Ez baş im, tu pak î, ew çawa ye?
Ne wek
hertim jî be, wek gelek caran bi niyeta cixare kişandinê ber bi mitfeqê ve diçim. Tûrikê xwa yê titûnê deynim ser masê û şibakê divekim. Çavên min li
xwelîdankê digerin -dibêjim xwelîdank lê eslê xwe kupayeke kevin wek xwelîdankeke
tê bikaranîn- û dibînin, wê jî deynim ser masê. Kursiyê xwa dikşînin ber masê vê
û dirûnim. Tûrikê xwa yî sor vekir -bila sor be pênc/şeş quruş zêde be-, kaxez
derxist, filtreyek ji berîka tûrix derxist danî ber dest, destê xwe avêt nav
titûn. Tûtin ne tûtinê Mûşê ye, ev tê bîra min û xemgîn dibim. Dest bi
peçandinê kir, piştî şûndeke cixare amade ye. Dirajim êgir û pê dixim. Wexta pê
dixim, bêhneke dikşînim. Oxx dibêjim, çi xweş. Di nav van gotinên wek oxx xweş
de çavê min li Ferhenga Rûsî-Kurdî dialiqe û deste xwa dirêjî ferhengê dikim. Di vê navberê
de belkî sê-çar peyvan hîn bibim. Rûpelek hema wilo vekir, peyvek ber bi çavê
min ket; Огонь: Êgir, ar. Yeke
din jî li ber çavê min dikeve; Овощи: Sebze, sewze. Wê kêlîkê ji odeya hember
Tanya tê vî alî, çav xew, wek ku bi zorê ji nav cihan hatibe derxistin, hêdî hêdî dimeşe.
Min ji bîr kir, dibêje. Te çi ji bîr kir? dipirsim. Dibêje tu bikşîne û berê
xwa dide kîsê mamaya seyê malê, Astî. Ji nava xwa dibêjim, haa xwarina se.
Senîka se dixe nav kîs û derxîne, senîka din jî ji ava misliqê tije dike û berê
xwa dide mezela xwa. Paşê dibînim ku pisîka malê, Botîfar, bi çavên sêwî li
Tanya dimeyzêne lê Tanya ew jî bîr kiriye, dixwaze here û raze. Paşê, Tanya
dibêjim, li min dimeyzêne, ez jî pisîkê şanî didim, dibêjim, ew jî haqê xwa
dixwaze. Haa dibêje! Divegere, dirêjî kotîka mamaya pisîkan dibe, dest
dirêj in, di carekî de kotik di dest de ye û ber bi sêniyên wan ve diçe. Li malê du
heb Pisîk hene, senîkên her duyan jî tişî dike. Dîsa bi avayeke otomatîk ber bi
mezela xwa vê diçe, îro westiyaye diyar e, nema dikare li ser piyan bisekine.
Dema ku diçe jî deriyê mitfeqê ji pişt ve, hêdîka digire. Paşê di mitfeqa tije
hûremûrk de ez, cixareya min, seyek, du pisîk û kirtekirta wan e ku ji mamayan
tînin dimînin. Li wan dinêrim, ez ne xema wan im. Ew li tijekirina zikê xwa
dimeyzênin. Ji nişka ve nivîsandina vê kêlîkê weke blogeke tê bîra min, bi
dizîka derî divekim ku herim odeya xwe kompîtura xwa bênim û li ser vê nivîseke
binivîsim. Çûm odeya xwa, dibînim ku şerjê kompîturê hindik maye, xwa de
nabînim ku rajim şerj. Telefonê hildigirim, dibêjim ez ê ji ser telefonê
binivîsim. Rahişt telefonê, bi qevzên nermik bi mitfeqê ve diçim. Çaxê
gihîştina mitfeqê dibînim ku kitikekê xwarina xwa xwariye û derketiye, se jî
wilo xwarina xwa xelas kiriye û vêga avê divexwe. Çavên min li pisîka din
digerin, wê jî xelas kiriye lê ev weke yekê têrnebûyî hîn tiştên din digere.
Derîyê mitfeqê li ser me digirim û têm ber masê. Rûniştim, cihê qûna xwa xweş
kir lê dibînim ku se dixwaze derkeve û derî girtiye. Haho dibêjim, me nû cihê
qûna xwa çêkiribû divê rabim û derî vekim? Dirabim û derî divekim. Se diçe, roj
ji bo maliyên min xelas bûye. Zarok dirazin, Tanya çav xew çû cihê xwa, se ber
bi cihê razana xwa vê çû û pêjna kitikan jî nayê. Divegerim cihê xwe, têlefona
xwe divekim û dest bi nivîsandinê dikim.
Ne wek hertim jî be, wek gelek caran bi nîyeta cixare kişandinê ber bi mitfeqê vê diçim. Tûrikê xwa yê ...
Piştî
xelaskirina blogê dibînim ku ev nivîs piçekî kin bûye. Çawa dirêj bikim, çawa
dirêj bikim. Haa! Dibêjim. Îro tiştek hatibû serê min ka behsa wê bikim.
Diyaloga ku
di navbera min û xwendevanê min î nû yê Kurmancî, Hayk ku eslê xwa ji Êrîvanê
ye, Ermen e, lê li Mosko mezin bûye re derbas dibe tê bîra min. Ji bo dersa me
ya îro, min ji WhatsAppê peyam avêt;
-Rojbaş.
Rojbaş,
çanî? (ji hevalên xwa ên êzidî hînî vê pirse bûye)
-Baş im,
tu çawa yî?
Pac im.
‘’Pac im’’
Did I write it correctly?
-Na
dibêjim, Pac çi ye?
Peyameke
bi deng dişînê û dibêje, hevalên min ên Êzidî dibêjin ‘’ez pak im’’. Piştî
guhdarîkirina vê peyamê dikenim û jê re dinivîsim;
-Tu pak î,
rast e.

0 şîrove