Min cilika xwarinê bire odeya ku şibakeya wê ya piçûk li çiyayê gundê me
dimeyzêne - çend sal berê xweha min a salekî ji min mezintir - di nasnameyê de nizam çend salan mezin
hatiye nivîsandin- çûbû ser vî çiyayî û fotrafekî ku hemû malên gund tê de hene
kişandibû û paşê ew fotraf bi awayeke ˁecêb belav bû û hemû gundiyan bi çerçoveyeke
xweşik ew daleqand dîwarên malên xwe ên li bajêr. dibe ku bi vî fotrafî wan jî
hebûna xwe, hebûna gundê xwe yê dûr nişan dabe, belkî jî di navbera wan û gundê
wan de êdî tişt nemabû dixwestin têkiliyeke nû ava bikin bi rêya objeyeke -
danî erdê, bavê min jî ji kevrîka cilikê digre û ber bi xwe ve dikşêne, çavê
min li cilikê dikeve hinekî pîs bûye divê were şûştin dibe ku dêûbavê min ji bo
şûştinê wext nedîtibin naxwe bi eslê xwe kesên paqijî-hez in û divegerim
mitfeqê. Ciya min li odeya piçûk, li ser sobe kelekî dî dide nîskê. - nîska
dawî ya vê salê, rojên dawî ên vê biharê. Piştî demeke vê sobe jî bê rakirin lê
ez nabînim. Dema ku wan sobe rakir û silavek dane havînê ez ê li bajarê xwe yê
sar hatina biharê pîroz kim. Li ba me wilo ye, em ên bakûr, wilo ne. Zivistanên
me dirêj in û biharên me jî dereng. Lê payizên me, erê payizên me xweş in.
Havînan ne pirsin, hatin û çûyina wan ne diyar e – Dirajim nan û avê dibim
hundir dîsa divegerim mitfeqê vê carê jî sifriyê bi xwe re dibim. Ciya min,
dengê xwe li min dike;
-
Gulsuma,
Gulsumakêê ez ê nîskê li vir dagirim, binê sîtilê bûyê tenî.
Temam dibêjim û sênîkên nîskê dibim ba
wê. Li ser şîvê ne, nizanim çima lê cihê qûna min nexweş e, nikarim xwe
bitewênim û nîskê bixwim. Dirajim sênîka xwe û demeke di destê min de kevçiyê
xwe li nav didim. Çavên bavê min li ser min in, dibêje;
-
Jinikêê
tu dibîne êdî ew jî wek wan xwarinê dixwe - ew: yanî mamosteyên min ên Rûs.
Wexta beriya du mehan Sergey, Alexey û Tanya hatibûn mala me ya Stenbolê û bi
me re şîv xwaribûn -feqîr ma wê çi bikin neˁelimîne xwarina erde- raştibûn
sênîka xwe ya şorbe û sênik di deste wan de wilo dawiya şîvê anîbûn –
Piştî vê gotina bavê xwe li destê xwe,
sênîka xwe dimeyzênim. Ez jî piçekî ˁecêb dimînim lê ˁecêbmayina xwe diyar
nakim û sênîkê deynim ser sifriyê. – gelo ev gerokbûn min diguherîne! Jixwe
gotina wî zilamê ji Kevirzêrê jî ji bîra min naçe;
-
Tu
ji vir î? Qet naşibe ên vira.
Dibe ku bi
gerokbûna salan hin ‘meslekî deformasyon’ çêbûbûn.
Seremoniya şîvê xelas dibe, firaxan dibin
mitfeqê û wê kêlîkê ceyran diçin, ew jî ji ku derket! dibêje bavê min. - Ji
ku derketibe derket, êvareke romantik li benda me ye, di bin ronahiya mumê de,
ne şerabê lê em ê çaya sobê vexwin û li ba le jî dendikê şebeşan – Teqûreqa
ciya min e, dengê qedehên çayê tê ji mitfeqê. Qedereke din sifrîkeke piçûk, li
serê sê qedeh, senîkek dendikê şebeşa tê ber min û bavê min. Çay? Çay li ku ye?
Diçim odeya din ve, bi vekirina derî re hilmeke germ xwe li bin çavê min dixe,
xweşa min diçe. Dirajim çaydenk û dibim aliyê din. Wê carê jî rîtuela vexwarina
çayê dest pê dike, bela xwe li ciya xwe didim;
-
Pîrêê
ma min ji te re negotibû çayê bê şekir vexwe.
-
Ohh
dibêjê; wilo jî nayê vexwartin.
– rast dibêje, ez çilo nikaribim çaya bi
şekir vexum ew jî nikare a bê şekir vexwe, divê bela xwe lê nedim - Bavê min dîsa mijara xwe ya fîx diveke,
dibêje;
-
Keça
min, ka ji min re bêje? Ti wa(n) dera çi dike? -li hêviya bersiva min
nasekine, berdewam dike. Tişteke ˁecêbtir heye, zilamê ku bi vê gotinê bela xwe
li keça xwe dide li derve, li ba gundiya di destan de tizbehek – şûr simbêla
nabire- serê xwe dirake, dibê, keça min li Rusyayê miˁelm e -
Yarebbî yarebbî, min hemû zarokên xwe dan xwendinê yekî jî rojekî pere
nexistine destê min! - gelo çawa dest pê bikim, ka qirika xwe paqij bikim,
qurtek çay û – iixxii, ixxii - yek do sê, deng, deng qontrol - ;
-
Yabo,
ez, yanî keça te, keça te ya gerhok, keça te ya ku tiştek bin guhan nakeve,
keça te ya ku qet diyar neke jî gelekî bêriya we dike, keça te ya ku piştî
demeke gelekî dirêj gazinên vegera axa te dike, keça te ya ku carnan bi
xwendina helbestan xwe gêj dike, keça te ya ku van rojan bi xêra dînekî dest bi
xwendina Kundera kiriye, keça te ya dixwaze havînî nêzî mehekî li Deyr-ul Zaferanê
bimîne û hînî filehkî bibe, keça te ya ku hin hevalan wê ji bo wê gotibûn narsîst
lê metirse ne narsîsteke rewş xerab e, keça te ya ku ji nivîsandina li ser
dîwaran hez dike dixwaze li unîversiteyê bibe miˁelm. Yanî miˁelmiya unîversiteyê
jî wilo ne qolay e. Te çar sal xwendin, paşî do an jî sê sal, paşê dîsa do an
jî sê sal. Ez li bajarê xwe, wan dere dûr him miˁelm im him jî xwendekar.
-Ev çîrok xweşa
wî naçê lê ma çi bikim malzeme ev e – Dîsa
birayê min î gelekî dûr tê bîra wî, dibêje;
-
Yaw
ew ê dî li wa(n) dera çi dike? Va bû çend sal, carekî serek li me neda, di denge
wî bêrikirin xuya dibû lê bi qeherîna xwe ev diveşart! (bkz: zilamek, bavek
çima bêrikirina xwe diveşêre) – rast dibêje, ew ê dî li wa(n) dera çi dike/dikir?
Lê wek xweha li xurbetiyê divê min birayê xwe yî li xurbetiyê biparêza, dibêjim;
-
Yaboo,
îşê wî zor e, Emrîka gelekî dûr e, û ev ˁeskerî filan jî heye, heke were û
Tirkiyê bela xwe lê bide paşê wê çi ke. – diyar e, eşqa wî ji vê çîrokê re
jî nayê, ma ez çi bikim, îro li vir im, sibê kî zane li kur im –
Ciya min naxwaze tehma devê me xera
bibe û mijare diguherîne;
Bêtifaq tê havînî kengî ê?


1 şîrove
Destxweş
YanıtlaSil