Aesop bi kurdîçîrokçîrok ji bo zarokangulexanhikayeHirç û Du Hevalingilizceden türkçeye çeviriThe Bear and the two FriendsWerger
Hirç û Du Heval
Rojekî ji rojan, du heval bi hev re ji welatên xwe derketin û ji bo geştê ketin rêyekê bi talûke, dê alîkariya hev bikirina.
Piştî demekê din, di nav daristanêk de dîtin ku hirçêk ber bi hêla wan ve tê. Ji van hevalan yekî bazda, hilkişiya ser darekî û xwe di nav şaxên darê de veşart. Zilamê din jî xwe avêt erdê û taqlîdê miriyekî kir û demekê bêhn nesitand; zilam ji derekî bihîstibû ku hirç destên xwe nadin laşên miriyan.
Hirç nêzî zilam bû, zilam pencê wî hîs kir, hirço jî zilam behn kir û derbas bû.
Merikê li ser darê, ev tiştên bi talûke dît, xwe avêt jêrê û ji hevalê xwe pirsî?
'' Bi rastî jî tu pir cesûr û baqil î; lê, ji min re bêjê, hirço çi pistand guhê te?'' Merik nêzî rûyê hevalê xwe bû û wek tîştekî veşartî bêjê got;
''Hirço ji min re got bi zilamên ku dema talûkê de tenê xwe diparezin û hevalê xwe nefikirin re careke din geştê neke!''
Ji Ingilîzî : Gulsuma Demir
The Bear and the two Friends
Two men left together their own country and travelling together they agreed that in case of danger on the road, each would help the other.
As they were crossing a thick wood, they saw a bear coming towards them. One of them ran off, climbed up a tree and hid himself in the branches. The other man threw himself on the ground and pretended to be dead; for he had heard that bears do not touch a dead body. The bear came up to him, felt him all over with his paws and his snout and passed on.
The traveller on the tree, seeing that all danger was over, came down and said to his friend: '' You were very clever and courageous indeed; but, tell me, what did you the bear whisper in you ear?'' He held his snout so close to your face that the seemed to be telling you some secret.
'' He told me never to travel again with a friend who leaves me in danger and only thinks of his own safety!''
Aesop

0 şîrove