by - Ekim 22, 2015

     

İro ji rojan pêncşem bû, pêncşemeke bi baran û piçkî jî sar. Meraq neke ez şil nebûm; şemsiya min hebû. Lê pirtûka min ya şînik piçekî baran xwar. Got, xweş bû, texma ava baranê wek heriyê ye. Heriyeke çawa? Na na xweşik. Tu dizanî hevaleke min heye em jê re dibêjin Harîko. Erê erê te rast bihîst Harîko. Hat bîra min ku min çîroka vê tiştê ji bîr kiriye. Jibîrkirin pir hesan e, ne wisa? Hin caran tenê rojek bes e an jî salek. Min got îro baran barî, bawerim êdî zivistan hat û divê em dîsa cilên xwe yên havînî rakin û yên zivistanê derxin. Bes e westiyam. Divê herim. See you!

                                                                                                 Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!