ArjenArîBabaTahirêUryanBerkenBerehBlogên KurdîCegerxwînCeladetAlîBedirxanEbdullaPeşêwMehmetAtlinivîsênliserdîwaranShakespeareUkraynayabiKurdîYehyaOmerî
Nivîsên li ser dîwaran ên bi Kurmancî yên sala 2018an
‘’Dotmam welê ye,
Heta mirov nivîsek dinivîsit
Mirov spreya xwe xelas dikit’’
Te bîra min ku min di destpêka sala 2016an de çawa dest bi nîvîsa li ser
dîwaran kiribû bi Kurmancî. Nivîsa min a yekem, ji Rênas Jiyan bû ‘’Fermo Janya
êdî tu dikarî xwe bikujî!’’ Lê wan rojan jî Janya wilo navdar e, wilo navdar e.
Hema bêje di devê her kesî de bû. Yanî min destpêkeke baş kiribû – deng, deng,
qontrol!! Gulsumakeya narsîst, ezez diştexile –.
Nêzî dû salan wilo dîwarên xelqê ‘’lewitandin’’. Lê encam gelekî xweş
bû, edî nivîsên me jî yên xweş li ser dîwaran hebûn. Paşê payiza 2017an ez çûm
Moskovayê û kare nivîsandinê wilo ma. Ne go min neceriband lê li wira hema bêje
bêîmkan bû, jixwe min jî nedixwest sere xwe bixim belayê.
Di destpêkê de min îmzayek an jî nîck-navek bikarneanî lê paşê wek
nîck-nav navê ‘’rozê’’ li xwe kir. Gul, Gulsumake, Rose filan, wilo eleqayek
dîtibû.
Di meha Nîsana 2018an, rêya min ket Mêrdînê, Midyadê û min dît ku gelek
dîwar nivîsên bi Tirkî û beredayî hene û biryar da ku dîsa dest bi nivîsandinê
bikim. Gelekî kelecanî bûm, piştî demeke dirêj, sprey di çenteyê min de, min
xwe avêt kolanên taxa fillehan!
Ji helbesta Arjen Arî ya bi navê ‘Tu Bihata’ – MIDYAD/MÊRDÎN
‘’Te gotibû ez îşev têm’’
Erê min destpêkeke wilo kir êdî nema
bisekinim. Her roj ji wan spreyên biçûk en sê û nîv milyona dikirî û nîvê şeve
derdiketim. Hîsa nivîsandina li ser dîwaran piçekî dişibe hîsa azadbûnê, sprey
di deste te de ye û dîwar li ber te ye, çi binivîsî binivîse, azad î.
Ji helbesta Arjen Arî ya bi navê ‘Ey Yar’ – MIDYAD/MÊRDÎN
‘’Şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te’’
Ji helbesteke Ebdulla Peşêw – MIDYAD/MÊRDÎN
‘’Em di faytonekê de ne
Du hespên kor me dikşînin’’
Ji Helbesta Cegerxwîn ya bi navê ‘Kuştim Şêrînê’ – MIDYAD/MÊRDÎN ‘’Maçek ji lêv şêrînê Miriyan tînê ser jînê’’
Ji helbesta Berken Bereh ya bi navê ‘Kilama Bajarên Tarî’ – MIDYAD/MÊRDÎN Lê di orjînala helbestê de ya/ê çav xweşik keçikek e.
‘’Min lawikekî ciwan nas dikir liv î bajarî, Xweşik bûn çavên wî wek baranên biyan’’
Mixabin nayê bîra min ku ji kîjan helbestê ye :/ - MIDYAD/MÊRDÎN ‘’Ji hev re tiştên xweş bêjin li ser evîn û jiyanê’’
Û helbet çaxê nivîsandinê hin tiş tên
sere min, mesela: Bi avayeke
gelekî profesyonel li ser dîwêr hêdîka dinivîsand, nivîs li ber xelasbûnê bû.
Paşê sihek ber çavê min ket li piştê, heta min serê xwe vegerand, wî gotina xwe
xelas kir: "Yahoo, win çima va dîwara wilo pîs dikin?" min jî lê
mêzand û go:" Xalo te ez tirsandim!" careke din li min mêzand, li
dîwêr mêzand û ço.
Ji helbesta Arjen Arî ya bi navê ‘Pirs Hene Zanim’ – MIDYAD/MÊRDÎN ‘’Kulîlkekê dirêjî min bik, Te kulîlk nene, ramûsanekê’’
Ev gotin ji guhêrîna helbesta Yehya Omerî ya bi navê
‘Qesîdeyek Ji Bo Bîra Te’ derket holê – MIDYAD/MÊRDÎN Orjînala gotinê wiha ye ‘ey yê ku di deve çiya û bi ramûsanên deştên xwe nizane huşş be!’
‘’Eyy! Yê/a ku biz zimên û bi dîroka xwe nizane, Huşş be!’’
Ji
helbesta Baba Tahirê Uryan ya bi navê ‘Gulistan’ – MIDYAD/MÊRDÎN ‘’Ku çavan
divekim her te dibinim!’’
Ji
pirtûka Shakespeare ya bi navê II.Richard MIDYAD/MÊRDÎN ‘’Xemgînî
saetekî dike deh!’’
Ji helbesta Ebdulla
Pêşew ya bi navê ‘Xatûna Min’ – OSTROH/UKRAYNA
‘’Pir ditirsim ku di nav
rêzikên helbestên min de xelq te binase!’’
Ji çarîneke Baba Tahirê Uryan – OSTROH/UKRAYNA ‘’Ji kenarê leva xwe maçek bide min!’’
Hema wilo gotineke – OSTROH/UKRAYNA ‘’Heqqet hûn çima evqas ciddî ne?’’
Ji bo @marmarokek, ji bo Antîlopên xemgîn û ji bo Antîlop-hezan – KÎEV/UKRAYNA ‘’Antîlopa min a xemgîn tu li ku yî?’’


















4 şîrove
Bi ya min karekî balkêş û ciyawaz e dibe ku bi vî awayî kurmancî bala gel bikişîne
YanıtlaSilgelek spas, ya bi rastî armanca min jî ev e ku balê bikşînim ser Kurmancî.
SilYek ji karên herî serkeftî yên vê serdema dawî ye; te ji dil û can pîroz dikim. Xwezî min jî kanibûya, ne li blogan lê li dîwaran binivîsanda.
YanıtlaSilXwedê ji te razî be ji bo vê şîroveya xweşik OFB. Hêvî dikim rokî tu jî dîwarên diyarbekirê bilewitînî :)
YanıtlaSilSilav û rez ji Moskovaya qerisî ..