Dema ku diya min ev nav li min kir ez ne xortek, jineke çardeh salî bûm.
Axlebe dema ku êvara dereng diçûm malê bi avayeke acisbûyî denge xwe li min dikir,
digot; ‘’weke wan gîskên gerok tu ji sibê heta êvarê li sikakan çi dike! Tu dibêjî
qey mala keça min nîn e. Mezêne çi bûye te, dibakî melkemot.’’ Min jî wek pisîkeke
şîr rijandî sere xwe ditewand û digot; ‘’ma ez ê çi bikim, çûm pirtûkxane, çûm
sînemayê, havalen xwe filan dîtin.’’ We jî digot, keça min ka bêje; ‘’kî weke
te her ro diçe sînemayê. Rojekî jî li mala xwe rûne, nederke, ma tu yê mire?’’
Her çiqas min bigota; ‘’temam Hacî Fatim îro ez li malê me’’ jî, xeberek dihat
û ez derdiketim. Ma Hacî Fatim, Hacî Fatima xwediyê neh zarokan û neh neviyan, ev
nav bêsebeb li min kiribû. ‘’Gîsk, Gîska Gerok, hedanî pê nakeve.’’
Vê Gîskbûnê gelek tişt anîn sere min. Dema ku cara pêşî min ji bavê xwe
re got, ‘’yaboo, ez ê bi hevalên xwe re çim Newrozê.’’ Wê kelîkê bavê min di nav
cihên xwe de gêr kirîbû, wexta gotina min bihîst bere quna xwe da min û got, ‘’heke
ti ji kîrê bavê xwe yî, te çê.’’ Lê ciwan bûm, sal 2014 e, xwîna min dikele, divê biçim. Beriya Newrozê
bavê min çû gund û min jî çente xwe hema tije kir û bere xwe da Amedê. Wexta
bavê min bihîst ku ez heta Hezexê çûme û min li serek wî nedaye, got; ‘’keça
kera ti çima nehatî ba min!!!’’ Paşê min
ferq kir ku Gîskbûn navbera bav û qîzan gelekî jî xera nake, hereee!
Piştî sala gera
Kurdistanê a di meha adarê de, havîna 2015an, min bere xwe da Balkanlar,
warê feqîr û rebenan. Disa gotina diya min rast derketibû, kurmê harbûniyê
ketibû nava min, bajêr têrî min nedikirin, carna wilo dibû ku min rojekî de
welatek diguherand. Sirbîstan,
Arnavutluk, Makedonya, Kosova, Montenegro hema wilo digeriyam.
Di eynî
salê de, ez çûm Ermenîstanê; Yerîvan, Gumrî, Vanatzor, Ecmîadzîn, Gundê Êzîdiyan,
Eçmiatzin û hê gelek cih û çîrok. Kengê min dest bi çûyîneke bikira diya min sere
xwe dihêjand û wek ku bibêje ‘’here Gîska Gerok here, vira têrî te nake’’ li min
dinêrî. Êdî qebûl kiribû, keça wê ya ku carna wek seyeki li sikakan digeriya xistibû
sere xwe ew ê her tim biçûya, ew ya rêyan bû. Qet ji bîra min naçe, Li Ermenîstanê, di koma ku bi
wan re ji bo projeyeke çûbûm de lawikek hebû, Heznî. Hevalê min î hêja. Beriya
vegera Stembolê min û Heznî biryar da kû roja vegerê em ê serê sibêhe teqsiyekî
bigirin û herin ser gora Xarapetê Xaço. Ew roj hat, saet 6, şiyar bûn. Teqsî
hat û em siwar bûn. Qasê ku me zanibû, Kekê Xarapet li goristana mezin a nizam
ku derê bêhna xwe divekir. Piştî nîv saetê em gihatin serê ziyaretê, me ji
teqsiyê re got, li hêviya me bisekine. Û me berê xwe da ziyaretê, de were û tirbê
bibine. Digerin, digerin, lê na. Paşê jinikek li ber çavê me ket, me navê
Xarapetê Xaço got û bi alîkariya wê tirb dît. Erê, ha va tirb li pêşiya me bû.
Heznî wê kêlîkê ji çente xwe kompîtira xwe derxist û strana ‘’Lawikê Metinî’’
vekir. Li ser gora Xarapetê Xaço, sere sibehê, Lawikê Metinî lê dixe, me
cixareyek pêxist û ketin ber giriyê.
Min çi digot, Gîskbûn, erê vê Gîskbûnê, di havîna 2017 an de ez birim heta
Îngiltereyê. Piştî vê gerê, ji mamosteyê min î li Rûsyayê xeberek hat û got, ‘’Gulsuma,
ji bo Masterê were Mosko, her tişt amade ye.’’ Di wan rojên ku Trump serlêdana
vîzeyê Amerîka qedexe kiribû ev teklif xweş hat û min got ‘’baş e, ez ê bêm.’’ Erê,
dîsa rêwitiyek li benda min bû, lê vê cara ne ji bo gere bû, mayîn bû, jiyîn
bû, xerîbî bû, jiyaneke nû, maleke nû, bajarekî nû bû. Kelecanekî girtiyê, divê
telefonî dê û bavê xwe yên li gund bikim û bejim rê xuya kir, hewce dike ku herim.
Bavê min, Hacî Emerê Fatma Melê, bi vê xeberê gelekî kêfxweş dibe ji ber ku
dikare bi keça xwe forsa xwe bavêje gundiyan, sere wî bilind e, dipirse, ‘’bêtifaq
tu yê kengî biçî?’’ ‘’Hefteya werê ez diçim, yaboo ji min re hin benî, basîq, helîl,
mewîj filan bişîne’’ dibêjim. Lê diya min, feqîra diya min, nizanîbû ku Gîska
wê ya Gerok wê rojekî biçe welatekî din jiyana xwe bidomîne. Ber êvarê, bavê
min li min digere, dibêje, ‘’diya te sibehê ve digirî, xwarinê naxwe, xeyidî
ye.’’ Dibêjim ka telefonê bide wê. Diya min, li ser telefonê ye, nizanim çawa
dest pê bikim. ‘’Pîrê’’ dibêjim, ‘’tu çima xwarinê naxwî, tu çima digirî?’’
Dengê wê dilerize, ‘’Gulsuma’’ dibêje, ‘’keça min ma ji Stembolê mezintir cîh
hene, tu çima diçî? Zanim tu jî wek birayê xwe biçî û nayî’’. -birayê min tê
bîra min, len Bahdîn dibêjim, tu bûyî bela serê min, meyzêne!! Lê Hacî Fatim
mafdar bû, kurê wê çû bû û di heşt salan de carekî jî nehatibû- ‘’Yadê’’
dibêjim, ‘’Amerîka li ku, Mosko li ku! Mosko nêzîk e, ha li vir e, bi teyarê çar
saet e.’’ Heta min piçekî dile diya xwe xweş kir mala min xera bû. Lê di dawiyê
de, vîze, bilet milêt hatin eyar kirin û 19 Cotmehê li uçaqê siwar bûm.
Belkî jî diya min kir ku ez bibim yeke wisa Gerok, belkî bigota jina
mala ez ê li mala xwe bisekinîbama. Lê nebû, wê navê Gîska Gerokê hilbijartibû.
Ma nav lê kirin ne sînor kirin e jî. We jî bi avayekî ez mecbur hiştibûm ku bibim
Gîskek, divê min qewlên vî navî bianîna cih.
Ji sê mehan zêdetir e ku ez li xerîbiyê me. Doh hevalekî min î li
xeribiyê xwest ji ser Skype biştexile, min got ser çavan û me Skype vekir.
Hevoka wî ya yekem ev bû ‘’Qet nedihat bîra min ku ez ê rojekî bêriya T.C
bikim.’’ Hehehe keniyam, dibêjim; ‘’tişt nabe hefteyên pêşî wiha dibe lê paşê
mirov hîn dibe.’’
Di nav geremola jiyana li Moskovayê tişta herî zehmet hînbûna Rûsî bû. Heta
ku mejiyên min rasterast hînî xwendina alfabeyê bû, sed teqle avêt. Mesele ev e
ku, hînbûna tiştên nû rehet e lê ger yek were û ji te re bêje êdî ev ‘’H’’ ne denge
hh ye, êdî denge nn ye. De were ji mejiyê xwe re bêje. Qebûl nake di destpêkê
de lê paşî….
Paşî wisa xweşik hîn dibe ku dibe zimanê xewna
te.
Erê, ev nivîs ji bo nejibîrkirina xewna yekem a bi Rûsî hat nivîsandin û helbet ji bo nejibîrkirina bîranînên Giska Gerok.

2 şîrove
Xebat xweş
YanıtlaSilMala we ava ku we ji bo xwendina kelevajiyên min wext veqetand.
Sil