Ev ne vegerîneke li te ye!
‘’Jixwe mi zahf zû fêm kiribû go vê
carê weke yê berê hêsan nabe.’’ Got keçka por sor û daqana avekî li devê xwe werde
li derdorê çavê xwe gerand, ew ziwabûna go ji nişka ve qambûra mirov digire û
bernade, peşkek av dixwest, tenê peşkek…Paşê dest bi xwe re ew fikren wê go
carna li ser vê peyvê – peşk – diketin hişê wê da hatin bîra wê lê zahf baş
zanîbû go vêga ne wextê va tişta bû. Divê li ser hîsên xwe yên van rojên dawî tiştin
parve kiribana, ma naxwe ji bo çi dest bi vê şita’aliyê kiribû, ji bo çi di
hilbijartina hevoka yekem de ewqas zehmetî kişandibû, ji bo çi heta ku ev
biryara hevdîtinê standibû malik li xwe xera kiribû, ji bo çi dema ku ew stran
bihîstibû û paşê ferq kiribû ku ew stran cara yekem bi wî re guhdarî kiribû
gelekî xemgîn bûbû? Belkî jî xeletiyeke mezin dikir, belkî Jî hewce nedikir ku
vê hevokê xelas bike, belkî jî divabû raje berguhkê xwe yê renge pirtaqalî û bi
wê stranê re dest bi rêwîtiyeke din bikira, kî zane…
December 2018 - Moscow

0 şîrove