by - Nisan 10, 2020


Ha Va Ye – Bextewariya Bêhiş


Di van rojên ku em hemû li malka xwe rûniştîne û hêr êvar êdî weke 'ededeke nû hejmara miriyan qontrol dikin, min helbesteke Sergey Yesenîn ya bi navê ''Ha va ye - bextewarîya bêhiş'' wergerand Kurdî. Texmîn dikim ku bê çiqas xerab e lê bila nebêjin Ekrad ji Rûsî wergeran nake.
Kerem bikin;



Ha va ye – bextewariya bêhiş
Bi paceyen spî; ber bi bexçe ve!
Li ser golê zerketavek diçe û tê
Mîna bi lingên sor ên qazekî.


Roja te bi xêr bêdengiya zêrîn,
Bi siya darberkê; ber bi avê re!
Li serê bên refekî qijikan
Stêrka êvarê bêjna xwe ditewîne.

Bi nazenîn, li van dera, li bexçe
Li wir, li cihê kulîlkên germûşê
Bi kirasekî spî keçikeke narîn
Stranên nazik distire.

Moraneke gewre belav dibe
Ji mêrg, lerzîneke êvarî…
Bextewariya bêhiş û bedew
Hinarokên nûgihiştî yên helesor!

1918

You May Also Like

1 şîrove

Ev jî nû derketine!