Ka devkê devê xwe vekin lêlolêlo!
Li mitfeqê me, ji salonê dengek tê, Davîdoskî ye: ‘Gulê,
Gulê gelo tu dikarî goşt nexe nav şorbeya min?’ Lê dinêrim, wek wan kuçikên
şêrîn li min dimeyzêne, nikarim xwesteka wî red bikim û dibêjim: ‘Helbeeet!’ ˁeşqa
wî zahf tê hema bêje hesp bûya wê zîtirk avêtibana.
Şorbe, şorbeyên
navdar, şorbeyên navdar ên Rûsan, şorbeyên navdar ên Rûsan ku mirov ji wan têr
dibe, şorbeyên navdar ên Rûsan ku mirov ji wan têr dibe ku di nava wan de her
tişt tê dîtin… filan dikarim gelekî dirêj bikim. Lê naxwazim, divê mirov
gotinên xwe dirêj neke, yekî bû yekê bû nizanim, baş nayê bîra min, gotibû, ji
bo hînbûyîna tişteke nû divê mirov guhdarî bike, bi axaftinê tu tiştekî nû hîn
nabî – versiyona Torîkî: ji bona ˁelimîna tişteke nû divê ti bihêsêne, bi
şiteˁaliyê ti tiştekî nû naˁelime – . Êêêê ka piçekî jî hûn biştexilin
heyra!
Baş e, destur bidin
ez ji we re behsa rojên xwe bikim, van rojan – tu dibêjî qey Gulsumake rojî
digire û dirabe paşivê – dereng
dirazim. Sê, sê û nîv filan, carna dibe çar, pênc… Ne ku li ser projeyên xwe
yên çılgın dişixulim, lê wilo jî wext derbas dikim. Wextên xweş, wextên
herî xweş, wextên herî xweş ên vê biharê, wextên herî xweş ên vê biharê ku ez
li Moskovayê me, wextên herî xweş ên vê biharê ku ez li Moskovayê me û dixwazim
herim axa pîroz… filan. Dikarim vê jî dirêj bikim, lê nakim. Ma divê xwediya malê
her tim biştexile, ka devkê devê xwe vekin lolêlolê! Ji min re behsa xwe bikin? Kî ne
hûn? Çi dikin? Çi nakin? Ji çênekirina çi hez dikin? Gelo hûn di jiyana xwe ya berê
de kî bûn?

0 şîrove