Rojnivîskên Moskovayê Volume 9
Ji bo vê serdemê ev Volume dawî ye. Hefteya
bê diçim axa pîroz. Ji ber vê yekê jî dixwazim di vê nivîsê de bi gelemperî qala
jiyana Moskovayê û Rûsan bikim. Ka çi dixwin, çi divexwin, çawa dijîn, ji çi hez
dikin, ji çi hez nakin filan fistan.
Ev Rûs çi dixwin?
Rojeke hevala min ji min pirsî, got: Li Tirkiye,
Kurd gelek nên dixwin? Min jî bersiv da û got: Çawa naxwin, bê nan xwarin ji
qirikan wan derbas nabe, ger nan tunebe têr nabin û hetta hevalên Serhedî
dibêjin ‘’were em nan bixwin’’ nabêjin ‘’were em taştê, firavînê an jî şîvê
bixwin.’’ Û min lê zede kir, lê hûn, Rûs, qasê ku min dît hûn nên naxwin. Ji ber
ku li mala ku ez lê dijîm gelek caran qet nên nayê sitendin. Hebe nebe şorbe…
Keçikê li min nêrî û got, naaa… Rûs ji nên gelekî hez dikin, li vê dere belkî nên
gelekî nayê xwarin, ji ber ku bajarê mezin e filan lê ger tu biçî bajarên piçûk
tu yê bibînî ka Rûs çawa nên dixwin.
Ger peyva şorbê li banî derbas bûbe hewce
dike ku hebkî behsa şorbeyên Rûsan bikim. Yekem divê ev bê gotin ku Rûs hema bêje
ji bo hemû xwarinên avelorî dibêjin şorbe. Beriya sê rojan min li xwaringeha
zanîngehê şorbe xwest. Ca bifikirin çi dane min. Fasûlî. Erê, fasûlî… Min got
baş e, hûn bibêjin şorbe em bibêjin xwarina avelorî, fasûlî ji fasûlîbûna xwe
tu tiştî wenda nake. Ez ketim ser, min xelas kir lê belê fasûliya ciya min a li
ser sobê çekîrî li ku ev li ku.
Wekî din, li Rûsyayê şorbeyeke bi navê Şî heye ku pir navdar e. Tê de her tişt
heye lê belê ew şorbê wek şorbeya kelem jî tê bi nav kirin. Erê, kelem. Ew keleme
ku ciya me dike tirşî.
Lê, gelek xwarinên navdar ên Rûsan tune
ne, liv ir xwarinên Ukraynî û Gurciyan gelekî tên hez kirin. Li ser her
kolaneke restoranteke Gurciyan heye.
Û Rûs ji şîraniyê piiiiiiiir hez dikin.
Çaya xwe tijî şekir dikin. Û li marketeke rafên herî mezin ji bo şîraniyan tên
veqetandin.
Mijara xwarinê evqas bes e, lê dixwazim
gotina xwe ya dawî ji bo xwarinan bibêjim kî, bê tehm im. Çawa bêriya dermanê
germ, ava bacana û mast dikim… Hûn ê bibêjin ma li wir dermanê germ, ava bacana
û mast tune ye. Ez ê jî bejim, belê heye lê tehm ne ti tehm e haaa!
Ev Rûs çawa dijin?
Rûs, hebkî tiral in, sar in, û xweş-vexwar
in. Di metroyan de dîtina kesên ku di deste wan de bîra û serxweş in mumkun e. Li
Moskovayê malbat gelek zarokan çênakin, xwediya mala min sê heb zarokên wê
hene, û hevalên wê ji bo wê dibêjin tu dîn î. Qet ji bîra min naçe, di ezmûna
Rûsî ya şitexaliyê de mijara min malbat bû. Dema ku min ji mamosteya xwe re got
pênc bira û sê xwîşkên min hene bawer nekiribû .😊 Xwîşk û birayên
min sax bin, min bi xêra wan puanekî baş stend.
Di nava rojê de, dema ku dê û bav diçin
kar, jinên ku ji bo wan nanny tê gotin tên li zaroka dimeyzênin. Nannya mala me
Saşha ye. Jineke Ukraynayî ye. Jixwe divê vê agahiyê jî li vir zêde bikim ku piraniya
nannyan an Ukraynayî ne, an Kırgız an jî Ozbek in. Jixwe li Moskovayê hemû karên
xizmetê ji aliyên van feqîran tên dayîn. Wek ku li Tirkiyê Kurd bixebitin li vir jî ev reben dixebitin. Li marketên mîna BIMê, di karên înşaatê de hwd.
Û tişteke din jî heye ku, li Moskovayê, zewicîn
û ji hev berdan pir rehet e. Mesela, xwediya mala min sê caran zewiciye û her
sê caran jî hev berdane. Mînakeke din jî mamosteyê min, çar caran zewicî ye 😊 û anha bi jina xwe ya dawî re dije.
Wekî din, li vir jî meseleya mektebên
dewletê û ên teybet hene. Yên ku rewşa wan baş e zarokên xwe didin mektebên
teybet ên din jî didin yên dewletê.
Ahaa!! hindik mabû ji bîr bikim ku bêjim li
Moskovayê xwedîkirina seyan zehf populer e. Hema bêje çaxê her rojê dîtina
jinikekê an jî merikekî bi seyekî re mumkun e. Jixwe li derdorê gelek parq hene
ji bo gerînê. Û li mala me jî seyek û do pisîk hene, ez ji se re dibêjim here
pisîk te, pisîkê ji mezelê derdixînim pisîka din tê. Jixwe kengê bi ciya xwe re
ji ser Skype biştexilim, van heywanan dibîne, dibê ev çi ne? Ev çeppelê heram 😊

2 şîrove
beşa dawî ya rûs-nameya te kin maye. tu yê bibêjî qey nîv-volumekî din dê were :) dema xwendekariya xwe de min kûçik xwedî kir, rojên betlaneyê çawa diçûm malê, xwedêjêrazî min têdixist hemamê û digot dest û rûyên xwe helal bike, kincên xwe jî biavêje qorziyê ez ê helal bikim :D
YanıtlaSilRoj-nivîsk, Rûs-name helbet ê kin bimînin ji ber ku jiyan berdewam dike. Lê jiyan dirêj îşellle, ger ez nemirim, ez ê hin volume din jî binivîsim.
YanıtlaSilû ji bo îlgî û eleqeya te spas.