dêrî xist. Li hemberê xwe X
dît, hembez kir û sere xwe danî ser singa wî. Ew tiştên kelevajî tev ji bîra wê
çûn. Bi dilekî şa çûn odeya wî. Wê kêlîkê dîsa dengê telefona Zê hat. Texmînên
xwe de şaş derneket, Q bû. Dilê wê xeliya û hindik mabû ji hiş biçûya. X li
rûyê wê nêrî;
-Çi bû? Çima rûyê te wisa sor bû? Destên te çima diricifîn?
Zê bi dengekî tirsokî;
-Na na hevala min Ro bû. Tenê piçkî gêj bûm bawerim ji tavê.
Û ji bo ku X fêm neke telefona xwe avet
çente, zincîr girt –anha dilê wê rehet bûbû-.
Piştî vê derewê, Zê zanîbû ku
êdî derew ji jiyanan wê dernakevin. Ji bo dilê xwe rehet bike li derdora xwe
nêrî –wêneyên wê û X, pirtûkên wan û hê gelek tiştên din-. Dîtina van tiştan
kêfa wê anî cih. Wek sigortaya vê tekiliye li van tiştan dimêzand. Di got qey
ev tişt heta hetayê li wir bimînin. Ji bo dilê xwe piçkî din jî rehet bike
desten xwe yek bi yek li ser wan gerand. Her ku deste wê digihişt van tiştan
agirê nava dilê wê piçkî din jî kêmtir dibû.
X hat, pişta xoşevîsta xwe hembêz
kir. Lê Zê hemberî vê hembêzê ji cihê xwe nelepitî û wek jineke bêgiyan bi
çavên mirî wê nexşêya li ser dîwar ve hatiye bentkirin nêrî. Dinya çi piçûk e,
Îrene dikare here derên dûr û ji vê ezebê xelas bibe. Laşê wê êdî wek rojên
yekem bi agirê hewesê germ nîn bû. Berevajî wek laşekî mirî sar û ziwa bû. Ji
hembezkirina X qayîl nebû – belkî ji dixwast ji Îrene mizgîniya xwe bixwaze,
dinya mezin nîn e- û got;
-Divê ez herim malê ( Ji eşqa çîroka Îrene dîn bûbû him jê ditirsiya him
jî bo xwendina vê çîrokê nikarîbû cihê xwe bisekiniya ).
X ma, Zê çû. Li ber wê maseya behrê
pisîk jî nîn bû. Tenê dengê bêhnstandina wê ya zûzûka dihat ber guhên wî. Çû
ber şibakê û li benda derketina wê sekini. Zê ji dêrî derket; bi qevzên
hişk û bilez û bez ji kolanê derbas bû.

0 şîrove