Piştî pîrozkirina sersalê ya li Moskovê, ez, Sergey û Alexey berê xwe didin Tur Abdînê, Midyadê. Ji Moskovê siwar dibin, diçin Stenbolê, ji Stenbolê jî Mêrdîn. Li Mêrdînê, li balafirgehê Malfono Yusuf (di zimanê Suryankî de malfono tê wateya mamosteyê/mielim mêr) li benda me ye. Ew bixwe jî ji Tur Abdînê ye, Suryanî ye. Me dibînê û bi me re dest bi axaftina Îngîlîzî dike. Li erebeya wî siwar dibin û dikevin ser rêya Midyadê. Zilamekî ji dil e, ji bo hatina me, ji bo projeya me ji şaredariya Mêrdînê re daxwaznameyek nivîsandiye û wek bersiveke wan jî gotiye baş e, bila werin, rehet rehet karê xwe bikin. Di erebê de radyoyê tînê ser qanaleke Kurdî. Jê dipirsim, tu Kurmancî zanî? ‘Çawa’ dibêje û em civateke xweş deynin. Ji wî dielimim ku kare nivîskariyê, mamostetiyê dike. Kul û derde wî zimanê wî, Suryankî (Suryoyo) ye. Û divê agahiyeke din jî li vir zêde bikim ku di karên akademîk te ji bo zimanê Suryankî ya axaftinê Turoyo (devoka ku li Tur Abdînê tê şitexilîn) û ji bo Suryankiya nivîskî jî Kṯobonoyo tê gotin. Zarokên Suryanî li dêrê Suryankiya nivîskî dielimin û heme bêje ên ku Kṯobonoyo zanin dikarin hemû pirtûkên kevin bixwînin û bi rehetî fêm bikin. Jixwe di dîroka Suryaniyan de nivîsandin cihekî pir muhîm digire û em dikarin bêjin ku bi xêra wan pirtûkan û kevneşopiya nivîsandinê zimanê Suryankî hatiye heta van rojan. Û tişteke din jî heye ku ji bo devoka Midyadê peyva Midyoyo ji bo devoka gundan jî Kuryoyo tê bikaranîn. Îhtîmaleke mezin peyva Kuryoyo ji peyva gund a bi Suryankî qrito tê. Di neqeba Midyoyo û Kuryoyo de cûdahiyan piçûk hene, li vir dibêjim piçûk lê hûn li gotina min nemeyzênin, tîpek jî ji bo fêmkirina dîroka zimanan pir muhîm e. Wek mînak, ji bo Ez, kesê yekemîn, yekjimar li Midyadê Uno, li gundan Ono tê gotin.
Malfono me tînê heta ber deriyê otele, -otela
me li aliyê Estlê dimîne- û em bi hev re dikevin hundir. Hevalekî wî wî dibînê
û dibêje aḥuni (birayê min). Guhên xwe bel dikim ku Suryankî guhdarî bikim.
Paşê dibînim ku derbasî zimanî Erebî bûne. Piştî demeke bi xwediyê otele re
Tirkî diştexile, dizivîre bi min re Kurmancî diştexile, bere xwe dide
mamosteyên min û bi wan re Îngîlîzî diştexile. Ji nava xwe dibêjim Malfono super
polyglot e.
Xwediyê otele miftehên me
dide me, Malfono Yusuf ji min re dibêje; firaxên xwe deyne odeya xwe, Sergey û
Alexey jî bi xwe re bîne em ê herin Dêra Mor Hobil Mor Abrohom. Û divê em plan
û programa we çêbikin. Dibêjim, temam. Odeyên me li qeta duyemîn in. Diçin
odeyên xwe, barê xwe deynin û xwe diberdin lobiyê.
Ji Estlê bere xwe didin
aliye Midyadê, pêşî hin avahiyên nexweşik ber çavê min dikevin, bawerim vira
Midyada nû ye. Qet nexweş e. Piştî pênc deqqe ew malên xweşik xwe nişan didin.
Ji vira re dibêjin Taxa Filleha
(Gavur mahallesi). Jixwe payva fillehê
ji dê û bavê xwe dizanim ku wan ev peyv gelek caran ji bo kesên ku ne misilman
in bikardianî. Lê paşê ji lawikekî Suryan hîn dibim ku peyva fillehê tê wateya xulam,kole. Serê min de pirsek, dibêjim,
ez heyran filleh ne peyveke Kurmancî ye, peyveke semîtîk e, û em peyva we li
hemberî we bikartînin, li vir tiştek heye, ecêbiyek! Paşê vê meseleyê bi
mielimên xwe re parve dikim; dibêjin, dibe ku çaxa ku hêjmara ereban li van
dera zêde bû dibe ku wan hemberî Suryaniyan ev gotin bikaranîbe.
Anha li Midyadê hemû Suryanî Ortodoks in lê bele
sê-çar malê Katolîk jî hene bes ên Protestan nînin.
Di nav malên kevirî de
bere xwe didin dêrê – wek nîşê, peyva Kurmancî ya dêrê him tê wateya kîlîse hem
tê wateya manastir e-. Dêr derveyî bajêr e. Serokê dêrê Yusuf Maqsialyes Türker
li hêviya me ye. Dikevin odeya wî, sobeyek darane û çaydankek li ser sobe, oxx
dibêjim min çiqas bêriya sobeya daran kiriye û helbet çay…
Yusuf Türker bi dîtina me
kêfxweş e, Malfono Yusuf behsa me dike, behsa projeya me dike. Ser sera, ser
çavan dibêje Yusuf Türker, heta niha ji Awrûpayê, ji Amerîkayê gelek lêkolîner
û zimannas hatin lê cara yekem e ku ji Rûsyayê hin kes ji bo lêkolînê tên. Wî
çaxî dêrî divebe û zilamekî rûken dikeve hundir. Em dirabin, silav didin hev,
Schlomo. Ev zilam Hebîb e, Hebîb Doğan, muxtarê gundê Kfarze. Malfono Yusuf ji
Hebîb re dibêje -min nişan dide- ev Gulê ye, ji Kerboranê ye, hûn nêzî hev in.
Em dikenin, li hev dimeyzenin, û ez dibêjim, ji ber wê xwîna me tevizî hev, em
nêzî hev in. Jixwe ji gundê Kfarzê jî Kerboran xuya dike.
ḤAḤ
Bi ajotkarê me Bobil re diçin gundê Ḥaḥê, li wir
muxtarê gund Hebîb li hêviya me ye. Pêşî me dibe Dêra Meryem Ana, şekalên xwe
ji piyên xwe dikin û dikevin hundir. Û hewayeke cemidî pêşberiya me dike.
Pirtûkên pîroz ên Suryankî ber çavê min dikevin. Paşê Hebîb piçekî ji me re
behsa dîroka dêrê dike.
Ji dêrê derdikevin, di nava gund digerin. Çêlek, dîk,
mirîşk, golik, ker diçin û tên. Sergey, Alexey û Elena dirêj dirêj li heywanan
dimeyzenin. Ez jî bi Hebîb re dimeşim û jê dipirsim: Ev jandarma li vir çi dikin?
Bersiv dide: piştî 15 Temmuzê dest bi çêkirina qaraqolekî kirin û liv ir
dimînin.
Difikirim. Gelo dibêjim, bela xwe li we didin? Piçekî
disekine, difikire û dibêje, ne wek bere ye lê hê jî bela xwe li me didin. Paşê
behsa salên bere dike, dibêje; bêriya bîst sala Kurmancan gelekî li bela xwe me
didan lê anha hebûna me qebûl kirine.
Jê dipirsim;
Li gund mizgeft heye?
Heye dibêje, lê anha li gund Kurmanc nîn in. Berê,
heftê malbatên Suryan hebûn û bîst malbatên Kurmanc lê anha tenê bîst malbatên
Suryan hene, yanî bi tevahî 120-125 kes hene. Lê havînî gelek kes tên gund û
sitanî divegerin bajaran xwe. Ya bi rastî bêriya sê-çar salan çaxê ‘çözüm süreci’ gelek malbat vegeriyan,
wê deme jiyan xweş bû. Lê anha pêjna tu kesî nayê.
Tên ba mala wî, cîranên wî silavan bi Kurmancî lê
dikin. Disekinim, halla halla dibêjim, hûn Suryanî ne ez heyran çima Kurmancî
diştexilin?
Hebîb bêhneke kur dikşîne û dibêje, li vî gundî mezin
Suryankî baş nizanin, jixwe ez jî zimanê Kurmancî mezin bûm paşê çûm dêra Mor
Gabriel û li wir hînî zimanê Suryankî bûm lê li dêrê me Ktobonoyo dielimenin.
Ktobonoyo yanî Classic Syriac û ji bo jiyana rojane jî Suryoyo.
Êvarê, Adem -lawikekî ji gundê Bethkustan û xwendevanê
Malfono Yusuf - ji bo alikariya deşifre kirinê tê arî me dike. Di navbera çay û
qehweyê de em piçkî li ser mijara Kurmanc û Suryanan diştexilin. Fikrên xwe
tînê ser zimên û dibêje, Kurmanca gelekî bela xwe li me da, jixwe li vir, polis
û jandarma hemû Kurmanc in. Xemgîn dibim henekî, jiyan li vira weke ku ji derve
xuya dike sererast nîn e. Û Adem berdewam dike, dibêje di komkujiya 1915an de
nêzî heft hezar Suryan hatin kuştin bi alikariya Kurmancan
BETHKUSTAN
Navê gund bi Kurmancî baqisyan bi Tirkî Alagöz e, ji
gundê Ḥaḥê 3km dûrtir e. Keşe Gabriel Aktaş wek Bethkustaniyekî ji me re qala
gundê xwe dikir. Li gund anha 15 mal hene, bi tevahî sed kes filan. Zarok ji bo
elimîna Suryankiya nivîskî, Kṯobonoyo, diçin dêra Mor Eliyos, li wir keşe
Gabriel derse dide wan, û jixwe diçin mektebe hukumetê jî. Zarokên vî gundî
Suryankî, Tirkî û piçekî jî Kurmancî zanin.
KFARZE
Bi İlyas İran re -ji Kfarze ye- diçin gundê wî, di
erebeyê de pirtûka xwe ya bi navê Kfarze
(Altıntaş) Köyü’nün Tarihçesi dide me. Pirtûk bi Tirkî û Suryankî ye. Gundê
Kfarze ji Midyadê bîst deqqe dûr e. Qasê ku ji İlyas elimime li gund bîst-bîst
û pênc malbat hene. Ên Suryan jî ên Kurdê-Misilman jî hene. Li Kfarze hema bêje
hemû Suryanî Kurmancî û Suryankî zanin. Dema ku ji zilam û pîrekên pîr
dipirsin, zimanê bapîr û dapîrê we çi bû? Bi rehetî dibêjin Kurmancî û Suryanî
bû. Û paşê ji Îlyas dipirsim, gelo Kurmancên vî gundî Suryankî zanin?
-Dibêje, ên bere, ên pîr, Suryankî zanin lê yê vega,
em nizanin çima, lê Suryankî nizanin.
Piştî demeke em destûrê dixwazin, xwediyê malê na
dibêje, divê hûn zikê xwe tije bikin û wilo herin. Li Sergey dimeyzênim, em
bimînin an herin? Sergey jî;
-(Fedikirî), em dest vala hatin, û em sê kes in, em ji
we re nebin bar? Xwediyê malê piştî vê gotinê acis
dibe. Dibêje hûn mêvanên me ne, acisbûyina çi! Malfono Yusuf ji bo me zehf
biqedr e, teqez divê hûn tiştna bixwin.
Ji bo firavînê em derbasî salonê dibin, li ser masê
nanê tenûrê, nîsk, qetik û gelek tiştên tehmxweş li benda me ne. Paşê İlyas ji
me re qala kevneşopiyeke Ortodoksan dike;
Îro çarşem e, em roja çarşem û înê heta êvarê goşt
naxwin, ji ber wê jî qusurê nemeyzênin îro firavîna me nîsk e.
BSORÎNO
Gundê ku anha ji bîst û pênc malbatên Suryaniyên pêk
te li gund bîst û pênc dêrên Suryaniyan hene, İlyas bi henek dibêje ji bo her
malbatekî dêrek heye. Navê gund bi Tirkî Haberli ye, giredayî Hezexê ye. Dema
ku Keşe Salbino behsa dîroka gund dike, em fêm dikin ku bêriya komkujiya 1915an
nêzî 500 malbatên Suryan li vir hebûn lê mixabin gelek ji wan hatine kuştin. Ên
ku xwe xelas kirine jî reviyane, çûne, hin gundî piştî deh salan filan
vegeriyane axa bav û kalen xwe û lê heta van rojan jî gelek ji deste hukumetê,
jandarmayan, gundiyên Misilman kişandine.
MÎDIN
Sibehê zû em bere didin gundê Mîdinê girêdayî navçeya
Hezexê, Şirnexê ye. Bi Tirkî jê re dibêjin Öğündük. Wek ku kêşeyê gund ji me re
dibêje heta beriya 150 salê jî li gundî tenê Kurmancî dihat şitexilîn lê tişta
ecêb ev e ku li gund Kurd tunebûn. Wî çaxî zimanî Suryankî jî tenê wek zimanê
dêrê dihat bikaranîn.








0 şîrove