li ber nehra Moskovayê, nêzî Meydana Sor, li derdora Kremlînê
Îro
li gorî saet yazdehê êvara Moskovayê bi kesekî ku ez nas nakim ra dersa min a
skype hebû, heke hûn bibêjin, hûn çawa hev nas dikin ez ji we re bêjim,
hesabekî min î instagramê heye ku ez li wir hewl didim ku kurdî hîn bikim,
gelek aktîf nebe jî car caran bikartînim. Rojekî kesekî bi navê Jwan Mella ji
min ra peyam şand û got, - bi inglîzî – gelo tu dikarî zêdetir parvekirinan bikî, ez gelek dixwazim
kurdî hîn bibim, min jî got ser seran, ser çavan heke tu bixwazî em dikarin ser
skype hev bibînin û ez alîkariya te bikim. Û me
îro hev dît.
Me skype vekir, hellö,
hii, filan behvan… Ew pronounciationa wî hema Sherlock anî bîra min û Tommyê
Peaky Blindersê J filan me dest bi axaftina Kurdî kir hêdî hêdî…
Li ber nehra Moskovayê, li hember yek ji avahiyên Seven-Sistersê
Jwan zilamekî 40 salî ye, zewicî ye, bavê lawikekî 6 mehî ye ku navê wî Dilovan e.
Dema ku min got ez ji Mêrdînê me gelekî bextewar bû û got malbata diya min jî ji Mêrdînê ye, û malbata bavê min jî ji Diyarbekirê ye, bêriya çil salan ji Şamê hatine Londrayê. Û êdî Jwan ji xwa ra dibêjî Londrayî :/
Min dît ku mêrik hinekî kurdî zane, hebekî xebitîye lê ji ber bêpratîkbûnê nikare biaxive. Û malbata wan jî her bi wan re inglîzî xeber daye :/ heyfa zimanê me!!
45 deqqe dersê berdewam kir paşê min got em li vir bisekinin, û heke tu bixwazî em dikarin hefteyê du caran hev bibînin û ez alîkariya te bikim. Gelekî bextewar bû, got ez çawa dikarim haqê te bidim, min jî go ''hewl bide û kurê xwe hînî kurdî bike''
Piştî vê gotina min em her du jî gelekî hestiyar bûn :((
Wî jî got jixwe ez ji ber wî dixwazim kurdî hîn bibim.
ez naxwazim ew wek min bibe...