Lîsteya Youtuberên Kurd
''Da xelq-i nebêjitin ku Ekrad
Bê ma'rîfet in, bê esl û binyad
Enwayê millet xwedan kitêb in
Kurmanc-i tenê di bê hesêb in
Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc
'Işqê nekirin ji bo xwe armanc
Kurmanc-i ne pirr di bê kemal in
Emma di yetîm û bê mecal in
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn''
Ehmedê Xanî
Sal 2019, erê 2019, dema bi dengekî bilind dixwînim, du hezar û nozdeh, hin carnan bawer nakim ji vê hêjmarê, çiqa zû derbas bûye, hê weke doh tê bîra min, zaroktiya min...
Meseleya romantîzmê li aliyekî divê em ji bîr nekin ku em di sedsala 21. de ne. Û divê em ji rojeva dinyayê dûr nekevin û bi avayekî tişta ku me ji xelkên dî diveqetêne bixin nav vê rojevê. Çi ye ev tişta ku me xelkên dî diveqetêne û me dike Kurd? Bêgûman cara yekem zimanê me tê bîra me!! Erê zimanê me, rewşa zaraveya Kurmancî her çiqas ji ya Kirmanckî baştir be jî divê em zimanên/zaraveyên xwe ji nava mala xwe derxin, wek tvîteke Gernas Nenas;
Erê, divê em zimanê xwe bi xwe ra bigerînin, heta ku ji destê me hat, hetta divê em zorê bidin xwe û bi zimanê xwe ra zêdetir wext derbas bikin. Helbet cihên ku em ê zimanê xwe bi xwe re bigerînin wê li gorî xwestekên sedsalê jî biguherin. Qasê ku hûn dikarin ji destê zimanê xwe bigirin û kolanan bigerînin hûn dikarin zimanê xwe bi avayekî aktîf li mecrayên medyay civakî jî bikarbînin. İnstagram, facebook, twitter, youtube ferq nake...
Di nav mecrayan de, rewşa herî xerab niha ya Youtube ye, mixabin hêjmara Youtuberên Kurd qasê hejmara Zaraveyên Kurdî nabe :)
Min jî xwest di vê nivîsê de lîsteyeke Youtuberên Kurd amade bikim, - qasê ku zanim -. Lê pirsgirekek heye, mesela em ê ji kî rê bêjin Youtuber?
Dibe ku bi wextê re bi zêdebûna hejmarê ra, hin pîvan jî wê derkevin hole, kerem bikin lîsteyê binêrin:
- - Axîn û Arîn *Eztuber ---> ji bo kanala wan
- - Asoya Helbesta Kurdî ---> ji bo kanalê
- - Asya Dawid ---> ji bo kanala wê
- - Deno72 ---> ji bo kanala wî
- - Gulê Can Ronahî ---> ji bo kanala wê
- - Gulsumakê - Gîska Gerok ---> ji bo kanala wê
- - Mesut Alp ---> ji bo kanala wî
- - Mustafa Aram ---> ji bo kanala wî
- - Necat Zivingî ---> ji bo kanala wî
- - Ramazan Gürbüz ---> ji bo kanala wî
- - Resul Bafeyî ---> ji bo kanala wî
- - Roza Sîerra ---> ji bo kanala wê
- - Xwarinê dayika min ---> ji bo kanala wê


2 şîrove
Seata te xweş❤️ De inş. Youtuber û bloger û vlogerên me zêde bitin bitin bitin:)
YanıtlaSilAmîn :) bila bibin hezar, deh hezar, sed hezar û milyon :) bila şopîner di van kanalan de wenda bibin asdf
Sil