Hin gotinên Kurdî ku nikarin bên wergerandin zimanê Ingîlîzî, vol 1
Wek hemû zimanan di zimane Kurdi, Kurmancî de jî hin gotin hene ku mirov nikare wan wergerînî zimanekî biyanî. Û heke ev ziman Ingîlîzî bê ev karê wergerandinê zehmettir jî dibe, sedema yekem - li gorî min - çand e, nêrîna me ya jiyanê ye. Li jêr hûn dê hin gotinan bibînin ku bervajiya wan di zimanê Ingîlîzî de tune ye, wergera ku hat kirin jî qels e.
Kerem bikin;
Bi serê te kim!
Gotina ku dema mirov dixwaze tiştekî yê/a hembêr bide kirin tê gotin.
Mesela mêvanek hat mala we, hûn dixwazin ew kes jî beşdarî şîvê bibe bi we re,
lê ev kes xwe nade ber xwarinê, hûn dikarin bêjin ‘’bi serê te kim tu yê bi me
re xwarinê bixwe’’. Wek îsrar kirine dikare bê rave kirin. Mixabin bervajiya vê
gotinê di zimanê Ingîlîzî de tune ye.
Ser xêrê be!
Heke nasekî/e we ji xwe re seyareke nû kirî, hûn dikarin jê re bêjin ‘’ser
xêrê be’’ lê belam bervajiya wê gotinê di zimanê Ingîlîzî de nîn e. Em dikarin
wek ‘’That is awesome’’ wergerînin lê mixabin di vê gotinê de ew xêr nîn e. 😊
Qewet Be!
Gotina ku em dikarin ji bo Inglîzî wek ‘’take it easy. good luck’’
wergerînin lê mixabin ev gotina Ingîlîzî qasê ‘’qewet be!’’ teybet û spesifîk nîn
e.
Ap, Xal, Birazî, Xwarzî, Tî, Nevî…
Hê gelek gotinên halo hene ku di Ingîlîzî de bervajiya
wan tune ye. Hema ji bo Amerîkan û Ingîlîzan birayê dê an jî bav ferq nake her
du jî ‘’uncle’’ in. An jî zarokên xalan, xaltîkan, apan, jinapan hemû
‘’cousin’’ in. Helbet ev mesele bi çandê re eleqedar e. Têkiliyên Kurdan bi
xizmên wan re bêhtir tîr in lê di çanda rojavayê de ne evqas e.
Serê kesekî birin
Gotina ku bervajiya wek di Ingîlîzî de belkî wek ‘’to
annoy, bother, give someone a headache’’ bê dîtin lê bawer nakim ku ev qasê ya
Kurdî tîr bibin. Ji bo ku heta tu bikaribî serê yekî/ê bibe divê tu zêde zêde
zêde xeber bidî, tiştên beredayî, pûç û virtûvala bibêjî.
Qeysa xwe negirtin
Gotina ku dema mirov nikare tiştekî ji ber şert û mercan
pêk bîne tê bikaranîn. Divê we tiştek
bikira lê mixabin hin tişt bûn, kare we derket filan û we jî nekir. Hûn dikarin
bêjin ‘’qeysa xwe negirt min çênekir, qeysa xwe negirt ez nehatim’’. Di Ingîlîzî
de dibe ku mirov dikare bibêje ‘’I could not, I could not manage’’ filan lê ew
jî ne eynî tişt e yanî.
Dil çûyîn
Dema ku mirov dixwaze tiştekî bixwe dikare bibêje ‘’dilê
min çû nizamçik/ê’’. Mirov dikare di Ingîlîzî de wek ‘’craving chocolate or a
hamburger’’ bibîne lê ez dibêm dîsa qasê ‘’dil çûyîn’’ê biwate û kûr nabe.








0 şîrove