Rojnivîskên Moskovayê Volume 4

by - Kasım 11, 2017


    Her tiştî wê şevê destpê kir, şeva ku bi dengekî qels te ji min re got;
-Ez heyran, tu li wan deran çi dikî, zimannasî jî çi ye? Were em vegerin axa xwe, Kurdistana xwe, ez ê sê golikan bistînim û heta mirinê em ê di mala xwe de bijîn, bi hev re bin!
Paşê min li te nêrî, min ferq kir ku bêriya te kiriye...
Heta niha nizam çend kesan ji min pirsî, gotin;
-Jiyana te çawa ye? Tu bêriya van deran nakî? 
Min jî bi avayeke ji xwe bawer, digot;
-Na, bêrîkirina çi? Moscow pir xweş e...
Lê anha fêm dikim, min derew kiriye. Mîn bêriya te kiriye. 
Paşê, Xelefcan dibêjim, 
-Ma sê golik ne hindik in?
Tu dikenî û dibêjî;
-Ca tu were ez ê ji te re deh heb golikan bistînim. 
Dikenim, kêfa min tê. 
Û paşê ji te re dibêm;
-Ka wê stranê dîsa veke, min pir jê hij kir.
Çawa bûn gotinên wê, digot;
Min got ez Ararat im, te jî got ez Sîpan im.   




You May Also Like

2 şîrove

  1. Madam Flâneuse,

    Rojnivîskên Moskowê bi meraqeke zexm î pir mezin dişopînim; Walter Benjamin belkî di tirbê de li ber xwe dikeve. Ku tu wa herî, ezê bi heqê xwendevanekî bêjim ''Yaw ji xwe re li Moskowê bimîne û ji me re jî binivîse, soz, emê Xelefo jî û ga û golikan jî bişînin wê derê'' Ji Diyarbekirê silav û spas.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ji Moskovaya sar merheba. stop. Şîroveyeke pir germ e. stop. Di demeke pir nêz de ga, golik û Xelefê xwe dixwazim. stop. û ji bîr meke, sê golik hindik in. Stooop.

      Moskova pir sar e. Stopa dawî!

      Sil

Ev jî nû derketine!