Li ber dikana Îbrahîmo, li heviya Xalê xwe
me. Neyta min heye ku ji Kerboran herim gund, herim Derêca -kîskê kêça-. Ya bi
rastî min digot piştî Kerboran ez ê bikevim ser rêya Derêca û otostopê bikşînim,
helbet hin erebe wê derbas bibin. Ji ber ziyarete derbas bûm, piştî baraneke
nermik erd, ax şil bûye. Û bêhneke gelekî xweş ji nav wan bexçeyan tê. Nêzî derketina
ji gund, do zilam, li min dimeyzênin. Dibînin ku ez ber bi rê ve diçim, yek dengê xwe bilind dike; Birazî bi ku ve diçî? -Zanim bi pora xwe ya kinik û bi çaketê xwe yê keskê şêx ê wek zilamê pîran gelekî dişibim kurikan- Serê xwe dirakim; ez ê çim Derêca. Zilam
bala xwe zêdetir dide min, ji şekala min a bi herî heta pora min a qut li min
dimeyzêne. Xwedê zane çi ji dile wî derbas dibe. Dibêje, birazî dibe êvar, nekeve
ser rê, li vir bisekine, wexta erebe hat, siwar bibe. Lê ez, gîska gerok,
hedanî min nakave. No, no, dibêjim. Ez ê çim hêdî hêdî. Dê û bavê min li gund hêviya
min in, gelekî bêriya min kirine, ez ji dereke gelekî dûr têm, her der ne çiya
bû lê têrî xwe sar bû. Û ez ji deştan jî hij nakim, zêde rast in û di turikê
min de jî tiştên rast hene mîna rêyên Derêca. Zilam; temam temam dibêje, dûv dirêj
neke! Van wêje-hezan mala me xera kir û kurdologan.. êdî em fêm nakin çi çi ye?
Gelek caran qasê James Joyce tevlîhev dikin şitexaliyan. Vegere jiyana
rasteqîn êdî ev der ne wek berê ne. Nikare gora sere xwe wilo here-were!
Meyzêne tene şivanek heye û wê qedereke din bê şev. Tê rê de bimîne. Himmm, ev
gotin bi sere min dikevin û li bavê xwe digerim, Papa dibêjim, li Kerboran im –
Kerboran merkez rahat olsun herkes- lê erebe merebe xuya nakin wê çawa bikim.
Ka bisekine keça min, dibêje, ez telefonî Xalê te Ibrahîm bikim, bila were te
ji wir bistîne. Telefon girt, bere xwe didim sûkê ve, ji nava xwe helbesta
Arjen Arî dibêjim -gava vegerim li te, têr dixwim tiriyê te- zanim ne çaxê tirî
ye lê ez ê jî têrî xwe pelên mêwan bixwim. Papa, digere; Haa bavo dibêjim, na
na, ne li rawestgehê me, diçim ber bi sûkê ve. Temam, dibêje, here devê deriyê dikana wî Îbrahîmo bisekine, Xalê te wê te ji wir bistîne.
Li benda dolmîşeke spî me, yanî par ereba Xalê
min dolmîşeke spî bû -gelekî baş tê bîra min, piçûk bûn me havînên xwe li gund derbas dikir û dema ku em ji gund bi ereba Xalê min derdiketin em diçûn serê banê erebe û me ew çiyayên xweşik bi çavekî rût temaşe dikirin. Lê divê me xwe baş bigirta - . Li nava hemu dolmîşên spî dimeyzênim, lê na. Pêjna Xalê
min nayê. Li ku ma ev zilam! Wa erebeyek hat ba min, lê ne spî ye, ne dolmîş
e jî. Ecêb, tiştekî nabêjim. Derî divekim, Xalo û jina wî, Hawiko. Û kurê wa yê du
salî -welle navê wî ji bîra min çû!!-. Diçim deste Xalê xwe, ew jî ji aniya min
maç dike. Bi xêr hatî xwarze dibejê, dikenim. Û diçim rûyê Hawiko. Heta mirov nasên xwe nebine ferq nake ku bêriya
wan kiriye an na.. Erebe berê xwe dide rêya gund, ya bi rastî ne ku erebe berê xwe
dide gund, Xalê min berê erebe dide gund😊 Piçekî diçin û Hawiko dibêje; Hediyaka Osmên
ji ku zane ku em li Kerboran in? Piştî vê gotinê ferq dikim ku Hediyaka Osmên li
hêviya erebê disekine, erebe ji dûr ve nas dike û hêdî hêdî ber me ve tê. Derî kişand, etekê xwe da
hevdu û kete hûndir. Hawiko qet nasekine û dipirse; We çi kir? We xeberek ji Leyliko
stend? Hediyakê bêhneke kûr dikşînê û dibêje; Heyra, keçik çûye! Ne go henek
hatine û ji mala min zorê derxistine, birine. Keçik bixwe çûye, tiştek ji destê min nayê.
Piştî vê axaftinê fêm dikim ku Leyliko,
Leyloka şermok, Leyloka baqil, Leyloka jêhatî, Leyloka ku hemû pîrekên gund ew wek mînakeke baş şanî zarokên xwe dida reviyaye, merek kiriye, çûye. Diya wê ya
feqîr jî çûye qereqolê lê ma polîsê çi bikin? Ancax sê-çar pirsan bipirsin û bi
formalîtê hin tiştan bidin îmze kirin. Yaw dibêjim, di gundê me de hema bêje
bîst mal hene lê xiraxir jê xelas nabe. Geh hin direvin, geh mêran dikin, geh
hin hinan dikujin, geh hin dikevin erzê hinan..
Hatin dengeha, li ber mektebe peya dibin. Pez
vegeriyaye gund, jina Evdê Zero jî bizinên xwe didoşe. Li min dimeyzêne, tu bi xêr
hatî dibêje. Bersiva wê didim; Xwedê ji te razî be ... û gotina min liv ir xelas
dibe, ev pîrek dîbû çî min? Xaltîk an Metik, Jinam an Jinxal... Min ji bîr kir.
Xwedê min nehêle! Bere xwe didim rêya malê, piştî baranê, ax û rîx ketine nav
hev. Bêhneke tevlîhev ji erde tê, xweşa min diçe. Bêriya vê bêhnê kiriye. Ji sikakan
xwe diberdim xwarê. Nêzî malê dibim, dengê bavê min tê, owaaah çalê! Ketiye nav
koxê, çilo dide bizinan. Nêztir dibim û; Hacî Omer, dibêjim! Zû zû ji koxê
derdikeve, tên ba hev, deste wî maç dikim, ew jî ji aniya min maç dike û destê xwe
pişta min dide, wek ku bi dîtina min gelekî bextewar bûbe, kenek li ser rûyê wî
ye. Şewqa wî li sere wî ye, destên wî tev derizîne û piçekî jî zeîf bûye. Ciya
min li ku ye? Yadê, yadê, Hacî Fatim!! Dengê wê tê, li serê bên e. Hema dikevim
hûndir, diçim deste ciya xwe, paşî hev hembêz dikin. Kirasek li xwe kiriye, yadê
dibêjim, xêr e, te îro xwe ozel kiriye. Dikene, dinanên wê yên zêr şoq didin. Ji
xwarê denge bavo tê, dibêje, te çi baş kir ti hatî! Tu bi xêr hatî!! Were
bizinên me meyzêne, hingî xweşik in. Ji hembêza ciya xwe direvim û diçim koxê,
bizinên me dimeyzênim, bizinên ku wê zivistanê bibin qelî.
Bavê min, bavê min e ku her tim bi mal û
milkê xwe, bi tirî û bacanên xwe, bi zarok û guncikên xwe fors diavet gundiya
vê carê jî bi pelê mêwan ku wê sibe li bazarê bên firotin forsa xwe tavêje min. Odeyek
tije pel. Di biharê de jî forsa xwe bi pelên xwe diavêje keça xwe. Li pelan dimeyzênim,
şîn in, gelekî şîn û li ser wan peşkê avên tên dîtin.. Dirajim yekî, dixwim,
yeke din, yeke din, yeke din û yeke din... Ma min ne gotibû – gava vegerim li
te, têr dixwim pelên mêwê te -.
Hêdî hêdî dinya reş dibe, çiyayên hembêr hema wilo ne. Û stêrk û heyv... Û ji barok jî denge avê, şirra şirra avê. Yadê dibêjim,
îsal kêf kêfa we ye, denge avê meyzêne, têrî hemû gundî dike. Diya min, na lê,
me doh koteka bacan av dan, newal vala ye ji bo nî wê jî gelek deng jê tê..
Hiii dibêjim, naxwe îsal dîsa şêrên avê ji gund kêm nabin.
Ciya min; Vêga Mirad dibêje -birakê min î
herî piçûk- , îşev kêf kêfa Haciyan e, keça wan li ba wan e û denge bavê min tê.
Di telefonê de bi yekî re diştexile. Diçim ba lê, dipirsim, dibê, Mirad e. Gotina
ciya min tê bîra min, çawa jî kurê xwe nas dike.
Yadê dibêjim, ez dikarim li Bahdîno bigerim,
yanî em ê hev bînin. Gelekî kêfa wê tê, dibêje, ka em xwe bidin hev du paşî.
Temam dibêjim piştî şîvê. Ji tenurê nan, ji nav banik pîvazên şîn, li ser agirê
sobê nîsk û masî.
Piştî
şîvê, li birakên me yên dûr digerim. Hema bêjim bi uçaqê 13 saetan dûr, ewqas
yanî. Deng gelekî dereng tê, heta bersiv ji hembêr tê bavê min pirsa xwe ji bîr
dike. Paşê diya min; hê jî fêm nakim, ew li wir e û em jî li vir in. Em çawa
dikarin hev bibînin!!

0 şîrove