Çîroka Me
Behr şîn bû û ew jî westiyayî. Ji rojan jî în bû; îneke germ. Germek ji germa payîza dereng, payîza xapînok. Di esrek dereng ya payizê de roj tîrêjên xwe ji qewet de ketî şandibû bo alastina rûyê behrê. Kêfa behrê jî li cîh bû. Ji xwe ji eşqê rojê dîn dibû. Wek qîzeke 19 salî ku ji bo evîna xwe dikare hin kesan bikuje. Dizanim piçkî mînakeke nexweş e lê çi bikim tenê ev hebû. Helbet ji bo keçikek xama ku di 17 saliya xwe de behrê diye wiha bi sade behskirina behrê neheqî ye. Ka ez çawa behsa bûyera yekem car behr dîtinê bikim! Behr zayîna duyem bû. Ku ez li perav sekinîm û min li bê ser û binibiniya behrê nihêrî çavên min xof girt. Hin qaqlîbazên spî jî hebûn. Û pêlên hişk jî masî dixwarin bi xweşkayî. Masiyên belek û mezin. Mezintî bi kêrî çi te? Niiiiçççç. Qîzê xwest bibe masiyekî piçûk û hevaltiya behrê bike. Her tişt ji dûr ve xweş e. Ku çingîniya pêlan ji zinarên bi şûşeyên bîrayê tije dihat ji paşeroja min yek bi yek bîranînek di behrê de wer dibû, wenda dibû. Dizanibû ji vê pêva dê vê behrê bi xwe re bibira her derê, li pey wê bihata. Û helbet behrek ji vê baştir wê neyê dîtin, wê nebîne. Gund hat bîra wê, bi mal û bexçeyên mezin. Paşê jî Hacî Qumrî hat bîra wê. Jineke 80 salî û kinik. Bi gopalê xwe yê kevin çawa diçû û dihat. Jineka tenê. Hecî Qumrîya bi nedîtina behrekî mir, cîrana me. Qe nebe Heciyê çemên diherikî tenêtiya xwe dît, belkî di ciwantiya xwe de xwe di wan de sûşt, pariyek tenêtiya behrê di şevek sayîde li xwe kir. Rojekî ji me re sê-çar heb hêk anîbû. Got: zarokên min tev li Stenbolê ne. Ez bi tenê serê xwe nikarim evqas hêkan bixwim û ket ber giriyê. Ji paşla xwe kincikê xwe derxist û çavên xwe paqij kir ji hestiran. Destê wê yên westiyayî qet ji bîra min naçe. Axx Hacî Qumrî axxx. Te behr bidîta te yê çi bigota. Belkî te jî bixwasta biba masiyekî piçûk û sor. Teyê çîrokên bi keştî, qaqlîbaz û rewirên avê ji torinê xwe re bigota. Ji dêlma Gurê Manco behsa Gurê Behrê bigota. Zîn ji eşqa Mem xwe di avê de bixenixanda.
Gulê û Xanzade

0 şîrove