''hewl bide û kurê xwe hînî kurdî bike''

by - Nisan 01, 2019


                              li ber nehra Moskovayê, nêzî Meydana Sor, li derdora Kremlînê

    Îro li gorî saet yazdehê êvara Moskovayê bi kesekî ku ez nas nakim ra dersa min a skype hebû, heke hûn bibêjin, hûn çawa hev nas dikin ez ji we re bêjim, hesabekî min î instagramê heye ku ez li wir hewl didim ku kurdî hîn bikim, gelek aktîf nebe jî car caran bikartînim. Rojekî kesekî bi navê Jwan Mella ji min ra peyam şand û got, - bi inglîzî gelo tu dikarî zêdetir parvekirinan bikî, ez gelek dixwazim kurdî hîn bibim, min jî got ser seran, ser çavan heke tu bixwazî em dikarin ser skype hev bibînin û ez alîkariya te bikim. Û me îro hev dît. 

Me skype vekir, hellö, hii, filan behvan… Ew pronounciationa wî hema Sherlock anî bîra min û Tommyê Peaky Blindersê J  filan me dest bi axaftina Kurdî kir hêdî hêdî…

                                 Li ber nehra Moskovayê, li hember yek ji avahiyên Seven-Sistersê

Jwan zilamekî 40 salî ye, zewicî ye, bavê lawikekî 6 mehî ye ku navê wî Dilovan e. 
Dema ku min got ez ji Mêrdînê me gelekî bextewar bû û got malbata diya min jî ji Mêrdînê ye, û malbata bavê min jî ji Diyarbekirê ye, bêriya çil salan ji Şamê hatine Londrayê. Û  êdî Jwan ji xwa ra dibêjî Londrayî :/ 

Min dît ku mêrik hinekî kurdî zane, hebekî xebitîye lê ji ber bêpratîkbûnê nikare biaxive. Û  malbata wan jî her bi wan re inglîzî xeber daye :/ heyfa zimanê me!! 

45 deqqe dersê berdewam kir paşê min got em li vir bisekinin, û heke tu bixwazî em dikarin hefteyê du caran hev bibînin û ez alîkariya te bikim. Gelekî bextewar bû, got ez çawa dikarim haqê te bidim, min jî go ''hewl bide û kurê xwe hînî kurdî bike''

Piştî vê gotina min em her du jî gelekî hestiyar bûn :(( 


Wî jî got jixwe ez ji ber wî dixwazim kurdî hîn bibim. 
ez naxwazim ew wek min bibe...

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!