Pîrozbahiya rojbûna bîstûyekemîn*

by - Aralık 17, 2017


Van rojan em piçekî dûr ketin.
Lê sê hezar kîlometre ne dûr e rihê min,
Ji ber ku dilê me nêz e.
Laşê min û rihê min li ba te ye!
Niha ji xwe dipirsî, çawa?
Bêjim;
Dema ku tu ji xewa xwe ya şîrîn radibî
Û ber bi destşokê ve diçî, bi ava cemidî serçavên xwe paqij dikî,
Ew ava ku te şiyar dike, ez im!
Tu paşî diçî odeya xwe, ber bi paceya xwe ve dimeşî, 
tu dixwazî derve bînerî.
Lê pacê hilm girtiye, tu jî bi destên xwe paqij dikî.
Ez heyran meke! Ez im!
Ji malê derdikevî, di rê de şilî dibare. Dilopa baranê xwe li rûyê te dixe.
Ne baran e! Maçiyên min in!
Bi metroyê diçî zanîngehê,
Na şînahiya baxê min, ez ne metro me, di vê rêya te ya dirêj de rêhevalê te me!
Tu li zanîngehê dengan dibihizî,
Xerîb nîn in, ez diştexilim!
Piştre vedigerî malê, di zivistana welatê biyaniyan de sermayekî te girtiye, deriyê mala xwe vedikî.
Wê demê germahiyek te digire, ez im!
Ber bi odeya xwe ve diçî, lê kuçik nahêle, bi xemgînî li te dinêre, pê re hers nebe, ji ber ku ez im!
Diçî odê û kompîtura xwe vedikî, li ser kilavyê tiştan dinivisî, bi tenê tu ji min re dibêjî Xelef, belê ev pênc tîp jî ez im!
Dema ku xewa te tê û serê xwe deyne ser balîf, bêhnek tê. Ez im ez ezîza ber dilê min!
Ne dûr im, her dem li ba te me!



*ev nivîs -helbest, çîrok an jî tu çi bibêjî bêje- ji aliyê Xelefekî ve ji bo pîrozkirina rojbûna Gulsuma ya bîstûduyemîn hat nivîsandin. Û dema ku cara yekem Gulsuma ev helbest xwend, hestîrên dilşahiyê ji çavên wê hatin xware (ya birastî yên ku dizanin jixwe dizanin Gulsuma yeke diltenik e).  Û Gulsuma fikirî, Xelefo çawa jî roja wê xweş dizanîbû, dest û rûyê xwe dişo, divegere odeya xwe ber bi pacê ve diçe, zanîngeh, metro, vegera malê, germahiya malê ku bi vekirina derî ve xwe li bin çavê wê dixwe. Û ew kûçik, û kompîtur û skype. 
Gulsuma dixwaze spasiyên xwe ji Xelefo re bişîne û dibêje;
-Ez û tu
Bi çivik-firê
Sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr
Lê, bi giyanî
Ji canê hev ji hev re nêziktir in.

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!