'Erê hevalên hêja hûn bi xêr hatin kanala min!''
– Lê ez dixwazim we hişyar bikim ku ev
hevpeyvîn ji aliye kesekî ve tê rêvebirin yanî ya ku pirsa dipirse jî Gîska
Gerok e ya ku bersivan dide jî. Heger hûn bibêjin ev çi miqam e? Ez ê bêjim
heyra tu kes bi min re hevpeyvînan nakî, min biryar da ez bi xwe bi xwe
hevpeyvînek çêkim. Nizam heta vêga tişteke wilo hatiyê çêkirin lê bila ev jî
halo be. –
Em dest bi hevpeyvîna xwe bikin;
Di destpêkê
de em dixwazin çîroka navê te hîn bibin? Wateya Gîska Gerok çi ye?
Gîsk yanî bizinên ku êdî ji jiyê
karikan derbas bûne lê hê nebûne bizin, lê meseleya gîskbûnê û gerokbûnê
balkêştir e. Qasê ku ez zanim dema ku gîskek ji kozika xwe derdikeve îhtimaleke
gelekî mezin heye ku rêya kozika xwe wenda bike, an jî bixwazê rêya kozika xwe
ji bîr bike. Dema ku ez ciwan bûm û bi malbata xwe re dimam, her ku dereng
diçûm malê ciya min digot;
- Wa gîska gerok tu dîsa li ku
dere bûyî, ev ne ecêbekê serê min keça min ji malê derdikeve û rêya mala xwe
jibîr dike.
Û min jî ev gotin – Gîska Gerok –
êdî ji xwe re kir felsefeya jiyanê. Derketin û nevegerîn, ji bîr kirin. Gelek
baş tê bîra min dema ku cara yekem min ji dê û bavê xwe re go ku ez diçim
Moskovayê ciya min bi dengekî gelekî zîz gotibû;
-Ka bêje keça min, ma ji Stenbolê
meztir bajar hene?
Wê nizanîbû ku ev ji bo keça wê,
ji bo gîska wê ya gerok tenê destpêkek bû.
Himm, çi
çîrokeke xweş. Wekî din tu li Moskovayê çi dikî, bi çi mijûl î?
Ez li Moskovayê xwendekar im, anha
Rûsî hîn dibim, sala bê jî dikim dest bi masterê bikim. Dersên Kurdî didim û bi
mamosteyê xwe re li ser zimanê Suryankî projeyan amade dikin.
Gelo ev
meseleya Youtuberiyê çi ye? Armanca te çi ye?
Di van salên dawî de li ser
youtube gelek kanal hatin vekirin ku di van kanalan de dîtina her tiştî pêkan
e. Xwediyên van kanalan jî ji xwe re dibêjin ‘’Youtuber’’. Di piyasaya
youtuberiyê de hêjmara Tirkan li gorî hêjmara Kurdan gelekî zêde ye, gelek
youtuberan Tirk hene ku di qanala xwe de tiştên cûda cûda peşkeş dikin. Mesela
ez Barış Özcan dişopînim ku her yekşem vîdeoyekê parve dike. Lê dema ku em ji
aliyê Kurdan ve li vê meseleye dinêrin dibînin ku hêjmar gelekî piçûk e, rewş
nebaş e. Divê hin kes hebin ku me li ser Youtube jî temsil bikin.
Ji bilî van, di salên dawî de min ferq kir ku êdî video zêdetir bala min
dikşîne. Min dixwest gelek tiştan qeyd bikim. Di dest pê de min vîdeoyên piçûk
piçûk diavêtin ser qanala xwe,wî çaxî min ji xwe re nedigot Youtuber. Ez di vê
baweriyê de me ku heta tu bikarîbî ji xwe re bêjî Youtuber divê tu bi
temaşevanên xwe re têkiliyekî ava bikî. Mesela di destpêka vîodeoyê de gotina
‘’Erê hevalên hêja hûn bi xêr hatin kanala min!’’ gelekî navdar e, hetta bêriya
demekî di nav Tirkan de ev gotin bûbû sebeba henekan ji berk u her kesî ji xwe
re re kanalek divekir û digot; ‘Evet arkadaşlar kanalıma hoşgeldiniz.’’
Ez, Gîska Gerok, wek ku di vîdeoya xwe ya di yekem de jî anî zimên, ez
ji gerê gelekî hez dikim û dixwazim van cihên ku dibinim bi şopînerên xwe re
parve bikim. Piştî parvekirina vîdeoya yekem gelek şîroveyên xweş hatin kirin,
ev gelekî xweşa min çû, min got, herkes li benda min bû! Henek li aliyekî em
Kurd dixwazin zimanê xwe li her derî bibînin ne tene li malê û li ser pirtûkan.
Cihê ku ciwanên Kurd li wir wext derbas dikin divê hin tiştên Kurdî jî hebin û
cûda cûda bin.
Li Moskovayê gelek cihên xweş hene
ji bo gerînê û ji bo fêm kirina dîroka dinyayê jî ev cih muhîm in. Dema ku ez
digerim û ji bo kanala xwe vîdeoyekî amade dikim hewl didim ku behsa wî cihî
bikim û agahiyan bidim guhdarvanên xwe. Parvekirina vîdeoyên Kurdî li ser
Youtube ji bo zimanê Kurdî jî tişteke gelekî baş e. Ev vîdeoyên sê deqqeyan-
çar deqqeyan wê xuyanîtiya Zimanê Kurdî jî zêde bike.
Her bijî
Gîska Gerok! Wekî din ji bo pêşerojê planên te çi ne?
Li gel akademiyê ez dixwazim bibim
Youtubereke navdar û her bigerim.
Mala te ava,
saeta te xweş! Ji bo ve hevpeyvînê jî gelek spas.
Ez spas dikim ku we wext ji bo min
veqetand, qewet be ji we re! Û ji bo hevalên ku dixwazin min li ser youtube
bibînin navê kanala min Gulsumakê – Gîska Gerok e. Lînk jî ev e;
https://www.youtube.com/channel/UCXX00_4EmINGEaDx2dATg6Q?view_as=subscriber

0 şîrove