bloggerGîska GerokGulê li moskovayêGulsumakemoscowrojnivîskRojnivîskên MoskovayêRojnivîskênMoskovayêRûs û Bûrokrasî
Rojnivîskên Moskovayê Volume 12
Galeriya Tretyakov
Fikra jiyîna cihekî din her çiqas gelekî
xweş xuya bike jî – helbet xweş e – lê divê mirov bizanibe ku hînbûyîna mayîna cihekî
xerîb, destpêka jiyaneke nû her tim bi xwe re, li gorî şert û mercên bajarê em
çûne, hin probleman jî tîne.
Li Rûsyayê, îsal qanûneke nû derket û gotin
divê hemû kesên ji welatên din hatine divê qeyda xwe çêkin û cihê xwe yî ku lê
dimînin diyar bikin heke ew tişt neyên cih wê serlêdana wan a ji bo vîzaya nû neye
qebûl kirin, û min jî mala xwe barkir, ez hatim cihekî nû – ev mal mala bavê
mamosteyê min e -. Piştî her vegerîna xwe ya ji Tirkiyê an jî ji Kurdistanê ez bi
mamosteyê xwe ra diçim û qeyda xwe çêdikim û paşê ew jî careke diçe qereqolê û
li wir jî serlêdaneke dike û paşê qereqol numreyeeke qeydê dide wî. Ev numre tê
wê wateyê ku ez ji bo Rûsyayê û gele Rûs ne keseke xetere me.
Piştî hatina min a vê carê, em dîsa çûn
qeydê, me qeyda min çêkir û dor hat çûyîna mamosteyê min a qereqolê. Di vê navberê
min nizanî bû ku ew hê neçûye û ew numre nestendiye. Ez çûm cihê serlêdana
vîzaya nû, jinikê li kaxeza qeyda min nêrî û got, ‘’bide! Ez fotokopiyeke
bikşînim û paşê herim cihê kontrola qeydê û meyzênin ka hatiye qontrol kirin an
na – yanî behsa qereqolê dikir – û piştî du rojan were.’’ Min jî go, serçava.
Du roj derbas bûn, û ez çûm, got; ‘’Xwediyê malê hê neçûye qereqolê, dive biçe wira.’’
Min ji dile xwe got, hey keranizamçikiriyoxwediyêmalê tu çima neçûyî!!
Welhasil, min jê ra peyamek şiyand û got, ‘’ez piştî mehekî diçim Kurdistanê,
heta wî çaxî divê ez ji bo serdema bê vîzeya nû bistînim, filan behvan.’’ Got
temam, ez ê sibê çim. Bû sibeh, ez di derse de bûm, j imin re ser hev peyam
hatin ji wî, got nizam çi lazim e, divê tu wêneyan wan bikşînî û j imin ra
bişînî, û tu kengî ketî Rûsyayê filan behvan, gelek pirs pirsin… Piştî saeteke
din jî peyamek hat, got numreya te ev e, û;
Piştî
vê peyamê min emojiyeke ku dikene şand û spas kir.
Jiyîna
li welatekî xerîb helbet her tim ne problem e J Ji ber
hînbûna Rûsî gelek hevalên min ji welatên din in, yên herî nêzîkî min ên di
koma me de, Çena Japonî, Klîmtonê Fransî
û Alexandreê Polonî ye. Îro em bi hev re çûn restoraneke nêzî Zanîngehê û me bi
hev re firavîn xwar.
şorbeya birinc, salata, mirîşk û pure
Min, Çen û Klîmton menuya rojê sitend, ji berk u salata,
şorbe û xwarineke bi avî û ziwa û vexwarin bi hev re tene 199 Ruble bû. Lê
Alexandreê artist çû tişteke din sitend. Welhasil, dema ku me xwarin dixwar
tiştek berçavê min ket: me dest bi xwarina firavînê kir, ez, Gulsumaka Kurd,
helbet min ji şorbeyê destpêkiribû, Klîmtonê Fransiz ji salateyê û Çena Japonî
jî di eynî kelîkê de ji hemuyan dixwar. Min şorbe xelas kir û ketim ser salata
xwe xwarina sereke, Klîmton salata xwe xelas kir û kete ser xwarina sereke, û Çena
Japonî hê jî hemû bi hev ra dixwarin. Min salata û xwarina sereke bi hev re
dixwar lê Klîmton salata xelas kiribû û ketibû ser xwarina sereke lê şorbê hê
li wir disekinî. Çena Japonî jî her sê bi hev re dibirin. Xwarina min li ber
xelasbûnê bû û Klîmton jî xwarina sereke xelas kir û di dawiyê de dest bi
şorbeyê kir. Erê we xelet nebihîst, wî wek dawî şorbe vexwaribû. Û Çen Xanim jî
hemû xwarin bi hev re xwaribûn.
Dibe
ku qet bala we nekişandibe lê, dem amin çavderiya van tiştan kiribû hebkî ecêb
hatibû, ne ecêb lê cûda bû J
18.03.2019 - Moskova



0 şîrove