Kuxik

by - Ocak 22, 2018




     Kuxikeke zip û ziwa ji qemçika -peyva qemçikê gotineke ciya min anî bîra min, dema ku cara yekem min pora xwe pir kinik jê kiribû, gotibû, ma tu eyb nake birayê te ê qemçika te bibinin-  min girtiye. Min bikşîne ku derê ber bi wî alî ve diçim. Dîsa ew e ku nîvê şevê min ji xewê şiyar dike, xewnên min ên şêrîn nîvco dihêle.  Ji kuxînê gêj bûme, wek ku sitirî bi kezeba min ve biçin, wilo diêşe. Jixwe piştî her kuxîneke dibêjim aha vê carê kezebê min ê derkeve derve. Belkî sedema fikirîna vê tştê helbesta Rênas Jiyan be, ma ne ew bû digot;
Ey waweylê janya, kezeba min dike
di devê min re derkeve ji qehra…


You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!