Rojnivîskên Moskovayê Volume 10
Ботанический
сад
Piştî Mêrdîn û
Stembolê, min dîsa bere xwe da Moskovayê. Tişteke ecêb e, dema ku hatim mala xwe
ya li Moskovayê min ferq kir ku ji rewîtiyeke hatime. Divê ev hîs li Stembolê
bihata serê min lê nebû, berevajî, min li Stembolê wek ku di nav xewneke de bim
hîs dikir. Wek hin kes ê qedereke din min şiyar bikin.
Li Stembolê bi xêra
hevalekî min keçikeke kurd-êzdî ku li Moskovayê dije ji instagramê dîtibû.
Keçike ji min re gotibû ku li Moskovayê cihek heye ku jê re dibêjin Mala
Kurdan. Doh sibehê min biryar da ku piştî nîvro biçim serekî Mala Kurdan
bidim. Adres diyar bû, ул. Вильгельма пика 4а Ботанический сад. Piştî
taşteyeke bi penîrê Wanê ez ji bo dîtina Kurdên Moskovê amade bûm. Ji
Pervomayskaya çûm Kurskaya, Ji Kurskaya Prospekt Mîra, Ji Prospekt Mîra
Botaniçeskî Sad. Ji metroyê derketim, berf hûrik hûrik dibare. Birayê min hat
bîra min, digot, ince ince bir kar yağar fakirlerin üstüne.
Çavê feqîriyê, xurbetiyê, xwendekariyê kor bibe ku dîsa
min qontor bar nekiribû telefona xwe û wek kuçikekî saeteke li cih geriyam. Min
ji çend kesan pirsî cih nizanîbûn, çend kesan got em İngilizî nizanin bersiv
nedane min, çend kesan jî ji googlemapê cih nişanda û min nedît.
Welhasil piştî macerayekê min cih dît, hatim ber avahiya
numre 4. Li derdorê dinêrim nav mav tune ye. Paşê min dêhnê xwe da dîwaran,
ferq kir ku zarokan navê xwe yên Kurdî li ser dîwaran nîvîsandiye û navê
Kurdistanê jî hatibû nivîsandin. Pêl zîlê kir. Camerekî dêrî vekir. Peyva yekem
Heval bû. Min ji dile xwe got, hobaaaa. Me hev nas kir felan paşê ji min
re got jin li vî alî ne, were. Çi eleqe dibêjim, ma jin û mêr ji hev cûda dirûnin.
Ez din nav fikran de diçûm û dihatim, jinikeke dêrî vekir, got ez Bêrî. Berê
min da salona mezin, qevza xwe avêt salonê û li hember wêneyekî Apo dît. Têrî
xwe mezin, li ba wêne jî ala Rûsyayê û hin alên partiyê. Jinikê hin pirs ji min pirsin,
çi dike, li ku dimîne filan. Paşê jî got, me jî ji bo zarokên xwe mamosteyekê
digeriya ji bo Kurmancî. Kêfa min ji vê fikrê re hat, ji ber ku zarokên ku tenê
Rûskî zanin ji bo min jî bi kêrî tên, ez ê bi xêra wan Rûskî zûtir bielimim. Me ji bo hevdîtina seftê li hev kir û Bêriyê
got divê ez îro zû derkevim. Beriya wê jî got, vega te bêriya xwarinên me
kiriye, me savar çêkiriye were bixwe, tu ji rê te, birçî bûyî. Welle min qet
şerm nekir û got hebe ez ê bixwim 😊 Min
zikê xwe tijî kir û derketim. Êdî roja seftê ka çi dibe em ê bibînin.

0 şîrove