Derêca-Mêrdîn-Kurdistan
Çavê xwe
vekir, dinya bûye rahnî, ne li rasta min ciya min diraze ne jî li aliye çepê
bavê min. Dibêjim dîsa min malê hêliştine û çone Kahnîka Gor, ev fikr min ˁaciz dike,
ma ez ji bo çi hatibûm ba wan, ji bo çi ew çenteyê giran dabû pişta xwe û ji
Moskovayê hatibûm Stenbolê, ji Stenbolê derbasî Wanê bûbûm û ji Wanê derbasî
Carbekirê bûbûm û ji Carbekirê jî xwe avêtibû nav germa Torê, Merdînê. Min dixwest
bi wan re herim çiyê, bi wan re herim nav rezan, dahlikan û barê li ser mile
wan kêmtir bikim. Lê ev hemû feˁlên ciya min in, zanim. Dilê wê nahêle zarokên
wê li ber germê bişixulin û di vê remezanê de tî bibin, birçî bibin. Dibêje
zarokên min neˁelimîne îşê gundan zû diwestin. Lê ev derew e, ma dîsa ne
zarokên wê bûn ku li Nahrê xapar dikirin, ma ne zarokên wê bûn ku diçûn patozê,
ma ne zarokên we bûn ku li ber tava nîvro li Kehnîka Gor li dêlava banî avdana
bacanên sor û guncikan dikirin. Ez ji vê re dibêm serhişkiya dê û serhişkiya
Toriyan. Paşê tiştên ku divê nava rojê de bikim tên bîra min, divê pêşî serê banê xwe bimalim, merşan rakim û biweşênim, paşî herim kera Xaltîka xwe Xeznîk
meyzênim û avekî bidime, û helbet divê zadê mirîşkan jî ji bîr nekim. Werim
malê û avekî bidim kahrikên me jî, heke daˁwa derve bikin piçekî wan derxênim,
bibim dora kahniyê bila ji xwe re pel-tû û hejîran bixwin. Ez di nav cihê xwe
de, di nav van hesaban de herim û werim û paşê dengek ji derve tê;
- - Jinikêê axta pêz here, ez ê bizinan bim Bendera.
Ev dengê bavê min e, neçone. ˁEşqa min tê û
ji nav cihan derdikevim, xwe jîhatî dikim û diçim dest û rûyê xwe dişûm. Heta
ez şekaleke, şewqeyeke û şalwarekî ji xwe re dibinim û li xwe dikim bavê min ji
Bendera tê û diya min jî di destê wê de hefsarê Eyşo – kera me – ber bi
deriyê malê ve tê. Ker hat ber derî, bavê min ji salonê kof û kîsa tênê, dixe bendekê, ciya min li Eyşo siwar dibe û em ji bo çûyina Kahnîka Gor amade ne. Hacî Fatim, nav-i diger ciya min li ser Eyşo,
bavê min di deste wî de şivek li pişta ker, ez jî pişta bavê xwe, dikevin ser
rê. Heta ji gund derketin çav û rûyê me din av tozê de dimîne, kuhta kuhta me
em ji gund xelas dibin.
Ez hê jî çav xew im, jixwe Xwedê jê razî îro
Eyşo jî çiqa zûka diçe, hema baz didim ku bigihim dê û bavê xwe. Lê ev
şixelbûna Eyşo bala bavê min jî dikşîne
û dibe;
- - Eyşo va hefteyeke nehatiye van deran,
bêriya rêya Kahnîka Gor kiriye.
Min daye dû
dê û bavê xwe û hema wilo diçim, li axa pîroz hê jî bihar e, her der kesk e û
çiya hemû bi kulîlkan hatiye xemilandin. Li ser rêya Kahnîka Gor biranînên min ên zarokatiyê wilo ji ber çavê
min derbas dibin, zaro ne, ez û birayên xwe bi bavê xwe re dîsa ber bi Kahnîka
Gor ve diçin. Ji bona ku birê min ji min piçûktir in, ew li kerê siwar dibin –
wî çaxî kerekî me î spî hebû –. Diçin, diçin, tên ber kaşekî, ez Gulsumaka
neqenc hedanî bi min nakeve û ez darikê di destê xwe de heme dixim qûna kerê.
Ker zahf diqehere û zarokan ji pişta xwe tavêje. Gelekî keniyabûm, hehehhe. Lê
bavê min jî gelekî bela xwe li min dabû.
Bila ev bîranîn jî wilo, bê sebep û bê hincet li vir bimîne.
Bila ev bîranîn jî wilo, bê sebep û bê hincet li vir bimîne.

0 şîrove