Li derî xist û kete hundir
Mamosteyê
pîr yê bi navê Sergey -ya bi rastî tenê emrê wî mezin bû naxwe wekî din bi her
avayî wek xortekî çardeh salî bû- bi xwendevana xwe ya ciwan re di odeya tije
pirtûk de li ser wergereke dixebitî. Çavên xwendavana wî gelek caran li şibaka bê
perde dialiqî û li hewayê, dinêrî. Îro hewa gelekî sosret bû an jî wek gotina
diya wê îro dinya nexweş bû. Geh bayekî xurt xwe li bin guhê daran dida, geh
baran dibariya, geh roj derdiket ji bo demeke kin. Xwendevana ciwan hin caran
jî aciz dibû ji ber ku Sergey, mamosteyê wê, carinan li ser hevokekê bi saetan
difikirî. Heta ku bi her avayî ji nav rêziman dernediket, her peyv pir baş fem nedikir,
mantiqa ziman serê xwe de çareser nedikir nikarîbû derbasî hevoka din bibe. Carna wilo dibo ku ji peyveke derbasî mijareke
din dibû û xwe di nav mijareke din de didît. Ferhenga Suryankî, Erebî, Kurdî,
Elmanî, Îngilîzî ji ber deste wî kêm nedibû. Ev rêwitiya di nav peyvan de
gelekî xweşa xwendevana wî diçû. Wateya peyvekî bi zanîna rayeka wê zelaltir
dibû. Peyv ji ku tê, çawa tê, çawa derbasî zimanên din bûyê, wan zimanên din çi
lê zêde kiriye, çi kêm kiriye, çi guherandiye filan behvan.
Dema ku xwendevana wî hin peyv xweş şîrove
dikirin kêfa Sergey dihat û digot; ez dibinîm ku tu zimên hîn dibî, ez bi vê
şanaz im. Kêfa xwendevanê jî dihat, bi hîseke dilnizmî dikeni û digot;
mamosteyê min sax bin, gelekî baş in. Sergey mamosteyekî wisa bû ku carna ji bo
ku xwendevana wî 2-3 deqqe dereng dimîne jê re digot; shame on you! Feqîra
xwendevanê jî lêborîna xwe jê dixwest û sere xwe ditewand li rê dinêrî. Ji bîra
xwendevana wî nediçû, ji wan rojên yekem bû ku hatibû vî welatê xerîb û dest bi
xebata Sergey re kiribû. Wan li hev kiribû ku saet 14:00yan de wê li odeya wî
hev dîtibana. Xwendevana xerîbî-welêt rêya zanîngehê piçekî bi zehmetî û 5
deqqe dereng mabû hevdîtine. Dema ku gihat ber devê deriyê Sergey, di nav
xwehdanê de mabû, li derî xist, û kete hundir. Sergey şipiya li benda wê bû destê
wî dilerizîn û got; Em ji te hez dikin, bila qûna te nerabe -helbet ev sererast
negotibû lê tişta ku gotibû dihat vê wateyê- dereng nemîne careke din. Rebena
xwendevanê nizanîbû divê çi bike, çawa tevbigerê.
Çaxa ku Sergey û xwendevana wî di nav ferhengan
de rêya xwe wenda kiribûn, çi bûn alemeke din derî lêxist û her du jî ji nişka
ve hatin ser hemdê xwe. Yên ku hatibûn kur û jina Sergey bû. Ketin hundir, nêzî
derî man, lawik; Yaboo, di rojbûna xwe de tu ne li vir î, diçî Mezopotamya, me xwest
diyariya te beriya çûyinê bidin te û qotikeke piçûk dirêjî Sergey kirin. Sergey
dît ku ev telefoneke android e, kêfa wî hat ji ber ku ya wî êdî kevin bûbû. Sergey
qotik danî ser mase û çû jina xwe hembêz kir, rakir. Jinikê şerm kir, hinarokên
wê sor bûn. Paşê Sergey kurê xwe yî çav şinik û zerik ji aniya wî paçî kir û vegeriya ser maseya xwe dîsa kete nav gerdûna peyv û gotinan de. Çavên xwendevana wî jî li barana derve taliqibû.

0 şîrove