Berhevokên Kurdî: Çîrok û stran bi devoka Tur Abdîn û Botanê
Kurdische Sammlungen : Erzählungen und Lieder in den Dialekten des Ṭûr ʿAbdîn und von Bohtan / gesammelt, hrsg. und übers. von Eugen Prym und Albert Socin
Berhevokên Kurdî: Çîrok û stran bi devoka Tur Abdîn û Botanê hatin ber hev kirin / Ji aliyê Eugen Prym û Albert Socin ve hatiye ber hev kirin
Kurdish collections: Narratives and songs collected in the dialects of Ṭûr'Abdîn and Bohtan edited by Eugen Prym and Albert Socin
Albert Socin (13 Cotmeh 1844,
Basel – 24 Hezîran 1899, Leîpzîg) oryantelîstekî swîsreyî bû ku xebatên wî li
ser Neo-Aramaic, Kurdî û devokên Erebî ên nûjen bûn. Û wî tevkarî li ser erdnigarî, arkeoloji, ol,
huner û wêjeya Rojhilata navîn kir.
Socin li Zanînghea Baselê Fîlolojî
xwend û li Zanîngeha Göttingen û Leîpzîgê li ser xebatên Rojhilatî xebitî. Di
navbera salên 1876 û 1890 li Zanîngeha Tübingenê wek profesore Zimanên Semîtîc
ders da.
Eugen Prym (15 Berfenbar, Düren – 6 Gulan
1913, Bonn) rojhilatnasekî Almanî bû ku li ser Zimanên Semîtîc, teybetî li ser
Erebî û Aramî dişixulî.
Ji bilî vê berhevokê tê zanîn ku Socin û Prym bi Zimanê Turoyo jî gelek çîrok û stran top kirine û ew jî çap kirine.
Ev çîroka ku
hûn e bixwînin, li herêma Torê, Tur_Abdînê hatiye qeyd kirin. Li gorî gotara bi
navê The Turoyo Language Today ku ji aliyê Otto Jastrow ve di salên 80î de
hatiyê nivîsandin Gund/Navçeya Kerboran li herêma Torê îstîsnayek e ku tenê Kurdî tê axaftin.
Go[t]*, carek
ji cara[n], rehmet li dê û bavê guhdara[n] wezîrek hebû, du lawê[n] wî û du
keçik[ên] hebû[n]. Her çar qenc bûn. Wezîr go[t], ez ê her du keçik[an] li her
du lawik[an] mehr bikim. Xelqê got, go ya wezîr nabe. Wezîr go[t], belê dibe.
Helqê got, kêfa te ye. Wezîr mehr kir[in]. Salek çêbû. Her du lawik mirin.
Keçik man. Xelqê got, Wezîr go ma me negot wulo meke, guneh e. Wezîr go[t],
çima guneh e? Xelqê got, xwedê rihê[n] wan stend. Wezîr got, wulo? Xelqê go[t], erê. Wezîr go[t], ez ê keleheke
bilind çêkim û bi xwedê re şer bikim. Xelqê go[t], naa, kufr mebe. Wezîr
keleheke gelekî bilind çêkir. Ser kelehê sûreke ava dike, ji kelehê ket, bû sed
perçe, mir. Gundî rabûn veşartin. Her du keçê[n] wî mehr kirin, jina wî ma.
Extîyarekî jina wezîr li xwe re mehr kir. Bûye wezîr di şûna wezîr, tu ji mi re sax.
*Ev [ ] ji bo şanîdana tîpên ku di axaftinê de tên daqurtandin û nayên bi lêv kirin hat bikaranîn. Ji malbata xwe dizanim ku em ti cara[n] paşgira ku peyvê dike pirjimar bi lêv nakin.
**Ji bo daxistina pirtûkê
**Ji bo daxistina pirtûkê



0 şîrove