Ew kes êdî ne winda ye, bêdeng û bêzimen be jî, ew her û her heye
Ez, ez ji bo gelek kesan Gulê me, ji bo diya xwe Gulsumake me, ji bo
bavê xwe Gulsum im, ji bo kesekî dil im, ji bo hin kesan Gülsüme me, ji bo
xweha xwe Gîlsî me, ji bo Mişhel û Anya Gulya me û hê gelek varyasyon hene ku
nayên bîra min. Beriya heşt salan ji bo kesekî Gülso bûm. -çaxê jimartinê ferq
kir, bûyê heşt sal, ya star!- Dema ku li lîseyê min ew lawik dîtibû, xortê bêjn
dirêj û piçkî lewaz, xwediyê porên reş, rengê tenê wî ye ku wek di bin rojê de
şewitî be, ew çavên kesk ku ji dil û can dibiriqîn, çi bikim nekim, nikarim van
detayan ji bîr bikim. Min biryar debû ku ez aşiqî wî lawikî bûme, di navbêra
her dersê de çavê min li wî digeriyan. Min zanîbû ku di navbêra dersan de çaxê xwe
çawa derbas dike. An li bexçeyê mezin top dilîze, an li ba kantînê hevalên xwe re
diştexile an jî di sinifê xwe de ye. Paşê navê wî elimim, Mehmed. Di pola
duyemîn de, em her du ketin eynî sinifê de, me her duyan jî sayisal
hilbijartibû. Di wê lîseya ku ji sedî hefteyî ji Kastamonu, Rize û Giresunê bûn,
ji sedî bistî alewî bûn, gelekî zehmet nebû ku, em kurd hev nas bikin. Mehmed
ji Batmanê bû, ger ne xelet bim, Kozluk bû.
Bi demê re, em bûn heval, diştexilîn piçûk piçûk, rojekî ji min re
peyamek avêt, sms, wisa nivîsandibû, ‘’S.s’’.Ên berê wek navê xwe baş dizanin ku
ve s.s tê wateya seni seviyorum e. Min wek ku fêm nekiribe jê pirsî bû lê wî jî
mijar guherandibû û me peyam ji bîr kiribû. Paşê nayê bîra min ku, em çawa
bûbûn xoşewîst. Ciwan bûn, di kolanan de destê me nav deste hev de, geh li vir
ve diçûn, geh li wir ve. Roja ku nedihat mektebe roja min a herî xerab a li mektebe
bû. Dema ku digot ez îro nayêm, min bi avayeke ew îkna dikir û dianî mektebe.
Jiyan ji me re xweş bû. Paşê, wek hemû tiştan rojekî ev çîrok jî qediya, ez
çiqas xemgîn bûbûm, bawerim tekîliyên ku mirov herî zêde xemgîn dikin ên di
çaxên balixbûnê de ne. Ji ber ku mirov wî çaxî dibe ji bilî evîndarê min ve ti
kes ji min fêhm nake.
Qet ji bîra min naçê, li malê, li odeya xwe ya piçûk im, qotîkekê min
hebû ku min tiştik û miştikên min û Mehmed -ya bi rastî min jê re digot Mexî-
dixistin wira. Hema çi werê bîra we, biletên me yên sînemeyê, notên ku me ji
hev re dinivîsandin, û ên herî muhîm fotraf. - Ez keseke fotraf-hez im
ezbenî, lê fotrafê çawa? Fotrafên ku mirov dikarê destê xwe bide wan, ên
derxistî. Ên ku dema ku tu acis dibî tu dikarî wan biqetînî.- Her çiqas bi mentiqa
ergentiyê min êw fotraf qetandibin û hemû not avêtibin çopê jî ez keseke
fotraf-hez im. Ya bi rastî ez keseke bîranîn-hez im. Deme ku piçekî difikirim,
tê bîra min ku min hemû fortafên Mexî neqetandine, divê yek mabe.
Ji bilî vê tekiliyê jî, di navbera min û fotrafan de her tim bendikek
hebû. Heta beriya salekî jî min her sê mehan carekî hin fotrafên hilbijartî
derdixistin û dixistin nav wê albûme xwe ya ku li ser bergê wê fotrafekî gulên
pembe hebû. Baweriya min ti caran, bi hard-dîskan, usbyan û kompîtiran nehat.
Jixwe beriya salekî hard-dîska min ket erde û di nav de çi hebe çi nebe çû. Û fotrafên
vesîkalik, ev cûreya fotrafan jî ji bo min gelekî bi qîmet e, ji ber ku tu
dikarî van bixe cûzdena xwe û heta hetaye wan bi xwe re bigerîne, mîna rê-hevalan.
Dema ku zarok bûm min qet fêhm nedikir ku ka çime bavê min fotrafê diya xwe ya
pîr yê kevn di cûzdena xwe de diveşêre, heta wê roja ku min dest bi topkirina
fotrafên vesîkalik ên heval, hogir û melbatê kir. Ger ne xelet bim sal 2014 e, zivistan e, bi eşqekê mezin bi hevalê xwe re çûbûm Eminönü û makîneyek stendibû. Ev makîne ji wan makineyên ku di wê kêlîkê de fotraf dikşîne û dide te. Navê wan çi bû, bawerim ji wan re digotin İnstax mini. Û dema ku, em çar heval bi otostopê li Kurdistanê digeriyan, wek jestekê min fotrafên kesên ku em stendine erebeyên xwe dikişand û wê kêlîkê dida wan. Kêfa wan dihat, ji ber ku min dem, kêlîk, roj nemir dikir. Êdî em nemir bûn (piştî gotina 'nemir'ê helbestek hat bîra min, a Rênas Jiyan, digot; min ji te hez kir, ez bûm yekî nemir).
Vê havînê, di Eydê Heciyan de, em şeş xweh û bira me bar kir û em çûn
dîtina dê û bavê min, çûn Dereca, Kerboran. Xweha min a mezin bi zarokên xwe re
li wir bû. Û bi çûyîna me, her çiqas qadro ne temem jî be, dê û bavê me bi
dîtina me gelekî bextewar bûn. Wek bîranîneke, me li ser rêya vegera seyranê
fortafek kişand, kurê xalê min ev fotraf kişand. Fotrafekî têrî xwe rengorengo
ye. Havîn e, derdor têrî xwe şîn e, pişta me çiya xuya dikin. Di rêza yekem de,
ên ku şipiya ne, diya min a çarik spî di nîvê fotraf de ya. Diya min nakene,
sere wê bilind, zarokên wê arza wê neşikandine û hatine dîtina we, xweşik
xweşik li kamerayê dimeyzêne. Di bin milekî wê de ez, di bin milekî wê de
birayê min î ji min piçûktir heye. Li ba min, yanî li rasta diya min, xweha min
a herî mezin heye, desmeleke pembe li sere wê ye, wê jî mile xwe avêtiye ser
mile birayê min î nîvco. Di bin deste birayê min î nîvco û rûkên de xwarzîkê
min î herî piçûk Alî heye, Alî wek zanibe ku ev fotraf êdî heta hetaye ê li ser
dinyayê be, poza xwe ya herî xweş deye. Gelekî nekeniyaye, lê ji çavên wî diyar
e, dilşad e. Li aliye birayê min ku çepa diya min dimîne, xweha min a din heye.
Yazmeyeke bi renge spî û bigul daniye sere xwe, dikene. Li ba wê jî bavê min,
bavê min e ku ji xeparê gomlekê wî yê şîn di nax xwîdanê de maye, li ser rûyê
wî kenek e bextewar heye, zarokên wî li ba wî ne, kêfxweş e. Rêza jorê, ên ku
dirûnin, aliye rastê xweha min a ji min du salan an jî salekî mezintir heye,
gomlekekî renge keskê vekirî lê ye, rûken e, mile xwe avêtiye ser milên
xwarzîkê min î nîvco, İbrahim, feqîro di bin mile xweha min de westiyayî xuya
dike. Li gel İbrahim, birakê min î herî piçûk heye, Mirado, wî çaxî pora xwe
dirêj dikir, serê xwe bilind kiriye, singa xwe derxistiye pêş û bi avayeke
karizmetik li kamerayê mêzandiye, li cem Mirado Şevînê heye, şal û gomlekekî
pembe lê kirine, tilikeke wê di deve wê de bi çavên ken li kamerayê dinêre
bextewar e. Li dawiya vê rêzê, li aliye çepê, xwarzîkê min î herî mezin Nihad
dirûne, tîşortekî şîn li xwe kiriye, destê xwe avêtiye ser mile Şevînê û li
kamerayê dimeyzêne. Ev fotraf êdî dibe şahîdê wê kêlîkê, dibe şahide xwîdana
bavê min, şahîdê bextewariya diya min, şahîdê dilşadiya vê malbatê. Ev fotraf
dike ku ev kêlîk li ser dinyayê bimîne. Bibe rêçek, şopek.
Li ser fotrafan ku ew demên ku tên
kişandin nemir dikin, nahêlin wenda bibin Mehmed Uzun jî di pirtûka xwe ya bi
navê Bîra Qederê te wiha dibêje.
‘’Ew kurte-deme ko fotografkêş pê li
qumçike dike, êdî kurte-demek e ko tu carî ji bîr nabe; fotograf hatiye
kişandin, kopiyek ji eslê wê hatiye pê û ya girîng, ew kopiye dê her û her
bimîne. Ne wext û herikîna wextê ne jî mêjî û kalbûna mêjî êdî dikarê wê
kurte-demê bide jibîrkirin. Kopiya ko eynî mîna eslê xwe ye, dê li ser dîwaran,
din av bêrîkan de, din av kaxiz, defter û kitêban de bên parastin. Meriv dê car
bi car, dem bi dem, li wan biniherê û kesê li ser fotografê bi bîr bîne. Ew kes
êdî ne winda ye, bêdeng û bêzimen be jî, ew her û her heye.’’

0 şîrove