Qernebihar

by - Mart 25, 2016




Baran dibarî lê bêbextiya min ev e ku rojên baranê ez her tim bi solên xwe yên kincokî an jî bê şemsiye me. Ji sermayê hez dikim û ji lipên barana ku hêdî hêdî dibarin jî. Dimeşiyan û min bihara ku  bi qevzên hişk dihat hîs dikir. Rojên ecêb bûn. Geh dibû serma geh jî dibû rojek ji rojên havîna kurdistanê. Û hin rojan me çar demsal bi hev re didîtin. Sibehê payîz bû, nîvro havîn, ber evarkirî bihar û şevê zivistaneke pîs. Welhasil ez ê werim çîroka me, an jî em dikarin bibêjin kelevajî.
Wê roja sar, ez ji malê derdiketiyam û min dengê ciya xwe bihîst;
- Gulsuma, Gulsuma keça min ez ê îşev qernebiharan çêbikim tu jî bigihîje çaxê xwarinê û bixwe.
Roja ku li benda min ê ji serê min derbas bû û min got;
- Nikarim yade, saet deh û nivan ancax werim.
Payîz derbas bû, havîn çû, bihar gelekî nesekinî û zivastan hat. Ez di rêya mal de me. Di metroya ku diçe ber bi aliyê Teqsîmê ve rûniştîme û li kesên ku peya û siwar dibin dinêrim. Stenbol dereke ecêb e, her  tişt di nav hev de ye. Lê ez ji qernebiharan zêdetir hez dikim.
Anha diçim malê û qernebiharan ku pêşî hatine kelandî, paşê jî di nav rûne de hatine qelandî xeyal dikim. Kêfxweş im lê dizanim dema ku birçi me pir gêj dibim. Pêşî ya xwe nabînim û qet nikarim baş bifikirim.
Hatim malê. Hebkî şil bûme lê tişt nabe ez ji baranê hez dikim û dibêjin baran ji porê re baş e. Min derî vekir lê bêhna qernebiharan ku min xeyal dikirin tune bû.  Xemgîn bûm. Min ji diya xwe pirsî got;
- Here û ji xwe re germ bike.
Anha baştir im qernebihar li wira benda germbûyîne disekinin. Germ bûn ketim ser xwarina wan lê tiştek kêm e. Tehma wan ne wek berê y. Ne şor in ne jî kelê lê xweş nîn in, uffff.
Bawerim evîn jî tişteke wisa ye, dema ku sar dibe, dibe. Êdî tu çiqas germ jî bike nabe :/ çi tehm dimîne çi jî kelecan.
                                                                                                   Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!