Rojnivîskên Moskovayê Volume 7

by - Aralık 11, 2017


   Min mifteh ji bêrîka xwe derand, xist qulika dêrî, du cara ber bi aliyê çepê ve zîvirand, dêriyê hêsinî ber bi xwe ve kişand û ketim hundir. Bi ketina hundir re kuçikê bi navê Astî xwe davêje ser min û dest bi bêhnkirina min dike. Çi çax bikevim hundir ev kuçik kurê kuçika min bêhn dike û ez jî pir acis dibim. Bi dengekî qehirî dibêjim;
-Namîêste!!  (di zimanê mala me de ev peyv tê maneya here! )
Wek ku bibêje tu kes ji min hij nake, tu jî hij nake, li min dimeyzêne. Helbet ez vî kuçikî ji çavên wî nas dikim, nêrînên wî tên çi wateyê fêm dikim û cardin dibêjim;
-Ca siktir be here loo...
Astî dûvê xwe dihejîne û diçe mezela din. Şekala xwe ji lingê xwe dikim, çavên min li telika min digere, ahaa! li wir e. Telika xwe ya reşik û bikulîlk li ser lingê xwe ve dikim û diçim ber bi mezela xwe ya tije lîstok. Ceyranê pê dixim, ber bi masê ve dimeşim, dikim çentê xwe deynim ser kursî lê dibînim ku kitika bi navê Botîfar di nav xewnên kûr de ye, jixwe hatina min jî ne xema wê ye. Dengê min bibihîze jî qûna xwe ranake.
Bêhneke kûr dikşînim û çentê xwe davêjim ser qoltix. Hûremûrkên – Mp3, telefona min a hindikaqil, lepikên min, qertê min î zaningehê û otobêsê- di bêrîka xwe de derdixînim û dideynim ser masê. Di wê navberê de Anya tê, dibêje;
-Guulsuumaa...
Ez jî dibêjim;
-Anyaaa... û dipirsim,
- Где мама, дома? (Diya te li ku ye, li malê ye? )
Anya;
-
Да, мама дома. (Belê diya min li malê ye.) û diçe ber bi mitfeqê ve, fêm dikim ku Mama jî li wir e.
Cil û bergên xwe diguherînim û ez jî berê xwe didim mitfeqê, dibînim ku Tanya -nam-ı diğer Mama- ji bo şîvê tiştan çêdike. Di wê navberê de dengê Davîd tê;
-Gulsuumaaa, baş im. -erê bi kurmancî dibêje, min dest bi asîmilekirina Rûsan kir-.stop.
Hahahaha!! dibêjim, heyran hê min ne got tu çawa yî? 😊 -diyar e, di nava ro de dersa xwe baş şixuliye-.
Tanya jî di wê navberê de silav dide;
Êvarbaş, çawa yî? -erê we xelet nexwend Tanya jî kurdî diştexile-. 😊
Baş im, dibêjim, mala te ava. Dixwazim ji bo şîvê alîkariyê wê bikim.
Sênîkeke tîne ser masê û dibêja van tev de.
Dipirsim,
Xwê lê bikim?
Çavên xwe mezin mezin diveke, wek ku jiyana wê da cara yekem pirseke wilo bihîstibe li min dinêre û dibêje;
Tu yê xwe lê bikî?
Kenek min digire, dirêj dirêj dikenim. Û di serê min de pirsek,
Gulsuma, yadê qurban, tu ketî nav malbateke çawa??  
Tanya dibêjim;
Çawa xwe bixim nav vê sênîkê? 😊 
Paşê kenek wê jî digire, ferq dike ku di navbera Gulsuma û xwê de tene kumikek heye.




You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!