Ew kesên ku xewnên xwe ji bîr nakin û dinîvîsin bila destên xwe rakin!

by - Nisan 05, 2017


     Erê we dengê min kir, ka binêrim çend kes mîna min beredayî an jî ehmeq nîn e û xewnên xwe di hişê xwe de dihêlin. Yek, du, sê, çar û bîst û pênc.... Welle hûn têrî xwe hene lê ên mîna min çend in? Yeeeeeek!! (whatashame) Ka bêjin divê mirov çi bike ji bo ku xewnên xwe ji bîr meke, ha çiiii? Deng nayê ez heyran, dengê xwe bilind bike. Welleh êdî ez pîr bûme, çima tu kes bawer nakî yaew?
Welhasil û kelam ez wan xewnên xwe yên ecêb û ecêb piştî şiyarbûnê çi bikim bikim nikarim bînim bîra xwe. Gelo ez ê bimirim. Her kes gayet xweş wan tînê bîra xwe lê, ez?
Min çareseriyek ji bo vê hewalê dît. Ez ê xewnên xwe bi xwe re bigerînim, xwarinê bidim wan, serê wan şoşo bikim filan fîstan... Mîna zarokan ez ê wan mezin bikim. Rojeke ê helbet dest bi axaftinê bikin û di dilê wan de çi heye çi tunne ye ê ji min re bibêjin..... Her bijî Gulêêêeê welleh tu jîr î!!! (Her şeyi biliyorum diyenlere selam olsun.)

You May Also Like

1 şîrove

  1. Hiş namîne, lê mîna Freudê ku di Nietzsce Agladiginda de hatiye afirandin, hema xewnên xwe binivîsîne. Ji bo sekansên du sê saniyeyê meriv têr nivîsandina sêwirandinê nabe. Lê xewn bi serê xwe xeyal be, nivîsandin jî şoşokirina wan jî ne çare ye. (Ha şoşokirinê min nekir, bira ne derew be. lê min mezin kir, bi genî lê mezinkirin mezinkirin e. Nepixî nepixî û, 10 9 8 7 6 ... -Germbûna Global-) :)

    YanıtlaSil

Ev jî nû derketine!