Rojnivîskên Moskovayê Volume 13
Dîrok, 23ê Adarê, yanî bihar e, xweş bihar
e, lê mixabin ji me ra, yanî em, ên ji Bakuriyan Bakurîtir, hê sitan e. Bi ocaxa şêxê gundê we sund
dixwum îro jî berf dihat. Yanî me hêviya xwe
ji hewaya germ qut kir, em li benda hewaya hînik in êdî.
Min doh ji xwe ra programek çêkir, programeke qerrasa û bir yar da demeke weke (haşa) keran bixebitim.
Paşê min dît ku min spor ji bîr kiriye, û ji
xwe ra got, baş e, naxwe sibehan saetekî zû şiyar bibe û ber nehra Moskovayê
bêhneke ji xwa ra baz de. Û ez vê sibehê saet 8a şiyar bûm, bi dest xwe ra xwe
hazir kir, mifteh kir berîka xwe, berguhkê deyna ser guhê û ji malê derketim.
Derkevim û çi bibinim, berf dibare, min go tiştek nabe Gulsumakê, jixwe tu yê
baz bide, û min dest bi bazdana xwe kir.
Pora min şil bûbû, xwehdan ji aniya min
dihat xwarê, ruyê min hema bêje qeşa girtibû lê çiqa xweş bû! Ew hîsa ku mirov
dizane tişta ku dike tişteke gelekî baş e, çiqa xweş e.
Gîska Gerok li ber nehra Moskovayê
Ji
bilî vê programê roja çarşemê ez û koma min a navdar – Fansizek, Çînîyek û
Koreyîyek û helbet Kurdek- em çûn Muzeya Ruskoy Îkonî, lawikê ku ji me re
rêberî dikir hema bêje kuta serê me. Bi zimanê Rûsî û te digot qey ecela wî
heye zû zû behsa îkonan dikir, ên ji sedsala 14., ên ji sedsala 16., ên ji
sedsala 20. Û dîroka muzeyê, dîroka deran, dîroka koleksiyona wê muzeyê, bi kurt
û kurtasî kuta serê me.
îkonek ji sedsala 14.
Di dawiya de, dema ku hatir ji me xwest, me ferq kir ku
em wek kuçika westiyane. Û wê rojê
rojbûna Çena Çînî bû, me go em bi hev re şîv jî bixwun. Me biryar da em herin
restoranta Çînîyan, lê li derdorê yeke li gorî dile me nebû, gelekî bûha bûn.
Me li ser rêya xwe restoranteke Fransizan dît, lê Klîmentê Fransiz jî got ez
dixwazim tişteke nû biceribînim em herin cihekî din binerin. Em meşiyan û me li
ser rêya xwe restoranteke Îtalîyan dît, me li menuyê mêyzand pir bûha nebû, û me
go ya allah û em ketine hundir.
Min
li wê restorantê pîzzayeke ecêb ceriband, navê wê пицца «груша» bû, yanî pîzza ‘’hirmî’’. Erê, hirmî, yanî
hirmîya fêkî. Ev pîzza ji penîr, hirmî û hingiv tê çêkirin. Beriya xwestinê min got wê teqez gelekî şerîn
be, lê piştî xwarinê min ferq kir kul i hev hatina penîr û hirmî û hingiv tişteke
mikemmel e. Ne gelekî şêrîn bû ne jî gelekî tehma penîr jê dihat. Balanseke super
bû bi şeref!!
пицца «груша»
Tabî di
civatekê de wiha de, heke herkes ji welatekî cûda be mijar te ser çandan, kevneşopiyan
filan behvan. Mesela Klîmtenê Fransiz behsa cûrbecûrbûna çetel û kevçî û kêran
dikir. Nizam çetele penîr çawa ye, nizam kêr çawa ne, filan behvan. Û lê zede kir
û got ev hemû kelevajiyên ‘’burjuvazîya’’ ne. Çêna Çînî ji me re behsa xwarinên
herî bûha ên li Çînê kir. Piştî xwarinê me got em şîraniyekî jî bixwin û paşê belav
bibin. Yek bi lîmon, yek bi çuqulet me du porsiyon profiterol xwestin. Helbet
di dawiyê şeve jî haqê wan tiştên şêrîn yekoyeko ji me xwestin. Ji 3000
Rubleyan zêdetir hesab hatibû J me di navbera xwe de belav kir û em wek camêran, bê
qeza û bela ji wir derketin.




2 şîrove
Nivîsên ku pir kêfa'm ji wan re tê, xwendinê dubare dikim. Niza'm çima, pir kêfa'm ji vê nivîsê re hat.
YanıtlaSilEz ê niha careke din bixwînim.
Bi tenê xwendina progrema te ez westiyam. Quwet be ji te re.
YanıtlaSil