Miraz ji gundê Shamîramê, ji bo me kilamên xweş got;
Shamîram e, Shamîran e
Shamîran e,
Ev cîhê maqûl û cîhê zana ne
Xortên xwendî giş seyda ne
Gelî birano wele binêrin ev çi zeman e
Wekî çete ne
Em hê nanê germ derdixin
Cîranên me tune ne
Malê enzelên dere xwe dada ne
Heyfa malê wana vala mane
Miraz ji gundê Shamîramê, ji bo kilamên xweş got;
Shamîran e, Shamîran e
Shamîran e,
Mezelên kal û bavê me li vira hene
Ew ziyareta me mezin e
Gelî birano hila binêrin
Ev çi ziman e ew kî giran e
Bav dimire kur ne ser e
Dê nexweş e, qîz ne ber e
Gelî bira wekî here miletê me bixele
Dinya bû bêjing û elek
Me bûye çerx û felek
Em dinyayê belav bûne
Hawara me tawis-i melek


0 şîrove