Rojnivîskên Moskovayê Volume 8
(wêneyê yekem)
18 December 18:08
Ev telefon ji aliyê Sergey û hevalên wî wek diyarî ji bo rojbûna Gulsuma hat stendin.
19 December 13:17
Bi têlefona xwe re roja duyemîn. Îro li Moskovayê gelek berf barî hê jî dibare. Her cih spî ye pir xweş e. Jixwe ez jî ji sermayê hez dikim. Û îro ezmûna me ya Rûsî ya axaftinê hebû. Xweş derbas bû. Min qala malbata xwe kir û ferq kir ku min bêriya wan kiriye.
20 December 11:59
''To believe in something,and not to live it, is dishonest.''
As Aristotle has said, “You are what you repeatedly do. ''
Or perhaps Albus Dumbledore put it best, “It is not our abilities that show what we truly are. It is our choices.”
How was your day, today?
20 December 15:43
Îro serê sibehê şîyar bûm, saet 8 bû û derdor hê jî tarî bû. Dest û rûyê xwe şûşt û çûm mitfeqê Michel li vira bû. Min ji bo me omlet çêkir. Paşî cil û bergên xwe li xwe kirin û çûm rawestgehê. Li tramvayê siwar bûm û li rawestgeha Metroya Первомайская peya bûm. Li Семёновская hevdîtina min hebû bi Alexey re. Em ê biçûna Enstîtuya Pûşkîn. Me li metroyê hev dît. Ew piçekî dereng ma, ji bo derengmayînê lêborîna xwe xwest. Min jî got, don't be sorry. Li metroyê siwar bûn, rêwîtiyeke dirêj li benda me bû. Di nav kevanekê de dixwazim bibêjim ku ez ji Alexey pir hez dikim. Zilamekî pir şêrîn e.

(serê sibê taxa me pir xweş dibe)
22 December 1:47
22yê Berfenbarê, wergera Leylaxan mêzandiye paşê dîtiye ku xelas nabe, biryar daye ku sibê li pirtûkxaneyê xelas bikim.

(û nîvê şevan jî şibakeya min pir xweş dibe)
22 December 13.05
Li Moskovayê hema bêje cara yekem e ku tavê dibînim. Bextewar im.

(cara yekem, rojeke bitav)
22December 20:40
Anha li metroyê siwarbûyîme, li rawestgeha Шаболовская. Sê zilam siwar bûn bêriya du deqqe û bêhna araqê ji wan difûre. Nizanim çi vexwarinê lê diyar e hebkî serxweş in, lê ne gelekî. Ji dîtina serxweşan fêm dikim ku zivistan hat vira û çax çaxê vexwarina votkayê ye.
23 December 23:39

Rojnivîska min a bi qedr,
Îro jî malê derneketim. Heta vî çaxî li ber maseya xwe rûniştîbûm. Wisa xuya dike ku heta sê-çar saetên din jî li vira me. Ji rûniştinê welle qûna min qurimî. Li malê xweş wext derbas kir; fîlm temaşe kir - Wonder Woman - , werger kir, Suryankî xebitîm, bi Burcuka xwe re şitexilîm. Û îro Rênas Jiyan çûbû Şevîn Cafeyê min jî ji înstagramê ji weşana zindî helbestên wî guhdarî kirin.

(Botifar û Wonder Woman)Îro jî malê derneketim. Heta vî çaxî li ber maseya xwe rûniştîbûm. Wisa xuya dike ku heta sê-çar saetên din jî li vira me. Ji rûniştinê welle qûna min qurimî. Li malê xweş wext derbas kir; fîlm temaşe kir - Wonder Woman - , werger kir, Suryankî xebitîm, bi Burcuka xwe re şitexilîm. Û îro Rênas Jiyan çûbû Şevîn Cafeyê min jî ji înstagramê ji weşana zindî helbestên wî guhdarî kirin.

0 şîrove