Hişt, Hişt!
Ez dimeşiyam. Her ku dimeşiyam bêhna min fireh dibû. Ji malê hêrsbûyî derketibûm. Dibe ku ez hêrsê jilêta rûkirkirine bûbûm. Çima nabe! Kesinkes ez hêrsê jilêtê bûme.
Şînayiya giyayan, şînîtiya behrê, sayitiya ezman, helbet meseleyek e. Kî/ê gotiye ne meseleyek e? Ehmeqtî! Ger baran bihata? Ger şînayiya giyayan xemrî, şînîtiya behrê jî sor bûbûya. Ku wisa bûya wê demê dibû meseleyek,
Min di rengê çiqûlatê de pelek, di rengê behîvtirkekî de jî bizinek dît.
Yekî ji pişta min:
-Got, hişt.
Vegeriyam û min mêze kir. Li ser rê striyên keran ku hê negihaştine tehma alûcan li min mêzandin. Diranên min biriqîn. Li ser rê tu kes tune bûn. Min banê malekî, du-sê çûkên li dûr difiriyan, di navbera pelan de behr dît. Gava min rêya xwe dewam kir:
-Got, hişt, hişt.
Min xwest ku ez vegerim lê binêrim. Belkî ji ber vê xwesteka xwe ez lê venegeriyam. Dibe. Ji ezman çûkek derbas bûye bi hişt hiştekî. Ji pişta min marek, kîsoyek, jîjoyek derbas bûye. Belkî kêzikek hebe ya ku dibê hişt hişt.
-Got, hişt dîsa.
Vê carê jî belkî ji bêzariyê ez lê vegeriyam, min got qey yekî/ê xwe di nav şînahiyê de veşartiye. Ez li kêleka rê rûniştim. Piçekî ji min dûr , kerek diçêre. Rengê wî jî ji rengê behîvtirkekî ye, devê wî, diranên wî, guhên wî, gewrî ya wî çendî xweşik e. Diçêre. Xirte xirt ji xwarina giyayan derdixîne. Belkî jî ev dengê ku min wek ''hiştahişt'' ê fêm kiribe. Ji dengê xirtexirta devê kerê dengekî cûdatir.
-Got, hişt hişt hişt.
Hin caran dengekî ku em nasdikin li ber guhê me bangî me dike. Dibe ne wisa? Gelekî kêm e. Belkî jî di nava serê we de dengê ku hûn jê hez dikin, dengê ku tê bîra we, bê deng bangî we kiribe. Dibe.
Ji nişka ve, tişteke ne wek ewran, ecêb û mijeke zer peşiya rojê girt. Destekî qirêj, ji pişta kerê reng behîvtirk qumaşek kişand û bir. Wek berê rengê xweliyê, mantoyê wi yê kevin lê kir.
Daketim ser rê. Çiqasî bixwaze bila bibêje hişt. Bila hogirekî min jî be. Bila ne tu kes jî be, bibim dînikekî ku guhên xwe re dibe hişt hişt, ez, guhên xwe nadimê.
Belkî çûkek e. Belkî kîsoyek. Belkî jîjoyek. Belkî jî masiyek be ku ji behra nêzîk dengê xwe bilind dike. Canewarek e. Çûk e. Çûkê mîhalakî ye.
Baş e, ez ê bibêjim hişt hişt. Wê demê min, minminek ku naşibe ''hişt hiştê, û hewl didim ku naşibê jî diminminînim.
Ji nişka ve min jinek û zilamek dît, li pêşiya xwe. Rêya Kalpazankayayê ji min pirsîn. Min got hûn li ser rêya rast in. Tu dibêjî qey rê çû, ew sekinîn. Bi du qewza ji min dûr ketin. Min di nav pezan de kurê keşe dît, xwe dirêj kiribû. Ji rûyê wî yê aqilsivik wek dîkekî belekotkî melkemotek rabû. Gilêza devê xwe paqij kir. Ji piyên berxikê girt. Bi berxikê re ket erdê. Ji bêhvila berxikê maçî kir.
Kurê keşe qefçîl, ehmek, bi rûyek sîh û yekî mêzand. Anha di mêrga kulîlkan de bûm. Kesinkes çûkbû ku ji min re digot hişt hişt. Herê çûkên wisa. Nabêjin cik cik dibêjin hişt hişt. Çûk bû çûk.
Mêrikekî ax radikir. Pêlê hesinê merê dikir, axa bi rengê sor ji bin erdê derdixist û diavêt ser erdê.
-Got merheba hemşerim
-Min jî got, oooo! Merheba!
Dîsa çû ser karê xwe. Mîn got, hişt hişt. Nemêzand.
Mîn careke dîn jî got, hişt. Dîsa nemêzand.
Zû zû hişt hişt hişt.
-Got keremke beg.
-Mîn got, na, tiştek nîne!
Tiliya xwe ya piçûk xîst guhê xwe. Xwerand. Derxist, tiliya xwe mêzand. Bi darê merê paqij kîr.
Hişt hişt, min got.
Serê xwe ber bi ezman ve rakir. Li çûkan mêzand. Behrê mêzand. Vegeriya, biguman li min mêzand.
-Min got, vê salê artîşok çawa ne.
-Got ne baş in.
-Min got, tu yê kengê keşol qut bikî?
-Got hê maye.
Wek bêhnê bistînim min got "hişt"
Dîsa bi guman li behrê, li ezman û li min mêzand.
-Min got, divê çûkbin.
-Mêrik got xişiniyek tê guhê min, ji ku derê tê? Jixwe van rojan jî guhên min piçekî giran bûne.
-Min jî got, divê were şûştin, yên min jî giran bibûn.
-Hat şûştin?
-Nehate şûştin, hewcedarî nemaçûm doktor; jê derxist, qirêjî bû.
-Min got, zarok çawanin?
-Got, baş in. Neh bûn heşt man. Tu serpêhatiya yê nehemîn dizanî?
-Min got, hişbe hişbe. Êşa dil e. Haydê bi xatirê te.
-Haydê oxir be.
-Piçekî dûr ketim.
Hişt hişt.
Min vê carê dît. Bexçevan bû. Ew bû, ew.
-Min got, hadê hadê min te girt vê carê.
-Got, na wellehî, wellehî hê min keşol qut nekirine. Çima ezê ji te veşêrim. Ma ne bi perê xwe ye?
-Min got, ma ne tu yî dibêjî hişt hişt.
-Got, ez jî dengek dibihîzim lê nikarim bibînim ji ku derê tê?
Ji ku derê tê bila were; ji çiyan, ji çûkan, ji behrê, ji mirovan, ji giya, ji kêzik, ji kulîlk. Bila were ji ku derê tê bila were. Ku dengê hişt hiştê neyê malxirabî ye. Piştî hatina vê dengê bijî kulîlk, kêzik, mirov.
Hişt hişt
Hişt hişt
Hişt hişt
Ji Tirkî: Gulsuma Demir
Hişt, Hişt!
Yürüyordum. Yürüdükçe de açılıyordum. Evden kızgın çıkmıştım. Belki de tıraş bıçağına sinirlenmiştim. Olur, olur! Mutlak tıraş bıçağına sinirlenmiş olacağım.
Otların yeşil olması, denizin mavi olması, gökyüzünün bulutsuz olması, pekalâ bir meseledir. Kim demiş mesele değildir, diye? Budalalık! Ya yağmur yağsaydı? Ya otların yeşili mor, ya denizin mavisi kırmızı olsaydı? Olsaydı o zaman mesele olurdu, işte.
Çikolata renginde bir yaprak, çağla bademi renkli bir keçi gördüm. Birisi arkamdan:
- Hişt, dedi.
Dönüp baktım. Yolun kenarındaki daha boyunu posunu almamış taze deve dikenleriyle karabaşlar erik lezzetinde bana baktılar. Dişlerim kamaştı. Yolda kimsecikler yoktu. Bir evin damını, uzakta uçan bir iki kuşu, yaprakların arasından denizi gördüm. Yoluma devam ederken:
- Hişt hişt, dedi.
Dönüp bakmak istedim. Belki de çok istediğim için dönüp bakamadım. Olabilir. Gökten bir kuş hişt hişt ederek geçmiştir. Arkamdan yılan, tosbağa, bir kirpi geçmiştir. Bir böcek vardır belki hişt hişt diyen.
Hişt! dedi yine.
Bu sefer belki de isteksizlikten dönüp baktım çalıların arasına birisi saklanıyormuş gibi geldi bana.
Yolun kenarına oturdum. Az ötemde bir eşek otluyor. Onun da rengi çağla bademi, ağzı, dişleri, kulakları boynu ne güzel. Otluyor. Otları adeta çatırdata çatırdata yiyor. Belki de bu çıtırtılı, çatırtılı sesi hişt hişt diye duymuşumdur. Eşeğin ot koparışının sesinden apayrı bir ses:
- Hişt hişt hişt, dedi.
Hani bazı kulağımızın dibinde çok tanıdığımız bir ses isminizi çağırıverir. Olur değil mi? Pek enderdir. Belki de kendi kafanızın içinden sizin sevdiğiniz, hatırladığınız bir ses, ses olmadan sizi çağırmıştır. Olabilir.
Birdenbire güneşi, buluta benzemez garip ve sarı bir sis kapladı. Bir kirli el, çağla bademi eşeğin sırtından bir kumaş çekip aldı. Her zamanki kül rengi, yer yer havı dökülmüş eski mantosunu giydirdi eşeğe.
Yola indim. İstediği kadar hişt desin. İsterse sahici sulu bir dost olsun. İsterse kimseler olmasın, kendi kendime kulağıma hişt hişt diyen bir divane olayım, ben, aldırmayacağım.
Belki bir kuştur. Belki tosbağadır. Belki bir kirpidir. Belki de yakın denizden seslenen bir balık, bir canavardır. Karabataktır. Mihalaki kuşudur.
İyisi mi ben kendim hişt hişt derim. O zaman tamamı tamamına pek hişt hişt seslenişine benzemeyen, benzemesin diye uğraştığım bir mırıldanmadır, tutturdum.
Birdenbire, önümde bir adamla bir kadın gördüm. Kalpazankaya yolunu sordular. Üstündesiniz dedim. Sanki yol hareket etti. Yürümediler. İki adımda benden uzaklaştılar. Koyunların arasına yüzükoyun uzanmış papazın oğlunu gördüm. Yüzünden aptal, çilli horoza benzer bir mahluk kalktı. Ağzının salyasını sildi. Kuzuyu bacaklarından tuttu. Kuzu ile yere yıkıldı. Kuzuyu burnundan öptü. Papazın oğlu çirkin, aptal, otuzbirli bir yüzle baktı. Şimdi bir çiçek tarlasında idim. Bana hişt hişt diyen mutlak bir kuştu. Vardır böyle kuşlar. Cık cık demezler de hişt hişt derler. Kuştu kuş.
Bir adam yer belliyordu. Belin demirine basıyor, kırmızıya çalan bir toprak altını, üste aktarıyordu.
- Merhaba hemşerim, dedi.
- Ooo! Merhaba! Dedim.
Tekrar işine daldı. Hişt hişt, dedim. Aldırmadı. Bir daha hişt, dedim. Yine aldırmadı. Hızlı hızlı hişt hişt hişt!
- Buyur beyim, dedi.
- Bir şey söylemedim, dedim.
Küçük parmağını kulağına soktu. Kaşıdı. Çıkarıp parmağına baktı. Belin sapına siler gibi yaptı.
- Hişt hişt, dedim.
Yüzünü göğe kaldırdı. Kuşlara baktı. Denize baktı. Dönüp şüphe ile bana baktı.
- Bu sene enginarlar nasıl? Dedim.
- İyi değil, dedi.
- Baklayı ne zaman keseceksin?
- Daha ister, dedi.
Nefes alır gibi hişt dedim.
Yine şüphe ile denize, şüphe ile göğe, şüphe ile bana baktı.
- Kuşlar olmalı, dedim.
- Benim de kulağıma bir hışırtı gelir amma, dedi, ne taraftan gelir? Zati bu sırada şu kulağım ağırlaştı.
- Bir yıkatmalı, dedim, benim de geçenlerde ağırlaşmıştı…
- Yıkattın mı?
- Yıkatmadım, hacet kalmadı, doktora gittim. Alıverdi; pislikmiş.
- Çocuklar nasıl? diye sordum.
- İyiler, dedi. Dokuzdu sekiz kaldı. Biliyorsun dokuzuncusunun macerasını ya…
- Sus, sus, dedim. Yürekler acısı. Haydi Allah'a ısmarladık!
- Haydi güle güle.
Biraz uzaklaşınca:
- Hişt hişt.
Bu sefer yakaladım. Bahçıvandı. Oydu oydu.
- Hadi hadi yakaladım bu sefer seni, dedim.
- Yok vallahi, dedi, vallahi daha kesmedim bakla, senden ne diye saklayayım, parasıyla değil mi?
- Sen değil misin hişt hişt diyen?
- Ben de duyarım bir ses, amma bulamam nereden gelir?
Nereden gelirse gelsin dağlardan, kuşlardan, denizden, insandan, ottan, böcekten, çiçekten. Gelsin de nereden gelirse gelsin! Bir hişt sesi gelmedi mi fena. Geldikten sonra yaşasın çiçekler, böcekler, insanoğulları.
Hişt hişt!
Hişt hişt!
Hişt hişt!
Sait Faik Abasıyanık

0 şîrove