SHAMÎRAM, EHMEDÊ GOGÊ Û RADYOYA YEREVANÊ
Ez, du hevalên kurd, çar hevalên ermenî û pênc hevalên tirk
ji bo projeyeke (Acting Together) çûn gundê Shamîramê. Hevala me Lusine bi
serokê şaredariye re xeber dabû da ku em ê herin wir. Xwedê ji şaredar Hesen
razî be ku got werin. Em li ser rê bûn çi were serê me baş e? Gotin nasekî
Hesen miriye, hûn ê herin û we kî dît pêre bikevin nav civatê. Ev xweş bû. Em
gihîştin gund. Çar mêrên ne ciwan û ne pîr di bin sîyekî de rudiniştin. Yurî,
Feyzo û Meto. Hevalên ermenî silav da wan. Gotin em dixwazin hin kesên ku
temenên wan piçkî mezin re der haqê gund de biaxivin. Feyzo yê ji rojê qemirî
bû li Yurî mêzand û got -here van kesan bibe mala Eliyê Gogê. Erê, bi kurdî
xeber da. Min li Feyzo mêzand û got;
Navê te bi xêr?
Got Feyzo. Min jî got ez Gulê ji Mêrdînê me. Û em bi Yurî re ketin ser rêya
mala Eliyê Gogê. Gundekî nû yê. Em paşê hîn dibin ku piştî salên 1960 û 1970
malên kevin pir ji hev da dikevin û gundî ji ji xwe re li derdora gundê kevin
malên mezintir û baştir çêdikin.
Eliyê Gogê li Ziyaretê
Em gihîştin mala Eliyê Gogê. Bûka
wî û kurê wî di destê wan de xortimeke dirêj devê derî dişûştin. Me go; qewet
be ji we re. Piçkî ecebmayî man. Min got em dixwazin bi Xalê Elî re xeber
bidin. Got çûyê ber dewaran. Min pêşî bawer nekir ji ber ku gotibûn Eliyê Gogê
heştê û pênc salî ye. Welhasil em ji wir derketin. Ez, Lokman, Lilith û Ekîn.
Gotin herin ba Ûsifê Gogê. Ew jî birayê Elî û Ehmedê Gogê ye. Dîsa bi
Yurî re em ketin ser rê. Jinikeke desmal kesk, guhar û diran zêr û çav kesk hat
pêşiya me. Çûm û min destên wê paçî kir. Got Ûsif li mal nîn e . Min jî got
tişt nabe. Ger wextê te hebe em dikarin li ber sîya wê darê bi te re jî
biaxivin. Te jî li vî gundî gelek sal derbas kirine û em dixwazin çîrokê ji
jinekî jî guhdarî bikin. Erê, ev Xaltîka Şîrîn bû.
Lokman û Ekîn li benda Xalê Ûsifê Gogê
man, ez û Lilith jî bi Xaltîka Şîrîn re ketin hundir. Min sola xwe ji
piyê xwe kir lê Xaltîka Şîrîn got na na were. Û min sola xwe dîsa xist piyê
xwe. Bûka wê hat. Ji min re got navê min Kewê ye. Û ji Lilith re jî got navê
min Katharîna ye. Ez ecebmayî mam. Min got Katharîna?
Wê jî got, navê min Kewê ye lê filleh
dibêjin Katharîna.
Em ketin maleke mezin, odeyeke mezin ku
binê wê ji mermer hatibû çêkirin. Merşikeke piçûk û sê-çar rûniştek û lîstokên
mezin ku li her dera mezelê hebûn. Bûk hat, Xaltîka Şîrînê ji me pirsî, hûn
qehwe dixwazin? Me jî got erê. Di vê navberê de Xalê Ûsifê Gogê hatibû û
hevalên me yên mêr ketibûn civatê. Bûkê ji wan re jî qehwe bir. Di sênikeke
mezin de çar qehwe, sênîkek qurabiye û sênîkek şekir. Bûkê şekirek girt, vekir
û danî ba qehweyê paşê jî da Xaltîka Şîrîn. Ji min re jî şekirek vekir, danî
ber qehweyê û da min. Paşê jî yek da Lilith. Dema ku me qehwe xwe vedixwar
zilamek hat û em dibêjin nanê miriyan ew hat. Lê wî zilamî nan, xwarin û
fêkî anîbû. Xaltîka Şîrînê paşê ji min pirsî, nivînên diya te hene? Min jî got
çawa nîn in. Got were were ez ê yên xwe şanî te bidim. Em ketin odeyekî nivînên
wisa xweşik wisa bi reng min nedîtibûn.
Binêrin. Ma hûn jî nabînin. Di vê navberê
de ez bi Lokman re axivîm. Wî ji min re got Xalê Ûsifê Gogê ev nivîn şanî me da
û çû paçî kir. Gotiye ev nivîn ji bo mevanên me ne. Ez jî ji malbata xwe
dizanim ku xwarinên herî xweş û nivînên herî pak û nû ji bo mêvanan in. Di vê
navberê de divê ez vê tiştê bibêjim. Ger tu li gundê Shamîramê ji kesekî
bipirse tu çawa yî? Ew dibêje ez pak im. Bala min kişand. Tişteke girîng
e ku meriv dikare bibêje ez pak im. Jixwe Serhedî jî eisa nabêjin!
Piştî nîşandina nivînan
Xaltîka Şîrîn destê min û Lilith girt û got, divê hûn xwarinê bixwin. Di vê
navberê min hin tişt jê dipirsîn. Wek zarokatiya wê, diya wê, gundê wê û tiştên
din lê digot ez tiştekî nizanim. Min jî got na na, bawerim tu çîrokên herî xweş
dizanî. Em çûn mitfeqê û em rûniştin. Xwarinên pir xweş li benda me bûn.
Ez û Lilith jî ketin ser xwarinê. Di vê navberê de Lilith eceb ma
ku Xaltîka Şîrîn ji me re deriyê xwe vekir, çîrokên xwe ji me re got, mala xwe
şanî me da û wek ku em qîzikê wê bin ji me hez kir. Jineke pir şêrîn bû wek
navê xwe. Bi min re kurmancî diaxivî lê dema ku didît Lilith aciz dibe bi wê re
jî tiştin bi zimanê din digot, bi filehkî. Beriya xwarinê min got Xaltîka Şîrîn
tu çend zimanan dizanî? Bawerim tu kurmancî dizanî û ermenîkî. Ji min re got na
ez bi ermenîkî nizanim. Min jî got hella hella. Tu çawa nizanî? Tu bi Lilith re
xweş xeber didî. Got ez bi wê re filehkî dipeyivîm. Ez eceb mam û min dewam
kir. ;)
Û paşê kurê wê hat û got hevalên we bangî we dikin.
Me jî çentê û menteyên xwe dan hevdû û em ji derî derketin. Min Xalê Ûsifê Gogê
dît. Çûm, min destê wî paçî kir. Wî jî ji serê min paçî kir. Got deriyê me her
tim ji we re vekirî ye. Me ji Xaltîka Şîrîn jî xatir xwest û em derketin. Yurî
hê ji bi me re bû. Em dimeşiyan û me goristan dît. Goristaneke eceb û wisa xweşik.
Ger tu dewlenend bî gora te jî wisa mezin
û bi wêne dibe. Kevneşopeke xerîb e. Min li Albanîa di goristanên
Alevî-Bektaşiyan de jî tiştên wisa dîtibûn. Dixwazim tişteke din jî bibêjim. Ji
xwe di kolanan de jin tunebûn li gora Kewê gotibû ger jinek bixwazî here mala
cîranên xwe bi erebê diçe. Û zû zû jî ji mala xwe dernakeve. Di kolanan de me
bi hin mêran re xeber da û geleka got, Serok kengî ezad dibe. Min jî got ez
nizanim. Got ger azad bibe ez ê hemû mêşinên xwe bigurêm. Û digotin ma
Kurdistan çawa ye? Her tim li nûçeyan dinêrin û gotin li vir panzdeh qanalên
kurmancî dikşînin û em jî her tim wan temaşe dikin.
Di rê de me Xalê Eliyê Gogê
dît. Min ji destên wî paçî kir. Bi rastî li ber dewarên xwe bû. Min wêneyekî wî
kişand bi mekîna ya xwe ku tu dikare wê kelîkê wêne bide wî kesî. Kêfa li cih
bû ji min re got anha karê min heye. Here mala me û xwarinê bixwe. Mal şanî min
da. Ez neçûm mala wî û ketin ser rêyan. Li meydanê sê çar mêrik hebûn. Me çû
silav da wan kesan. Yek ji wan jî Riza bû. Birayê Elî, Ûsif û Ehmedê Gogê.
Xalê Riza li Rusyayê dijî û va sê meh e ku hatiye gund. Piçkî qala birayê
xwe Ehmedê Gogê kir. Got birayê min Ehmed ji bo Radyoya Yerevanê diçû gunda û
dengbêjên baş dihilbijart û bi wan re ji bo radyoyê diaxivî. Tabî êdî derfeta
min tunebû ku ez vegerim ji Xalê Ehmedê Gogê derbarê Radyoya Yerevanê de tiştan
bipirsim, ev jî di dilê min de bû kulek şîrîn û ma.
HIN WÊNE JI SHAMÎRAM
Gulsuma Demir















0 şîrove