Dizek ket mala min, min jî mal firoşt!

by - Kasım 09, 2016


        Erê guhdarên ezîz, hûn bi xêr hatin, ev der radyoya Gulokê ye.
Gulokê, qasê ku ji guhdarîkirina çîrokên nû hez dike, ji vegotina çîrokên xwe jî hez dike.
(Not: ev çírok ji jiyana rasteqîn e).
Belê, ez li ku mabûm?
Ahaaa!
Diz.
Erê tu kesî xelet nebihîst. Beriya hîjdeh rojan dizek ket mala min. Ne mal lê, ket odeya min. Odeya min ya tijî bîranîn, tijî çîrok û nizanim tijî gorên xetoxeto.
Biborin serê min diêşe, dema ku diz dikevin mala min; serê min pir diêşe  û dil. Dilê min jî wek berê lê naxe. Li ber sikratê ye. Piştî çil salan ê xwe bikujê, metirsin!
Piştî ku ez hînî wê/î dizê/î bûm, reviyam. Min xwe avêt bin ava kelandî û hin bîranîn şewitandin. Ez jî şewitîm lê ne ji ava kelandî, ji hestirên xwe. Pêşî çav kor bû paşê jî dil. Anha kerr im û hebkî jî dêhn.
Hûn ê bibêjin ma wî/ê dizî/ê çi kir, çi dizî?
Bersiv;
Nothing...
Êşa serê min dîsa hat û bû mêvan. On my eyes, bila were (lê qurbana te gelekî nemîne, ez ê bibim 21 salî û divê dinyayê xera bikim).
Xwedê heye ku tiştek ji odeya min kêm nebûye. Lê hûn dizanin Gulokê çima xemgîn e, çima çav piçûk e. Ji ber ku wê/î dizê/î destê xwe dayê bîranînên min û hin jî gora dilê xwe guherandiye. Û dîsa dizanim ku ew diz hînî odeya min bûye. Jê hez kiriye. Şerab vexwariya û nizanim destê xwe daye pirtûkên min. Ê dîsa bê. Bila bê. Bila bîranîn jî li ba wê/î bimînin. Naxwazim, hez nakim bîranînên ku ji aliyê  hin kesên xerîb hatibin guherandin, paqij kirin û top kirin filan.
Min biryara xwe daye, ez ê mala xwe bi destê xwe bifroşim wê/î dizê/î.
Noş noş!

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!