Rojnivîskên Moskovayê Volume 14
Bi rê ve diçûm û min dît yek li ber ber nehrê masîya digre. Mi go ez herim nêzî wî rûnim û ka meyzênim li ber nehrê Rûs çawa masîyan digirin. Çûm, rûniştim û min jixwa ra cixareyek pêça û dest bi çavdêriyê kir.
Demekê gelekî kin derbas bû wî lawikî masiyek girt. Nêzî min bû, têlefona xwe ji bêrîka xwa derxist - di vê kêlîkê de bi masî ra ji xeber dida, di go bisekine bisekine - û got gelo tu dikarî wêneyê me bikşîne, min sê çar wêneyê wî yê xweşik girtin. Li wan nêrî - bawerim ne ecibandin - û got ka vê carê jî halo bikşîne û cihê xwe guherand. Min dîsa wêne kişandin. Paşê masî danî erdê, û ji çente xwe wezîneke gelekî piçûk derxist. Wê navberê de min destê xwe da masî, hê dilepitî û lawik ji min ra got, masî du canî ye, dê ye. Lawik demirê wezinê bi qirika masî va daleqand û me dît ku masî nêzî 300 gram e. Paşê wezîna ku bi masî ra daleqandibû derxist û masî dîsa nav nehrê.
Ez ecêb mabûm, min jê pirsî got, çima? Wî jî got, çi çima? Min go te masî girt û paşê dîsa te masî xist nav avê. Wî bersiv da û got, ez masîyan naxum. Min jî got, heke tu masîya naxwî tu çima wan digrî, ev jî hobbîyek e ma? Wî jî got, ez tenê wan digrim, diwezînim û paşê dîsa wan dişînim.. Min nizanibû çi bêjim.. Paşê gelek hevalên wî hatin nêzî 6-7 kesan. Wan jî dest bi girtina masîyan kir.. Lê wan ti masî negirtin..
30ê Adara 2019a / Mosko




0 şîrove