Rojnivîskên Moskovayê Volume 11
Axir, piştî do meh û nîvan min xeber stend ku pirtûka ku ji axa pîroz hatibû şandin ketiye nav hundirê sînorên Rûsyayê, Moskovayê. Pirtûka ku li cihekî nivîskarê wê dibêje ''Tişta herî girîng ev e ku tu bikarî li demê nefikirî. Dema tu bikarî li herikîna demê nefikirî, tu dikarî li cih û mekanan jî nefikirî. Ya ku kesekî dîl dikuje fikirîna wî ya berdewam bi dem û cihên din e.'' We rast texmîn kir, Hinara Dawî ya Dinyayê. Dema ku xeber dane min, numreyek jî dabûne min û gotibûn divê tu werê postê. Ser serên min, ser çavên min; pirtûkeke Kurmancî haaa ji ku hatiye heta vira, helbet ez ê bêm û wê bistînim. Ma îşê min çi ye? Qet!
Di vê navberê de, doh smsek ji min re hat. Behsa hewaya Mosko dikir, digot di navbera 23 û 28ê vê mehê wê gelekî sar be, hey ji xwe hebe! Erê, ji bo germahî-hezan Mosko ne cihê jiyînê ye, sar e, seqem e, qeşa ye, berf e, cemidî ye... Xeyal bik; tu ji malê derdikevî, beriya derketinê te ji şibakê mêzandibû, tav hebû -erê ew tava ku mehê carekî tê, serekî li me dide û wek ku bêje ''ben birisine bakıp çıkacaktım''- ger tav hebe dibe ku piçekî germ be. Te cilên xwe yên stûr li xwe kirin, di bin pantol de termal tayt, di bin fanerê xwe de gomlekek, di bin gomlek de jî atletek. Goreyeke qayim, stûmaleke hêja û qapûtekî ji ''pirça qaza''. Tu amade yî. Amade yî? Sola xwe li hundir, li ber deriyê derketinê xiste lingê xwe, ji zarokan re go пока!, ji kûçik û pisîkan xatir jî xwest, pisîkek te ber lingên te û nava çavên te dinêre, dibêje xwedê hafiz û derketî.
Piştî demeke kin, derdora 45 saniyeyan -ne ku tu saniyeyan dijmerî, jixwe heta tu zincîra qaputê xwe digirî tu xwe li ber derî dibîne- gihatî ber deriyê kesk î derve, te pêl pişkokê kir û derî ji ber xwe vebû. Bi avêtina qevza yekem, wek ku yek şeqameke xweş li gurmika te bixe, hewa cemidî xwe wulo li ser çav û berên te dixe. Tu jî wek ku hewcedariya te bi vê şeqamê hebû, têyî ser xwe. Wilo piçekî serê xwe dihejînî û qavza duyem tavêjî. Bi qevzên destpêkê tu fehm nakî ku gurmikên te û destên te yên derve hêdî hêdî wek ku qeşa bigirin, diqurimin.
Lê laş, laşê te hîn dibe. Laşê ku bi wext re hînî hemû bextewarî û xemginiyan dibe wê helbet hînî sermayê jî bibe.
Rojek ji rojan, piçekî zû çûme zanîngehê û li korîdorê, li ser kursiyê darî rûniştîme, li benda mamoste me, wê bê û polê veke. Di vê navberê de jî pirtûk dixwînim. Tam min got ez ketim nav pirtûkê, dengek hat, yanî hin kes diştexilin. Halla halla dibêjim wek ku min ''şey'' bihîstibe hîs kir. Lê Tirkî li vir çi digere! Paşê dîsa dikim bikevim nav pirtûka xwe lê nabe, nikarim, ew şitaxalî berdewam dike. Hê jî wek Tirkî tê, lê dibêjim gelo mejiyê min henekê xwe bi min dike, ev Rûsî ye û ez wek Tirkî dibihîzim? Welhasil, min dev ji xwendina pirtûkê berda û min bala xwe da deng, erê Tirkî bû. Hêdî hêdî ber bi deng ve çûm, li ber polê bi numreya 102 sekinîm. Kurikek û keçikek bi Tirkî diştexilîn, pêşî min piçekî guhdarî kir, ka mesele çi ye filan behvan.
Lawik digot;
-Ben Dersim'liyim.
Keçike digot;
-Tam olarak nerelisiniz, anlamadım?
Di nav vê axaftinê min li derî xist û go;
-Merhaba, Türkçe konuştuğunuzu duyunca gelip bir selam vermek istedim, burada çok bulunulmuyor.
Me silav da hev, kurik Okan, keçik Oya. Keçikê ji min pirsî;
- Türk müsün?
Min jî go;
- Na, ji Tirkiyê me lê belê...
Wê jî got;
- Türkiye'lisiniz yani.
Erê, mixabin erê.

0 şîrove