Ez Diçim Mosko*

by - Eylül 12, 2018


  
                                                                                       Moskova - 2018                                                        
      Nizanim we çawa kir lê we bi awayeke vîzeya Rûsyayê stand û berê we wê bikeve Mosko. Dibê ku we gotibe divê ez herim Meydana sor bibînim, tehma serma bakurê meyzênim, votkayeke bistînim û di wan kolanan fireh de wek seyekî heta sibehan bigerim. Belkî jî we gotibe teqez divê herim Mosko; jin û mêrên Rûs bibînim, naxwe sebra min nayê. Ew ên wilo qasê do metroyan dirêj, ziˁifok, çav şînik û zerik. Belkî jî bi xêra masterê hûn diçin Mosko. Ya bi xêr!
   Hema bêjin tişta herî muhîm çaxê çûyîna we ya Mosko ye. Li gorî wê divê hûn çente û menteyên xwe amade bikin, herin ji Decathlonê hin derpiyên termal bistînin. Ger hûn di navbera meha mijdar û Nîsanê de herin halê we ne ti hal e. Mosko wan çaxan gelekî sar e. Bi teybetî meha çile û sibatê. Ger hûn piştî piştî nîsanê di meha gulanê de herin Mosko kêf kêfa we ye ev çaxên demsalê gelekî xweş in. Her der şîn, kulîlk, dar… Lê mixabin ev xweşikî gelekî berdewam nake û paşê havînek tê. Havîneke germ û têrî xwe kin. Hema bêje do meh nadome. Û paşê payiz, payiza ku li daristanan – Rûs ji bo cihên ku em ji wan re dibêjin daristan, dibêjin (парк) parq – dîtina hemû rengên pelan mumkun e. Û paşê jixwe dîsa sitan tê, li gorî wê haziriya xwe qenc bikin. Kumikekî germ, lepikekî qayim, şemsiyekeke hêja, qaputekî baş, boteke qenc … divê ev teqez bi we re hebin.
   We çenteyê xwe amade kir, bilêta xwe kirî - bilêtên Mosko jî ne buha ne. Hûn dikarin ji şîrketê bi navê Pobeda bi sed û pencî milyonî jî bilêteke peyde bikin lê dibe ku paşê haqê bagajê bidin – û hûn ji bo rêwitiya xwe amade ne. Dibe ku beriya çûyîna Mosko, hin hevalên we ji we re bêjin ‘li wir, li Mosko fêkî û zebzeb gelekî buha ne.’ Ji wan bawer bikin. Piştî çûyîna xwe ya Mosko hûn ê Meseleya Bacanan jî gelekî baş fêm bikin.  Ji ber ku axa Rusyâyê tenê bo 3-4 mehên salê ji bo çandinê guncav e wan mehên din jî fêkî filan piranî ji derve tên - wek numune bacanên sor ên ji Tirkiyê – û ew jî gelekî bûha ne. Patat, tîto û kelem tiştê herî erzan in li Mosko, hûn dikarin van ji hemû dikanan peyde bikin.  
   Hûn li balafirgehê, nizam li ber deriyê çendemîn disekinin. Li dora xwe dimeyzênin tevî zerik in, Rûs in, dibe ku hin kesên Turkmen, Kazak filan jî li ber çavên we bikevin. Rêwitiya we ya ji Stenbolê heta Mosko nêzî du saet û nîvan, saet û deh deqqeyan filan wê berdewam carnan li gorî şîrketan diguhere.


     Piştî sê saetan hûn li Mosko ne, Добро пожаловать в Россию.[1] Ji teyarê peya bûn û bi şopandina Rûsan hûn xwe li ber cihê qontrola pasaportan dibînin. Li kabîneyan dimeyzênin meˁmurekê/î rûken nîn e, hemû sar in, nakenin. Tu dibe qey hûn ji kîsê bavê wan dixwin. Welcome to the North! Hûn dibêjin ya bi xêr û dikevin dorê. Piştî çend deqqeyan hûn xwe li ber meˁmurekê/î dibînin. We pasaporta xwe dirêj kir û hûn ji ya/ê hember re dikenin, lê bersiv nîn e. Acis nebin, bêhna fireh. Pasaporta we di deste wê/î de geh li we dimeyzêne geh pasaportê, netirsin her tim wilo ne. Ger hûn ji bo xwendinê hatibin vî welatî wê kaxezeke direjî we bikin  - dibe ku bidin turîstan jî lê nizanim - – immigration card – divê hûn îmze bikin. Û paşê wê bibêjin вот и все[2], îca hûn dikarin vêga herin û çenteyê xwe bistînin. Beriya çûyînê li wî/ê meyzênin û bêjin Большое спасибо[3]. Belkî piştî vê spasa we bikene! – ona küçük sürprizler yapın! –                      
    We çenteyê xwe stend, qontroleke dawî û êdî hûn dikarin bi dilekî rehet bêjin ez li Mosko me. Hema bêjin ji hemû balafirgehan trên diçin navende bajêr û hûn dikarin ji navendê bi xêra metro herin hemû deran. Haqê trêne 500 Ruble ye. Netirsin, bala xwe nedin van sifiran 500 Ruble yanî 36 TL. Li gorî Stenbolê buha ye lê ma çi bikin…
     

    Hûn hatin navenda Mosko û hûn ê biçin cihê ku hûn ê lê bimînin. Li navenda bajêr her tim Wi-fi heye navê Moscow_FREE_WIFI û jixwe di metroyan de jî tora bi navê MT_FREE heye û hûn dikarin înternetê bikarbînin. Ji bo siwarbûna metroyan jî divê qertê bi navê тройка[4] bê peyde kirin.  - hûn dikarin bilêtên ji bo careke an jî du caran jî bikirin. Ew jî ji bo careke 50 Ruble ye yanî 3.63 TL -  Peyde kirina wan qertên bi navê тройка jî li hemû rawestgehan mumkun e. Ji bo ku hûn bikaribin bîst caran bikarbînin divê hûn 746 Ruble yanî 55 TL bidin. Hûn dikarin qertê xwe bikin mehane jî ew jî 2050 Ruble ye, yanî dora 150 TL. Û tişteke din heye ku li Mosko, li metroyan dema ketina metroyê hûn careke qertê xwe bikartînin û paşê çiqas bixwazin – divê hûn nederkevin derve - dikarin trên biguherînin, yanî sîstema vira ji ya Stembolê cûda ye. Di vê navberê de ger hûn bibêjin welle wê çente min hebkî giran be, ez ê çawa di wan derenceyan de rajime çenteyê xwe, ji bo wê jî tiştek heye; qasê ku min dîtiye, dema ku kesên vir dibînin ku kesek nikare barê xwe an jî zehmetî dikşîne nêz dibin û hêdîka dipirsin я могу вам помочь.[5]
  
    Li metroyên Moskovayê ji 160î zêdetir rawestgeh hene û di rojekî de jî nêzî 9 milyon kes rêwitiyê dike. Ev agahî tê vê wateyê ku ev hêjmar ji hejmara tevahî ya rêwiyên metroya London û New Yorkê zêdetir e lê bila çavên we netirsin ji ber ku metroyên Mosko diçin hemû taxan hûn wê qelebalixiyê qet hîs nakin. - ji bo her kesî rê heye - Hûn di saetên herî tije de jî rêwîtiye bikin acis nabin û dîsa qasê Marmaraya Stenbolê nakevin nav hev, bêhna xwîdana tu kesî nayê ber pozê we.  Min ji we re got metro diçin hemû taxan lê bawerim divê vê agahiyê îspat bikim. Mesela, we kesek nas kir û wê jê pirsî ka li ku dije, dimîne. Ev kes wê ji we re navê rawestgeha xwe ya metroyê bibêje. Û ji bo ku di nav tora metroyê de wenda nebin, ji bo rewitiyên bi sax û selametî hûn dikarin sepana bi navê Metro daxînin ser telefona xwe û bi rehetî herin werin
   Hûn li metroyê siwar bûn, ger çenteyê we yê mezin bi we re be polis wê ji we bixwazin ku - navê wê alete nizanim çi ye – divê hûn derbas bikin. Hûn ê bi çavên xwe bibînin ku berfirehiya metroyên Mosko li aliyekî û mîmariya wan li aliyekî din.   Stalînê dînik û bitir bêriya 90 salan li bin erde qesr ava kirine - Nemaze metroyên li navênde wek qesra ne, mesela; Комсомольская, Площадь революции, Проспект мира, Китай-город, Арбатская

                                                Li Mosko rawestgeha metroyê ya bi navê комсомольская - 2017
    
   Heke rengê we wek rengê Rûsan ne gewrik be hûn ê di metroyê de demekî bên çavderî kirin, ji bo demeke kinik. Ger hûn bi hin kesan re dest bi civateke bikin û hûn piçekî reşik bin wê bêjin; ‘Ma tu Ermenî yî?’. Ji bo vê pirse haqê wan jî heye, sedema yekem ev e ku rengê me bi rastî jî dişibe hev û sedema din jî li Rûsyayê nêzî 2 milyon û nîv Ermenî hene. Lê ger hûn bejin ez Kurd im, wê fêm nakin. Û ger hûn navê welatê xwe, navê Kurdistanê bêjin wê wek Qirgizîstanê fêm bikin. Yanî dawiyê de hûn mecbur dimînin bêjin ez ji Tirkiyê me. Û jixwe dema ku we got Tirkiyê, wê bibêjin tu Tirk î û wê ji we re behsa reze-fîlmên Tirkan bikin. Li Rûsyayê jî rewşa rêze-fîlman ji yên Tirkiyê ne cûda ye. Senaryo diyar e, keçikeke feqîr û lawikekî dewlemend. Lawo dibêjî bi awayeke ecêbmayî, ji vî welatî Dostoyevskî, Tolstoy, Bulgakov, Gonçarov, Gogol, Puşkîn, Tolstoy, Gogol, Nobokov derketiye. Eyb e, şerm e, guneh e – kanî afirînerî kanî!! Di metroyan de tişteke din jî heye ku wê bala we bikşînê, kesên ku rojname û pirtûkan dixwînin. Jin, mêr, ciwan, pîr ferq nake gelekî dixwînin. Bi teybetî ew tişta ku jê re dibêjin Kindle liv ir gelekî populer e. Di destê her kesî de yek heye. Qet bîra min naçe rojeke di metroyê de me, rûniştîme, min serê xwe rakir, ciwanek, di dest de pirtûkek - Братья Карамазовы – wî wextî çiqas kêfa min hat û ji dile xwe got ez ê jî rojekê bi Rûsî bixwînim, dîsa vegeriyam pirtûka xwe.      
   Heke bextê we jî weke bext min vekirî be û hûn bi malbateke Rûs re bimînin, îhtîmaleke mezin wexta ku hûn gihîştin malê - ger zarokê malê hebin – wê lênera zarokan ji we re derî veke. Ev lêner piranî Ukraynî, Qirgiz, an jî Tatar in, jixwe hema bêje hemû karkerên li Mosko ji van kesan pêk tên. – Kurdên Tirkiye vs. Ukraynî, Tatar û Qirgizên Rusyayê – û divê mirov hişê xwe amade bike ku li Mosko - nabêjim Rûsya ji ber ku rewşa wan bajarên din nizanim – hêjmara zêwac û ji hev berdanan hinekî ji ya Tirkiyê û ji ya Kurdistanê cûda ye. Mesela xwediya mala ku lê dimînin sê caran zewiciye û her sê jî berda ne. Û wek mînakeke din, mamosteyê min î 64 salî 4 caran zewiciye, bi jina xwe ya çaremîn re dije niha. Ya bi rastî zarok ewqas jî xemgîn xuya nakin, diya xwe jî bavê xwe jî têr dibînin. Xeyalkirina maleke Rûsan bê kûçik nabe, xwedîkirina pisîk û kûçikan, gerandina kûçikan li parqan bûye parçeyek ji jiyana wan, jixwe hûn ê jî li parqan serê sibê zû û ber êvaran gelek kesên bi kûçik bibînin.
      Bi çûyîna we ya Mosko re belkî fêkî û zebzeb ji jiyana we kêm bibe lê; goşt, doldirme, şîranî, votka û nane reş wê zêdetir bikeve jiyana we. Divê hûn wek xwarinên avî tenê hînî şorbeyê bibin. Ya bi rastî mesele qasê ku tunebûna xwarinên avî jî be mesele bi eslê xwe ev e ku Rûs ji bo hemû xwarinên avî dibêjin суп - yanî şorbe. Û meseleya doldirme jî, di hemû çaxên salê de peydekirina doldirmeyan pêkan e, ew bufeyên ku ji wan re dibêjin киоск li ser her kolanekî hene û tenê doldirmeyan difroşin. Di zivistana nizam çend derece bine sifirê de, wexta ku berf dibare û hûn nikarin destê xwe ji berika xwe derxênin, ger hûn hin kesan bibînin ku doldirme dialêsin bizanibin ku ew Rûs in. Min ji we re behsa sermaya Mosko kir lê gelekî netirsin, li vir gaz bê pere ye û heta otobês jî bi gazê tên germ kirin. Xeyal bikin, ji malê derketin, hinarokên we dikin qeşa bigirin, hûn zorê xwe diavejîn rawestgehê. Paşê otobêsek tê, an tramvayek an jî troleybusek. Hûn siwar dibin û li cihekî dirûnin, germahiyeke hîs dikin di bin qûna xwe de, hîseke ecêb e, mirov di destpêkê de fêm nake, ka ev germahî ji ku tê filan lê, çavên Rûsan xwarî, qedrê qûna xwe zanin.
   Bi jiyana li Mosko re, di destpêkê de tehma xwarinan xweşa we naçe – ya bi rastî hê jî xweşa min naçe -  lê piştî demeke hûn ê bikaribin bixwin. Dibe ku hûn herî zêde bêriya taşteyên bi zeytûn bikin. Destûr bidin meseleya xwe ya zeytûnan ji we re bêjim; Rojeke xwediya malê telefon di dest de sîparîşa tiştik û miştikan dide ji bo xwarinê, ji min pirsî, tiştekî dixwazî, penîrê min î gund hebû min jî got gelo tu dikari zeytûn bistînî. Wê kelîkê jinikê sere xwe rakir û zeytûn şanî min dan, li malê hebûn, gelekî kêfa min hat û me qotikek vekir, min yek avêt devê xwe tehmeke ecêb, ji qirika min derbas nebû! Mi go, Tanya -xwediya malê-  ev nayên xwarin dibe ku xera bûbin, piştî vê gotina min Tanya yek avêt deve xwe, gez kir gez kir, dendik derxist û got; na, ev xera nebûne! Min wê çaxê fêm kir ku êdî li Mosko zeytûn ji min re heram in. Rûs di taşteya xwe de hekekî an diqelênin an dikelênin, carna nanê bi nivîşk dixwin û çay an jî qehwe. Weke ku ji van rêzikan jî pir baş tê fêm kirin Rûs tehma devê xwe nizanin. Rast e, gelekî divexun, mesela ji mala me, şampanya, votka, viski filan kêm nabe. Em taşteya xwe bi şampanya, firavîna xwe bi vîskiyê, şîva xwe jî bi votkayê timam dikin. Henek, henek!! Lê henek menek li aliyekî li Mosko votka gelekî arzan e, haqê votka û haqê aveke mezin wek hev e – ez jî çi gêj im dibêjim çima Rûs gelek avê navexun – Votkayeke 25î 105 Ruble ye yanî 7 TL. Û mîzgîniya min li we, ji Rûsyayê vegera Tirkiyê sînora anîna alkole nîn e. Hûn dikarin bagajê xwe tije votka jî bikin.   
   Wekî din, helbet hûn ê bixwazin piçekî bajêr bigerin, haqê we ye. Jixwe ger mirov di wan kolanên fireh de, di nav wan avahiyên sor û bilind de cixareyeke nekşîne, tiştek ji jiyana wî kêm dimîne. Wek gera bajêr, wexta hûn çûn zikê bajêr, li derdora Kremlîn, Meydana Sor, Nehra Mosko hûn tehma jiyana Mosko distînin. Û ew kolana ku jê re dibêjin Арбат gelekî navdar e, wek Îstîklala Stenbolê, wek Karşıyakaya Îzmirê û wek Kolana Sanatê ya Wanê, ya Batmanê û ya Diyarbekirê. Ger em werin ser mijara xwarina derve, jiyana derve piçekî bûha ye. Û li gorî hin agahiyan, Mosko di nav wan bajarên herî buha de nêzî rêza yekem e. Helbet hûn dikarin donerekî 7-8 TLyan bixwin lê wekî din xwarin buha ye. Mesela favoriya min şorbeya masiya, sênîka piçûk 250 Ruble yanî nêzî 20 TL ye. Jixwe çavê feqiriyê kor be êdî wê jî naxwim. Îhtîmeleke mezin hûn ê bixwazin herin sînemayê jî, ew ne zexmet e. Bilêtek qasê 120 Ruble yanî nêzî 10 TL ye. Lê wek Tirkiye li vir jî garisê peqandî gelekî buha ye, hûn bi haqê garisê peqandî dikarin do û nîv bilêtan bistînin. Lê peydekirina fîlmên bi jêrnivîsa Înglîzî hebkî zehmet e, li her sînemayê nayên dîtin.  Û em werin meseleya pirtûkan; meseleya pirtûkan jî qasê meseleya votkayê muhîm e, lê mixabin li Mosko pirtûk gelekî buha ne.

                                                                          Li ser kolana проспект мира avahiyek
     
    Di nav gera xwe ya bajêr de hûn ê mîmariya ku jê re dibêjin ста́линский ампи́р[6] bi çavekî rût bibînin. Avahiyên gelekî gelekî bilind lê ji ber kolanên gelekî fireh û şînahiya derdorê qet kirêt xuya nakin. Berevajî îhtîmaleke mezin dibe ku eşqa we jî ji wan re were. Bi vê tarzê tu fêm dikî ku Stalînê Dînik xwestiye hêza xwe bi rêya mîmariyê nîşan bidî. Her tişt mezin mezin, mirêşdar û xemilandî.
     Li gorî tecrûbeyên xwe diştexilim û dibêjim, her çiqas hûn bêjin ez li Mosko ji Kurdan û Tirkan dûr bikevim jî piştî demekê hûn ê bêriya Kurdan bikin, bêriya civatên dirêj ên bi Kurdî bikin. Dibe ku hûn bêriya axaftina Tirkî jî bikin. Dema ku we bêriya Kurdî û Kurdan kir cihek heye ku hûn kengî bixwazin dikarin herin li deriyan wan bixin, jê re dibêjin Mala Kurda. –  ji bo we  adresê jî li vir dihêlim; Вильгельма пика 4а Ботанический сад –  Hûn li wir dikarin beşdarî civatên Kurdî bibin û dilê xwe bi axaftina Kurdî rehet bikin. Helbet li wir hûn ê xwarinên Kurdan jî bixwin, bê pere. Dibe ku piştî demekê acis bibin ji civatên wan ji ber ku karê wan tenê temaşekirina nûçeyan û afirandina Kurdistanê ye. Yên ku zanin bila kafeya bi navê Roştiya Demxane bînin bîra xwe, çay, muzîk, tabure, Kurdistan afirandin û perçe kirin… Lê helbet li Mosko afirandina Kurdistanê tecrubeyeke din e, divê mirov tehma wê jî meyzêne!


* Ez diçim Mosko navê helbesteke Qedrî Can e ku di sala 1911 an de li Mêrdînê hatiye dinyayê û di sala 1972 de Lİ Şamê çûye rehma xwedê.
[1] Hûn bi xêr hatin Rusyayê – wek dabro pajalavat b Rasîyu tê telafûz kirin –
[2] Evqas e, xelas – wek vot î fiso tê telafûz kirin–
[3] Gelek spas, mala we hezar caran ava – wek balşoy spasîba tê telafûz kirin –
[4] Troîka
[5] Ji we re alîkarî lazim e? – wek ya magu vam pamoç tê xwendin –
[6] Mîmariya Stalînîstî

Nîşe: Ev nîvîs di hejmara duyem ya PopKurdê de hat weşandin.

You May Also Like

2 şîrove

Ev jî nû derketine!