Çawa ji qevmê pezkoviyan re xewn heram be, ji gerhokan re jî têkilî heram in!
-
- Asuman sen şimdi arabalı vapurun güvertesinden denize
bakacaksın ya.
- - Evet?
- - Ciddiye alma, bizim sevdamız ondan büyük.
Nizanim ji ku derê dest pê bikim, dibê ku wek Tarantîno ji dawiya ne
bextewar bi kevim ser rê û we bibim destpêka bextewar, tijî kelecan, tijî
helbest, tijî stran, tijî…. Ma ne bû yekî/ê gotibû ‘’mutlu son yoktur.’’
Sibehekî şiyar dibim û peyamek, helbestek: ‘’uyandın
ve ben bittim.’’ Orhan Velî xweş gotiye, bi navê xwedê, bi serê te kim xweş
gotiye. Çi tişteke ˁecêb, ji jiyana te hin kes kêm dibin lê tu hesabê
xweşikbûna helbestê dike, belkî jî, na! Ne belkî - belkî tenê derewekê me ye - bi rastî jî em ne ˁaşiqî kesan
dibin, ˁaşiqî gotinên wan dibin…
Pêşî mirov fêm nake, qebûl nake lê wexta hiş tê serî ‘’haa’’ dibêjî
‘’ez şiyar bûm û xelas.’’ Gelo bi rastî jî xelas dibe an tenê em navekî lê
dikin? ˁeşqa min qet ji vê meseleya nav
lê kirinê re nayê, nizanim, dibê ku ji zanebûna guhêrîna hin tiştan a piştî nav
lê danînê be. Ma ne we bû ez heyran! Me navek lê kir û êdî çi tu bûyî Ronî ne
jî ez bûm Gulxan.
Mirov di serî de gelekî hez dike, heta tu bêjî bes yanî. Wilo ku ji
hezkirinê têr nabe, dixwaze her tim bi avayekê ˁeşqê xwe nişan bide, rêzikên
herî xweş digere, stranên herî romantik, gotinên herî eksantrik digere û navdêrên
herî xweşik bikartîne. Bi evînê re jiyan xweştir dibe, mirov ji denge çûkan zêdetir
kêf distîne, hilma ku tu ji cixarê dikşîne xweştir dibe, tehma xwarinên herî
xerab jî wek goşt û birincê tê te, ji her kesî hez dikî, hewa sar jî be germ jî
be tu wek ku di demsala biharê de bî rûkên î, ji ser devê te ken kêm nabe, bi
peyamekî dibî kesê/î herî bextewar a/ê li ser dinyayê, dibî Mem, dibî Zîn, dibî
Leyla, dibî Mecnûn, dibî Romeo, dibî Juliet, ji bo te ti maˁneya rêyan, bajaran,
dûrbûnê namîne, tu dikarî di şevekê de ji vî sere dinyayê herî serê din…
Û helbet tirsek, gelo ev jî wek yên berê wê
xelas bibe, pls bila xelas nebe!
Lê;
- - Beni artık sevmiyorsun öyle mi?
- - Ya seni seviyorum da, seni sevmeyi eskisi kadar
sevemiyorum. Hani, eskiden seni sevmenin, birbirimizi sevmenin yeşil gevrek bir
tadı vardı, seni güldürmenin lezzeti damağıma yerleşir orada mutlu mesut
yaşardı. Hani bir şey olduğu vakit, ilk koşayım gideyim bunu Asuman’a
söyleyeyim tarzında bir haberci telaşı olurdu.
- - Şimdi ne oldu peki?
- - Bilmiyorum Asuman bilmiyorum, kalbim bir kuyunun
dibindeki suyun içinde nefes almaya çalışan bir gariban. Yukarı tırmanmaya
çalışıyor ama ne yapsın kuyunun duvarları düz, kuyunun duvarları ıslak…

0 şîrove