Piçkî xemgîn e/im
Jinikeke 70 salî. Di mala xwe ya tijî wêne û hûremûrkên ku ji ciwaniya wê de mane de rudinê. Piçkî qelew e û dema ku min û hevaldoşkên min dibîne kêfa wê tê cîh. Ez dibînim ji çavên wê bextewarî tê xware. Ger ne derew be. Gotinên xwe yên yekem dibêje ji bo perçekirina kalikê xwe, ji bo perçekirina miletekî. Ji xwe diyar jî dibe pir bextewar e. Li malê çi hebe tîne ser masê û dibêje bixwin. Dilê wê de çi heye çi nîn e ez ê hîn bibim. Û deh heb wêneyên kevin jî tîne ser masê. Ew jî ji ciwaniya wê ne. Ê vegere ciwaniya xwe û çi were bîra wê ê ji me re bibêje. Divê em çi bikin wek guhdarên ciwan? Ez jî vegerim zarokatiya xwe an jî di cîhê xwe bisekinim û tenê guhdarî bikim. Zor e. Guhdarî kirin. Dibêje dema zarokatiya xwe de, ez hertim ji çîrokên qetilkirinê/qetilkirina ermenan ditirsiyam. Ma kî/ê ji çîrokên qetilkirinê natirse. Min ji we re got vê xanimê hin wêne nişanî me kir. Ew wêne yên bin destên wê ji rojên xweş bûn û hindik jî bûn. Ji kursî radibe û diçe odeyên din. Vegeriya. Di destê wê de poşetek. Poşetek tijî wêneyên kevin. Ev wênê ji rojên nexweş in. Wêneyên kesên ku hatinê kuştin.
Nizanin Sovyetan li vir çi kiriye lê her tim di gotinên wan de peyvên "Sovyet Years" derbas dibe. Bavê vê xanimê ji Mûşê ye û dayika wê jî ji Nahçivanê ye. Û dîsa gorî gotinên wê "bavê min her tim qala dîroka me dikir." Bawerim ji bo nebîrkirina bîranîn û derbasbûyina hin tiştan e. Dibêje çîrokên mirin û qetilkirinê her tim di axaftinên rojane de derbas dibûn. Li ba zar û zarokan li ba pîran. Wek hin tişt naxwazin werin ji bîrkirin û ji bo vê jî dibin gotineke wek tu çawa yî. Lê, ma tu dikarî her tiştî di bîra xwe de bihêlî. Ev mimkun nîn e, gelo!
Û vedigere çîroka kalikê xwe. Dibêje, " li Nahçivanê kalikê min mêrikekî pir zengîn bû. Bexçeyekî wî yê mezin hebû û li vir şarab dihat çekirin. Rojekî (bawerim 1915 ) eskerên tirk tên û wî li wir perçê perçê dikin."
Em werin xwesteka vê jinikê ya dawî. Tenê tiştek heye ku ew jî dîtina Mûşê ye. Dibêje " dixwazim herinm Mûşê û mala kalikê xwe bibînim.
Gulsuma Demir




0 şîrove